Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurd û teriqeta neqşîbendî - tirşik
kurd û teriqeta neqşîbendî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Eşîret û terîqet du ruknên herî xurt yên miletê kurd in ku em xwe lêdigirin û pê organîze dikin û dikarin bi wan xwe li hemberî miletên cîran jî biparêzin.
Hetta îro Jiber ku tirk wan herdûyan rexne dikin rewşenbirên me yên bakûr şerm kirin qala wan herdûyan bikin. lê li ser mijara eşîret û teriqetên kurdan dive bi sedan lekolin bên çêkirin.

di nav teriqetan de bi taybetî şûna yekî pir giring e. (bnr: terîqeta neqşîbendî).
jiber ku;
(bnr: neqşîbendî bûna barzanî)
(bnr: teriqeta menzîl)
(bnr: Şêx maşûq xeznewî)
(bnr: mewlana xalidê neqşibendî yê şehrizorî)
(bnr: qazî mihemed)
(bnr: Şex seîd)

hevaleka min îro qala kurdên neqşîbendî ku çûne endonezyayê kir. kurdên neqşibendî zemanên berê hetta endonezyayê çûne û xizmeta wê teriqetê li vêr kirine.



19.09.2017 20:05 ~2017.09.20 13:36 | cinorek

2. Ev sed û sîh sal in serhildanén kurdan én girîng bi pêşengiya nûnerén vê terîqetê tê bi rêvebirin.
Mînak şêx ubeydilla.
Mînak şêx evdiselam.
Mînak şêx seîd.
Qazî mihemed û hwd.



19.09.2017 20:12 | hêvî

3. Yek ji xelkeya silsileya neqşibendiyyê xwaceh ûsîbê hemedanî ye.
Mina mewlana xalîd ew jî kurd e.
Merax dikim tirkên neqşibendî çawa ji mirîdên xwe re qala wan dikin.
Ne zor e ku texmin bikin. Seba wan pexember (p.b.h) jî tirk e, îmamê ebû xenîfe jî.



20.09.2017 13:50 ~13:51 | elaziz izzetpasa camii

4. Tiştên ku dizanim gelemperî bi dimilkî diaxivin. Mamosteya min jî Neqşîbendî bû. Dema min jê re got tu kurd î? Got na, çawa ku ji kurdan re bibêjin tu tirk î, û ji me re jî bibêjin tu kurd î eynî ye. Welle pirr aciz bûm û em ketin nav nîqaşê. Bi rastî jî serê wan ewqas hişk e ku bibêjî bes.



29.07.2020 12:30 ~13:08 | yûsiv

5. Gotina yûsiv di cî de ye. Ez jî yekî dimilîyek dikarim ev gotinê dûbare bikim. Rastî jî neqşîbendî di nava dimilîyan zêde ne. Berê gundê me da serê her malê şêxê wan hebû. Mirîdên kîjan şêx zêde biba ev nîşana mezintiya ev şêx dida. Ev tişt Di nav gundiyên nezan û nedîtî da dibû gengeşiyek, şanaziyek * dewr û dewran bihurî ev şêxitî ev baweriya pûç û vala li ba me kêm bû di nifşên nû de belkî xilas bibe jî bandora ku li ser me mayî ye û zirar daye me naqede.
Bandorekî çawa? Bi navê ol û dîn asîmîlasyon: Mînak bavê min e. Tu jê re bipirsî bêjî hûn kurd in yan na? Bi ev pirs aciz dibe wekî Kurdên ku ji axaftina zimanê xwe şerm dikin, kompleksek bi vî rengî li ba wan çêbûye. Ev kompleks bi piçûkdîtina netew û ziman çênebûye bi ol û baweriya wan di nav mejîyê wan cîh girtiye.



29.07.2020 12:56 ~12:57 | kajav

6. alî kurdên xwefiroşa rêya fermanberî-(memur) ye. kemasîyê min nenêrin hema nav kurdên meletî û semsûrê da zehfin. birastî mixabin meletî êdî bajarekî kurda nîne



30.07.2020 01:15 | doesntmatter

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdistan time

Kategoriyên mijarê:: geruturistik ziman oldin geruturistik ziman oldin geruturistik ziman oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî