Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 38 peyam
rabûn û rûniştin - tirşik
rabûn û rûniştin
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîseka dîdaktîk a kamûran elî bedirxan e, di hejmara 30ê ya hawarê de çap bûye:

Rabûn û Rûniştin
Kurd gelek bi edeb û terbiye ne. Rabûn û rûniştina wan, dan û standina wan bi rêz û tertîb e, xwediyê gotina xwe ne, paşgotiniya xelkê nakin.
Pir naxêvin, gotina xwe bê sebeb dirêj nakin; gava "erê " dibêjin erê ye û gava "no" dibêjin no ye. Beriya ko tiştekî bêjin wî tiştî xweş didin eqlê xwe û êdî ji gotina xwe bi şûn da venagerin. Heke wad ( soz) dan poşman nabin, bi dilxweşî û ciwamêrî wada xwe tînin cih.
Qencî û xirabiya ko ji wan re hate kirin, ji bîr nakin; heke dijminê wan kete bextê wan, di sûcê wî diborin.
Lê ez dibînim, hinên di wan rêz û rêzikên bav û kalên xwe ji bîr kirine û bi adetên miletê biyanî ên nexweş ' emel dikin. Ev tiştekî ne çak e, xerab e. Divê mirov dev ji adetên bav û pêşiyên xwe ên qenc bernede.
Tenbî û qeydeyên jêrîn ji bona wan in :
- Gava ji kesekî tiştekî dixwazin, mebêjin "bide min" , lê bêjin " ji kerema xwe bide min.
- Ko ji we re tiştek hate dan, "spas" bêjin û pê dilxweşî û minetdariya xwe bidin zanîn.
- Gava kesek dibêje " kerem ke " , lê vegerînin û bêjin " di nav keremê de bimînî".
- Heke kesekî banî we kir, "lebê" an "fermo" , an "ez xulam" , "ez gorî" , "ez qurban" bibêjin. Kurd hemî wusa dibêjin.
- Ko kesek ji we tiştek pirsî "erê" an "no" , "dizanim " an "nizanim" bêjin; "hi" "ho" mebêjin û serê xwe mehejînin; ev kêmasiyek e.
- Gava hûn tiştekî vedixwin, bi edeb û usûl vexwin; hêdî hêdî û bêdeng bikişînin; yên dora xwe aciz mekin.
- Wadê hûn li ser xwarinê ne û parî di devê we de ye, milçemiç û çelqûçeq mekin.
- Heke hûn di civatekê de di nav xelkê de rûniştî ne, bi qirpeqirpa qirika xwe karîbin; hevalên dora xwe aciz mekin, nemaze ev tiştekî pir 'eyb e; kêmaniyeke mezin e.
- Pêşbirî li jin û zarokan mekin; rê li wan mebirin.
- Wadê hûn daxêvin, dengê xwe bilind mekin û heke mirovek dipeyive, gotina wî mebirin û beriya ko ew gotina xwe biqedîne dest bi axaftinê mekin.
- Her rastiyê bibêjin; derewker rûreş in.
- Dest û tiliyên xwe mekin dev û difin û guhê xwe û wan pê paqij mekin.
- Wadê hûn dikuxin an dibihnijin, destê xwe û hêj çêtir destmala xwe bidin ber devê xwe.
- Li erdê tif mekin. Goşt û xwarina ber diranan tû mekin erdê. Ariya cigara xwe di nav civatê de mexweşînin erdê.
- Li zarokan medin; wan pir meêşînin; wan tirsiyandî û çavşikênandî mekin, ew pê derewîn dibin.
- Çiqas jî (hûn) bixeyîdin dijûna mekin; xeberên xerab mebêjin.
- Bê sebeb sond mexwin; bê îşekî giran xelkê medin ber sondan.
- Di nav axaftinê de bi serê bav û pêşiyên xwe sond mexwin û bi serê bav û kalên xelkê û goran wan jî sond mexwin; ev tiştekî zehf qirêt e.
- Gava ko hûn tên malekê û banî we dikin ser xwarinê, bi derew mebêjin "em têr in" û werin ser sifrê. Wadê ji we tiştek tê pirsîn, xweş bala xwe bidin heta hûn bikarin cihabê lê vegerînin.
- Gava kesek ji we re tiştekî dibêje an qise dike, bi lez û bez mebêjin "ez dizanim"; guhê xwe bidin ser galgala wî; bi bala fireh mirov hêj çêtir di'elime.
- Ern û bihintengî tiştine neqenc in; nemaze li ber mirovên qels û belengaz û jin û zarokan; dilşikestina wan kêmasiyek e.
- Çavsoriya xwe li xurtan bikin, li yên di ser xwe re bikin; ne li yên di bin xwe re, ne li yên kêmî xwe.

Kamiran Alî Bedirxan
(Hawar; hejmar 30)



19.10.2017 17:18 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» rabûn pêdarê

Kategoriyên mijarê:: jiyan cand jiyan cand jiyan cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî