Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 5 peyam
    gilîne bo kevirên reş - tirşik
    gilîne bo kevirên reş
    (0) (0) ecêb (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. helbesteka din a kawa nemir e, vê carê hûn dikarin ji dengê wî guhdar bikin:












    Kawa Nemir - Gilîne Bo Kevirên Reş

    I
    dihatin van dergehên lê tirsa şêran ji bîr bûyî
    siwarçakên li ser zar û zimanê wan cerda dûvpişkê
    tevî aştîya xwe ya pelixî li binê şingeşinga siman
    dihatin warê gamêşên li nava gil û hîşê gevizî
    belam ez bûm li xaça dara nemirîyê, bi dî çepikên
    ku guleke tûre dixeniqandin bi bêhn û buxza
    li binîya baxê Mela û Selmayê; strana hevrîşimê

    nexwe bi şeveke berdîberdan bi xwe vedabim bi xwe
    pîroz dikim mirina qewmê xwe yê tûle
    li hewş û asîtana kewtekewta gula Mihemed
    dikim gurz vê nimêja li ber vê dara berbad
    dikim dua, dikim dua, dikim dua, ji bo ku ba
    gotinên kok î tixis bizûrîne li bajêr ji vir û ha

    II
    qewmê kelek î gelekî ketî ji dolab û dek
    kurê govenda ku di zang û zinaran de kîp bûye
    keça zemawenda ku li karwanê xwe rîp bûye
    lo kurno, lê keçnê, li nava vê himûguma bejnên çivîyayî
    xûz bibine ser jidayîkbûna vî zimanê serserî
    pîroz bikin rabûna çemê har li ber û berê bircan
    ku ji nava gewdeyê vîyanê de bilind dibin
    lew lalûtetîya we ye tekane milk û samanê we
    pîroz bikin kuştina bavê ku hogirê dûvpişkê ye
    lew bajar dêya we ye, jar, asîka gulê ye

    III
    bi rojên ji qizwanan, dûr ji kûvîbizinên li gelîyên Barzan
    kevan im bi ser gewdeyê bajêr ê cejnên keldûman de
    gelo, dizikrînim, gelo kuta bû nimêja min û Te,
    lo Ehmed, lo qendîla şarên bêşiûr û bêşiîr?
    kî heye Xalidê kurê Welid serkut bike
    ê ku dadide dengê min ê berbangî, şikestî?
    tu nebûyî qey, ê ku bi xewnan porê min
    miz dida, dikêlimî:
    "Ez im pirs dikim, bav û kalên te yên Pinyanişî
    bi tirs dikim!"
    nexwe, wekî dêya xwe ya ku radiweşîne toza geşedanê,
    em hembêz bikin van kevirên reş î nêr û mê
    kelamên razbar î li wan kolayî beşbelek bikin

    em bizivirin, veçerx bibin li dora hêjîra havînî
    ya ku bê na bejn davêje esmanê li dara xaçê

    IV
    bi rojên li dûrî qewmê ku xewtêşkê lê danîye
    li ber û berê bircên ku eyloyên pîr î mîr lê datanîn
    dijimêrim mêvanên ku belapêşkarî wî bûn:
    pêşî şêrên xwe yên bişiûr berdan ser van dergehan
    kilam qewsik bû, revîyame ber guhanên Purmayeyê
    hê pirr maye, xwe bisû lo, da ku wê hingê bibî Gawe
    heftokan ji dawa xwe de birijîne, paşê,
    berê xwe bide xwe, paşê da ku nebî şervanê şaş.
    paşê hêstirê spî îx kir li ber kevirên reş
    wî zilamê gewdepûç î bêsûret ê çolistana firawan
    – zivistana erûza zirz wî anî bi xwe re, fetahê duyem
    ê hişkbûna kemberok û şîlana bêsînor, ê zimanê tol* –
    ev e gava ku awir kîp li ala li banê gerdûnê
    dest li ser zivirîya kevirên kesirî yên reş

    li ber nexşeya xwîndar a heyvik û stêrka berbadkirî
    li ber qeterehmîya nifşên ku diweşin ji dara xwe ya Arî

    V
    belam wê ji dê bipirse Sîyabendê Melek ê qewmê kelek:
    bo çi Purmaye, bo çi gewdeyê te kuna maran e?
    bo çi hê pirr maye dakevime bajaran e?
    bo çi ji hewşê ta çîyê avreşîn nekim warê Kardoxan e?
    bo çi careke din hilnekim agirê kulan e?
    şîrheram im, tîrheram im, jîrheram im, bîrheram im
    madam her şaş derketin, hemû caran çetin, ketin,
    dîsa ez bim qesasê serê qewmê çêlek

    VI
    tu jî bibêje strana gewrîya xwe, a berbad
    li ber qeterehmîya nifşên ku diweşin ji dara xwe ya Arî

    Kawa Nemir
    22'yê Adara 2007'an – 16'ê Gelawêja 2007'an
    Amed & Stembol

    * Kûçikê tirsonek.
    *ji hevpeyvîna Kawa Nemir û Arjen Arî ya di radyoya ses' ê de. sala 2013ê.



    2017.09.14-13:49 | xendekî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    qiseyên ecêb yên felsefîk li ser qanala gulsumakê [1]
    Youtubewan Gîska gerok û 3 cixarekêşên kurmanc kom bûne li ser maseye...
    spd [1]
    kurteya shimano pedaling dynamics e. sîstema qifilkirina pedal...
    ercan bingöl [1]
    stranbêjê ki vê strana
    delal dibije. ez pîr ...
    kawa nemir [1]
    Sed heb bîra jî vexwê yekî nikarê ji hişê xwe ve ev qas biçe. Bira...
    pishokaserducherxe.blogspot.com [1]
    bloga yûsiv hemed e. par di wê roja pîroz 27'ê mijdarê de ji xwe re bl...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » gilîne bo kevirên reş
    » kevirên bendewariyê
    » rêşaş

    Kategoriyên mijarê:: wejehlbst wejehlbst wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî