Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
nifir û dua - tirşik
nifir û dua | 2017
Nivîskar: asmîn uyanik | kurdî | folklor nifir dua | 107 rûpel

xebateka foklorîk e, ji hêla asmîn uyanikê ve hatiye berhevkirin û ji weşanên wardozê îsal di nab seta folklorê de çap bû. tê de ji herêmên amedê û mê...
nifir û dua
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. xebata foklorîk a asmîn uyanikê ye. îsal ji nav weşanên wardozê der çû.
ji herêmên amedê û mêrdînê nifir û dua hatine berhev kirin.

*jêrnîşe: berhevkar ji lobiya jinên tirşikê ye. ;)



03.10.2017 09:44 | xendekî

2. omer faruq baran li ser vê pirtûkê nivîsek xweş nivîsye:
nifirên moderîn dixwazim - Here lînkê



03.10.2017 09:46 | xendekî


4. pirtûkeke xweş û cûda ye. tê de gelek nifir hene. ya ecêb ew e ku nifir hatine kategorîzekirin jî;

- nifirên li ser qeza, bela û nexweşiyê
mînak: birûska meha gulanê li te keve, ziman di devê te de biwerime

- nifirên li ser miraz û bextî
mînak: hine li kefa destê ne nekeve, xwedê te ji bavê te re neke zilam

- nifirên li ser risq û nisîbî
mînak: çavê te tim li derîya be, nanê te li ser pişta kîvroşkê be

- nifirên li ser mal û malbat û zurîyetê
mînak: koka te bibe koka gulika biharê, malik mîrat bûyo û mîratxur nemayo.

- nifirên li ser êş û azar û şîn û mirinê
mînak: goştê te bihele tu bibî komek hestî, weyla kezeva te li dar û devîya bigere

- nifirên li ser kêmxistin û bêrûmetkirinê
mînak: bi kuştinek bêşûştin herî, tu qurbana heft kera bî

lê ev kategorîzayon sedî sed ne rast e. jixwe ne pêkan e mirov hemû nifiran bikare têxe yek ji van kategorîyan lê belê ez dibêm hinek jê hene ku mirov dikariya şûna yek ji van kategorîyanî têxe yekî din.
neyse, berhevkarîyek baş e. min hê beşa duayan nexwendiye.



11.11.2018 21:50 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nifir û dua
» dual-clutch transmission

Kategoriyên mijarê:: weje pirtukweje weje pirtukweje weje pirtukweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî