Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 71 peyam
sira sibê - tirşik
sira sibê
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi min xweştîrîn strana ciwan hacoye.helbesta rojen barnas bûye zêr û zîv.kavilê gundekî,nehatina çûyinekî,miçiqindina kaniyeke ku gelek keç û xortî li ser folort kiriye tîne bîra min. şekirina çûncika xortekî li ber bayê çi be ev stran jî ewe.helbet xatirxwestineke dilşewate ji jyana gundîtî û taşrayê, li bajar pêitr li van deran tê.



05.09.2013 15:55 | tivirloismail

2. helbesta/strana ku gotinên wê kêm/zêde rast/xelet wisa ne;



Sira sibê li ba bû,

dara hewrê veciniqî hişyar bû,

tevziyek da xwe, tevziyek kûr...

rahişt bilûrê danî ser dirana...

Ji sedsalên dûr û ji kezeba kûr distira.

Ji sedsalên dûr û ji kezeba kûr distira.



Kaniya bin dara hewrê,

Bi dengê bilurê re nehwirand

Hêstir werwirand melûl melûl

Dilê heyva ji kovanên xwe re

Kerî bi kerî, kezext û dirand



Bilbilek firî ji hêlîne

Çu danî li guliya gulê

Xonçeyan mijand ji pêsîra xwe

Berda dilê wan ji xuriyê

Dilop dilop niqutî û xurî

Niqut niqut niqutî û xurî



Di dilopa paşî de sefeq beyan bû

Ji bilûrê hîs birî kanî xayîs ket

Li binê kema gulê bilbil ji can bû



Jînek nû dest pêkir bi sira sibe

Şefeq zelal xuza xuyan bûn



15.03.2014 16:29 | simurg56

3. stirana ku ez aniha lê gohdarî dikimê ye. bi rastî jî apê ciwan di vê stiranê de pir bizÎz dibêje.



17.06.2014 20:52 | kurê xelkê

4. Îbn haldûn de dibêje erdnîgarî qeder e .kengi dengê vî stranê li gûhêmin dikeve ev gotina tê yê bîramin.erê tav alîkîva me dipêjîne, çiya me ji hev dur dixe, serma me diqefilîne lê em herdem li ser axê xwe ne herdem serbilindin herdem dîroka xwe li nav van hemû dijwarîya da berdwam dikin .Ben hür yaşamışım.

Hürriyet-i mutlakanın meydanı olan Kürdistan

dağlarında büyümüşüm. Bana hiddet fayda

vermez, nafile yorulmayınız.

Bedîûzzaman Said Nursi



28.01.2015 06:32 | xeteraqirêj

5. Helbestê rojen bernas û bi dengê ciwan haco hatiye strandin, gava ku meriv stranê guhdar dike meriv sermest dibe, stran bi dengê Ciwan Haco sirra sibê bi meriv dide jiyîn



02.10.2022 22:28 ~2022.12.16 22:45 | cezmîkurd

6. herwiha mûzika vê belgefîlma serkeftî ye.
Here lînkê



04.10.2022 00:25 | ciwanzêr

7. Tê bîra min carekê ji bo tesîra stranê ji kûr ve hîs bikim payî mam heta sibê û li gel sirek hênik û dengê kak ciwan hîs û hêsirê min têkilhev bûn.



05.10.2022 20:55 | rizgarm

8. Sirra ku beriya derketina tavê ya şefeqê, seva ku meriv xweşbûna wê fehm bike dikare vê hevoka Rojen bernas bixwîne: "jînek nû destpê kir bi sirra sibê, şefeq zelal xweza xuyan bû"



21.08.2023 18:40 | cezmîkurd

9. Bi tenê stranan ciwan Haco tê bîra min wekî din demeke xweş nîn e, hemû kes cihê xwe yê germ dihêle û diçe karê xwe ji ber wê.



23.08.2023 00:22 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» siraç bilgin
» sibê ne dusibê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî