1. Dûeta li ser internetê; Dûeta zindî; vîdyoyê veke devşekalo lo ser twittirê analîzek li ser wê meseleyê çêkiriye. Bifermo bixwinin. Here lînkê 1. cîzrelî, bismillî, mardinlî, urfalî bi navê yekî ve were bilêvkirin ew kes dibe Turkiyelî. Çima jê re nahête gotin memoyê cizîrî? Tirk e? 2. Min berê jî gotibû heke kurdekî di medyaya tirkan de her roj cih bigre, fêm bikin ku tiştek di binê wan de heye. Çi ye ew tişt? ++ Ev e: cizîr hat xerakirin, talan bû, wêran bû. Jiyaneke ku mirov tamek jê bigre nema. Kê wisa kir? Dagirkeran. Niha çi dikin? Niha dixwazin bidin nîşandan ku li cizîrê hizûr heye, jiyan berdewam dike. Her kesê ku bixwaze ya dilê xwe bike îmkan heye. Cizreli mehmet çi dike? Ji keçika kej dibêje "were lê lê çavrêşê. Ez heyrana te, ez qurbana te" êêê wekî din? Wekî din tiştek tune. Çi ecêb e ku tirk bi van gotinan pir kêfxweş dibin. Hûn bawer dikin ku bi rastî jî tirkek bi serkeftinên kurdan kêfxweş dibe? Lê çima ev ? Par, di nûçeyên tirkan hat behskirin ku keçikek ji hekkariyê xwestiye pira stenbolê bibîne. Bavê wê jè re pirek çê kiriye. Çend roj paşê dîsa heman nûçe derket û dewletê alîkariya wan kiribû, ew vehewandibûn stenbolê. We dît dewleta me çiqas dilrehm e? Çima keçik naxweze mêrdînê bibîne, dixwaze stenbolê bibîne? Lewra li gorî medyaya tirkan tu ji hekkariyê bî jî, tu bi hesreta tirkiyeyê yî. Çand û Muzîka kurdan dewlemend e. Heke behsa tiştekî tê kirin bila behsa van tiştan bê kirin. Çanda kurdan ji lehmecûn û şemamê pêk nayê. Go ji eyşo re gotin keziya te çi delal e! Go eyşo ji serî heya binî behsa xweşikbûna xwe kir. Mesela me û tirkan jî carna wisa ye. Yekî gotiye kürt rönesansı.Yekî gotiye dünyaca ünlü mizisyenimiz oldu.De were dîn nebe,dijûnan nede.Sebeb medyaya tirkan e û kerîtiya me ye. Ez ne hunerdmend im jî zora min diçe lê ku ez nîzamettîn ariçek, xelîl xemgînek bûma min ê dev ji gotina stranan berda. Ya ku tirk dikin propagandaya anîna şaristaniyê ye, ya ku kurd dikin bêhurmetî ye li hunermendên me yên pispor. Heta niha ewqas behsa kê hatiye kirin? ronesansa kurdan kayhan kelhor bû. Xelata herî bi Nav û deng girt. Çima nebû tt? Yelda Ebbas? Çend kes Bîjen Kamkar nas dikin? ku wî di muzîka îranî de reform kir. Dengê Erbanê xist nav muzîka îranî. Çend kes Ebbas Kemendî nas dikin? ku wî deng li cihanê belav kiriye. Mamosteyê ednan Kerîm û Bîjen Kamkar e. Tirk dizanin çawa qûna me radibe. Loma xweş didin bin çengê me. Di me nin jî em bi vê kerîtiya xwe heq dikin. Çawa awrûpayî tên tirkiyê henekên xwe bi tirkan dikin dibêjin "ooo! sultanahmet, şîş, kebab" kêfa tirkan tê. ê me jî dema tirk dibêjin "lahmacûn, şemmamê, kaçak çay" qûna me radibe. Tirkek tê nav kurdan ji tirsa xwe dibêje "ben de kürtçe öğrenmek istiyorum" deh kurd li dorê kom dibin gotinan hînê wî dikin.Kerîtiyek din.. Eynî tirk dema diçe memleketê xwe dibêjê kurd xayîn in, zimanê wan ne ti ziman e. Problema me ew e ku em dixwazin herkes me nas bike. Kî dixwaze te nas bike bila were li pey te bigere, tu çima li pey digerî? Çi hewce ye! |
|
11.09.2017 19:03 ~19:14 |
elaziz izzetpasa camii
|
2. li gel ku fikrên li ser meselê hatî gotin hinek alîya va rast bin jî ji gelek alîya ve neheq e. |
|
11.09.2017 19:36 |
xendekî
|
3. Lew wana pirî her tişt analîz kir, her tişt rexne kir wana idî îmana me birin. wisa li ser dodan jî bi hezaran analîz manalîz kirin. idî bes yaw dilê min hev ket. Gelo em ê kîngê Dev ji van analîz manalîzan berdin hinekî kêfa stranê derxin.. û evqas bêhnteng û tijî nebin yaw.. |
|
11.09.2017 23:03 ~23:07 |
bûtîmar
|
4. Dodan jî û ev jî nikarin bêjin em ji kurdistanê ne. Cihê kurdistanê dibên bizim doxû, bizim gunêdoxû filan bêvan. Û nikarê bêjê ji bo zilm û neheqiya mezin ku li ser cizirê hate kirin, dibê olaylar yuzunden nizanim çi. Madem ku tu nizanî û nikarî bêjê hîç behsê doxu moxu neke. Bêje cizîr, cizre filan. Ne bêje bizim oralar. Nezan in, nizanin. Ewan bi demê re têgihin, bialimin. Zimaneke binamûs pêwîste ji her kesî re. Nizanin bi tirkî jî bi kurdî jî biştaxilin. Bi şitaxaliya wan kes memnûn nabê. Zimaneke, rawestaneke vala û sivik li wan heye. Çi dibêjin, çava disekinin kes nizane. Madem tu naxwazê, nikarê rengê xwe bidê xuya kirin here strana xwe bêje, bêje çok mutluyum, cizreye de beklerim falan. Baş bû, xweş bû bes. Nizam bizim gunêdoxî, oleyler yûzinde, nizanim çava. Gû li ku doxu li ku, oleyler li ku? Tu behsa çi û li kû derê dikê? Oleyler çima? Çi vala û şelo melo xeber didê, stranê te xweş e bêje û bes. Here mala xwe kêfa me tune neke. |
|
12.09.2017 05:54 |
rûbar
|
5. Ji Cizreli Mehmet ji bo tirk û biyanyan: Misafir ol gel bana, börekler açayim sana. Were lê lê were lê lê were tirk û biyaniya min. Werin em zikên we tijî bikin bigerin deşt û zozan. |
|
12.09.2017 06:11 |
rûbar
|
6. mesele ne belengaziya mehmet e lê belengaziya rexnegiran e willeh. camêr li ser meseleyel evqas beredayî û vala analîzên nedîtî kiriye. hemû tevde zilamek kurd bi bernameyekê vîdyoyel çêkiriye û li înternetê bar kiriye û bûye popûler. evqas! xelas! qediya! welleh hûn dîn in an jî psîkolojiya we komple têk çûye. |
|
12.09.2017 18:55 |
simurg56
|
7. Ew psîkolojiya devşekelo li me kurdên bakûr hemûyan heye. Pir yan jî hindik. |
|
12.09.2017 20:10 ~20:14 |
cinorek
|
8. Wellehî û billehî hîn kurd hê jî mûyek nikarine fêm bikin. Lawo pisîkoljî filan çi? Psîkolojiya kurdan ev be çi, ev ne be çi? Gava mirov roportaja rojnameya hurriyetê ku digel cizrelî kiriye dixwîne heq ji devşekalo re dide. Him ji bergehê rojnameyê ve him jî bergehê bersivê cizrelî ve werê meyizandin ev mane bixwe derdikeve miyanê. Gava ez stranê guhdarî dikim çima psîkolojiya min ramanên wisa nayênê hişê min? Gava xeberdana wî mêrikî dixwînim çima fikrên wilo bandorî psîkolojiya min dikê? |
|
13.09.2017 06:28 |
rûbar
|
9. (bnr: mesela dodan) |
|
13.09.2017 17:42 |
cinorek
|
10. Tu kes jî nabêje ew çi dûeteke nexweş û beredayî ye, camêr hetk û helaka stranê biriye, cehnima nasnameyan, xwezî bi rastî jî wekê ku qalê dikin dûeteke xweş û pesna bûya bila şîva şevê li me tirşikvanan nebûya. |
|
15.09.2017 22:10 |
endazer
|
11. wî lawkê klama xwe bi kurdî gotiye. |
|
16.09.2017 18:34 |
cinorek
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |