Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 44 peyam
pablo escobar - tirşik
pablo escobar
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi navê xwe yê dirêj pablo emilio escobar gaviria.

tozfiroşekî navdar. bajarek ava kir: medellin. ji bo gelek kesan leheng, ji bo gelek kesan mirovekî kambax.

hin kesan jê re digot robin hood, hin kesan jê re digot kujerê hezaran. jiyana wî bo gelek fîlm, rêzefîlm û pirtûkan bû mijar. alîkarî da feqîr û belengazan. ji malbatekî feqîr dihat.

bû serxweşê hêzê. go ez ê bêhtir tozê bifiroşim. derdorê wî bi dijminan tejî bû. cia, dea, polîsê kolombiyayê û dewlet bi xwe ket li dû wî. paşê hat kuştin. ji bo cenazê wî biqasî pêncî hezar kes hat û şîn girt.

li aliyekê dibe behçet canturkê kolombiyayê.



07.09.2017 17:39 ~17:43 | wiha wilo wisa

2. Pablo escobar an patron

Navê wî yê nasnameyê Pablo Emilio Escobar Gaviria
Di 1 berfenbara sala 1949 ande li bajarê kolombiyayê yê bi navê medellînê ji dayikbûye di sala 2 yê berfanbara 1993 de lê nehatine rihmê..

bazirganê qoqaînê yê herî navdar berpirsiyarê qoqaîna herema medellinê
Jibû wî meriv nizane bibêje çi ji ku dest pê bike bi kurdî û kurtî patron kîrê do, pêr û bêtirpêr di diya îro kiriye berê xwe daye sibeha.. camêr tena serê xwe dewletek bûye belengazek û kefendizek bi xiram û dîrhema dest bi firotina qoqaînê kiriye hetanî ton û megatonê biriye ji bû vê desthilatdariya xwe pereyê kar kireye xwariye û di riya xwedêde daye * daye heval û hogirê xwe û feqîra.. kesê jêre bûne asteng du rê daye ber wan gotiye an hûnê serî deynin an ezê serê we deynim * bi vî awhayî nîvê dewletê bi rişwetê û bi kuştinê distîne û jibû bi rihetî qoqaîn bibe û bîne balefir distîne bi balefira bi tir û trêna konvoy çêdike qoqaîn derdixe kolanên amerikayê.. dewlemend dibe dibe dêw edî wî hezrî bikin cîh tune pereyê xwe bikê bi tona pereyên xwe dike binê erdê diveşêre dîsa jî dibîne pereyên wî ji xweliyê bêhtirin.. di xeyalên wîde ku bibe serokkomarê kolombiyayê diçe heta parlementoyê jî dibêjin tu firoşkarê madeyên hişbirî û filan û bêvan dibin asteng jêre di vê riyêde kesên jêre dibin asteng û jêre şaşî dikin û yên îşê wî bi wan diqede û yên gumana talukeya wan bike qet texsîr nake req dikuje.
Piştî van sûca zêde bi serde diçin tê girtin a rast bazariya girtina xwe dike bi şertê kû wê li cîhê dixwaze û li gorî dilê xwe heps avabike û bikebê û dîsa dest bi 'elafiya xwe bike herwiha dewleta kolimbiya serî liberê datîne paşê lê bêbextî dikin ji zîndanê direve ew direve ew jî didin dû hetanî hev têr gadidin.. di dawiyê de wî nemirdikin û hê jî dije di dilê me muptella û muptezelande

Piştî min li rêzefîlma jiyana wî a bi navê narcos temaşekir min wî bi çargurçikî û bipêncgunikî texdîrkir bi xêra îstixbarata wî a xurt hedefa xwe şaş nekiriye, her daîm hedefa xwe, neyarê xwe zanibûye yê jêre şaşî kiribe ev gotin daye destê wan gotiye "ez carna dibim xweda ez bibêjim filankes wê bimre dimre" bibêje nisîbê we li vê dinyayê ewqase ewqase ji gulekî pêştir nehiştiye devê wan bi tiştek bibe.......
Herî dawî di nava temaşeyêde min piçek rewşa me kurda dît û min got xweliya hemû gundên kurdistanê li serê me be em hezar milyon milyar* kurdbûn mîna don pabloyek nebûn kolombiya ji destê wî ax û eman lê dixist.



06.11.2023 00:57 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» pablo picasso

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî