Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
nivîskarên ku hejmaran bi tirkî dixwînin - tirşik
nivîskarên ku hejmaran bi tirkî dixwînin

Navê mijarê ya ewil ev bû:nivîskarên 30 weke otuz dixwînin
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fikir dikim çend nivîskar hene ku di metinên kurdî de jimareyan bi tirkî dixwînin



18.09.2017 00:35 | mindal

2. ne piraniya tirşikvanan in ji ber ku piraniya tirşikvanan, ji zaroktiya xwe ve bi jixwe bi kurdî dizanin. tenê belkî paşê ji bîr kiribin û dû re dîsa bi pêş xistibin. loma di binehişê wan de kurdî her hebûye.
lê dema mirov, zimanekê ji serî ve hîn bibe, rewşek wisa derdikeve holê.
weke mînak di nivîsên îngîlîzî de, ez hejmaran bi tirkî dixwînim di dilê xwe de. ji ber ku wisa bileztir e *

eleqeya wê tune lê bîranînek hat bîra min; diya min piştî saliya xwe fîlan hînî xwendinê bû. tabî rastrast hînî xwendina kurdî bû. bi pirtûka evîna pinhan destpê kiribû. rojekê di azadiya welat de nûçeyek dixwend. paşê li me vegeriya û got: yên me çima her tiştî bi kurdî dinivîsin lê hejmaran bi tirkî dinivîsin??
belkî di binehişê van nivîskaran de jî hemû hejmar bi tirkî bin...



18.09.2017 20:24 | simurg56

3. Mixabin ez jî yek ji wan im hetta min sernavê vê mijarê jî "otuz" xwend. Dema tirkî dixwînim xeletîya xwe fahm dikim paşî ji nûve kurdî dixwînim. Nizanim ka sedem çi ye tirkî dixwînim herhal zordestîya tirkî ye ku avabûye mejîya min de.



19.09.2017 18:15 | azad30

4. ez zehv paşê tirkîtî hîn bûm lê ez jî gele cara hejmaran bi Tirkî dixûnim.
him di metnên kurdî da him jî yên îngîlîzî da ez hejmaran tirkîtî dixînim.
eva tiştekî paşê kurdî hînbûnê va girêdayî nîn e..



19.09.2017 23:34 | bûtîmar

5. Tişta ku hertim tê serê min e. Dema bi kurdî ango bi ingilîzî bixwunim hejmaran teqez bi tirkî dixwînim.
Serboriyekî min li ser vê mijarê jî heye. Carek Li elmanyayê çûme firoşgehek a amûrên elektronîk ji bo guhertoya windows 8 bixwezim. Keçikek hat li ba min û pirsî ku ez çi dixwezim. Min jî pirsî ku ingilîzî zane an na. Got ez zanim û min jî jê pirsî guhertoya window 8 (sekiz) heye. Keçik şok * sekiz ?

Bi rastî jî sedema vê mereq dikim. Dibe ku ji ber ku em bi zimanê tirkî matematîk hîn bûne û wisa ketiye binhişê me.



18.11.2018 10:30 | xelîl

6. bi piranî jî dema hejmara telefonê ji yekê/î re dibêjin/m :/

min berê wisa dixwend lê aniha heta ji min tê ez baldar dibim.
gelek caran ez si nivîsên tirkî de jî ez hejmara bi kurdî dixwenim sjsjsj
(bnr: avantajên twîttirê)



08.06.2020 11:38 ~11:41 | merwano

7. (bnr: simurg ellî alti)



01.09.2021 00:05 | xelîl

8. (bnr: hûn ne tenê ne)



01.09.2021 00:40 | heval.js

9. Bi piranî modelên telefona, ji ber ku bi wî navî tên firotin.



01.09.2021 15:12 | merwano

10. (bnr: nivîskarên ku hejmara kurdî dixwînin)



01.09.2021 15:50 | pîroz

11. Di bin bandora bîrkariyê de mane. Ji ber ku cara pêşî bi tirkî hîn bûne, weha di mêjî de cih girtiye. Lê li ser vê meselê gelek req im. Di nivîsên tirkî de jî hejmaran bi kurdî dixwînim.



02.09.2021 00:00 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên sirgûnê
» tirkî fikirîn û kurdî gotin

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî