Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
li ber pencereyên sedsalan - tirşik
li ber pencereyên sedsalan
(0) (0) ecêb (0) (2)
di mijarê de bigere

1. helbesteka kawa nemir e, erol şaybak xwandiye:












Li Ber Pencereyên Sedsalan*

Diedilim di çermên maran de, li ser hev pencereyan vedikim.
Stranek nîn im, dengek nîn im, velerizînek im!
Ma dikarim derziya xwe di lêva dinyayê rakim?
Bila bêdengiya bi rêk xistî be ala girseyên dirrinde.
Divê qerase bêne bercestekirin dengên kemanên virnî.
Dikişe, dixuşe qewmê belekiyan. Ji wan im.
Sêwîtî çi be, êdî dinya bi xwe nebe?
Kil nekim destmala govenda janan, xwe nemijim,
sîmetriyê nederizînim?
Na, divê qerase bêne bercestekirin sînfoniya kulên kur,
ku me diderizînin.
Dibe deryaçeyeke aram qewmê belekiyan. Ji xwe re perav im.
Zivir zivir dizivirin katjimêrên kalên çavşîn.
Ji hemû bav û kalên min ma mêrgeke nemir î hêşîn,
Destên me li wê gerdûnê digihîjin hev demeke çolistan,
Li ber pencereyên ku vedibin bi ser sedsalan.
Bêhna pûngên nemir tê ji berava kevnedemeke baranî.
Stranek nîn im, dengek nîn im, velerizînek im!

1998 / Stenbol
* Ji Selpakfiroşê, dîwana min a pêşîn, rûpel 98 (Weşanên Rewşen-Nameyê, Gulan 2003, Stenbol), ku çapa wê ji zû ve ye qediyaye, wê çapa nû di nêzîk de ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve bê çêkirin.



2017.09.14-12:30 | xendekî

2. qenala weşanên avesta cardin weşandiye:










2020.02.14-17:34 | tizbîkêş

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
sigmund freud [2]
Navê wî yê pêşî sigismund freud e. Freud viz e nikare tîpa s rehet bêj...
hdp [1]
Tevî hemû qisûr û kêmasiyên xwe bi awayeke ecêb di ankêtan de rêjeya d...
xewna şeveke havînê [1]
leystika romantîk komedî ya william shakespeare e ku (vbnr: k...
koma wergera fîlman ya tirşikê [8]
koma ku wê her heftî fîlmekî bîyanî wergerîne kurdî. paşê wê ew fîlm j...
kingdom of heaven [1]
fîlmeka derhênerê îngîlîz ridley scott e.. di sala 2005an de h...
belki ev jî bala te bikişînin
» berê xwe xistina ber rojê

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst wejehlbst wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî