Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
gelê bakurê kurdîstanê vs gelê başurê kurdîstanê - tirşik
gelê bakurê kurdîstanê vs gelê başurê kurdîstanê
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ev mijara jorîn tenê bi serê xwe ve sembola perçebûnêye, nîşana hetîketîya civakek şeq buyîye ku derûnîya civakekê serûbîn kirîye. Her çibe em hatine perçe kirin û pêwîste em hevûdû hişyar bikin da ku em nigehine rojên xweş.

Ezê vê mijarê de li ser hezkirina "êdin" ê bikim yanî alîyekî hezkirina bakurîyan bo başur û hezkirina başurîyan bo bakur.

Gelê bakur sedî 90 ê zêdetir hej başur dikin hizra wan dikin qencî û başîya wan dixwazin hûn berêxwenedin ku niha ji ber ketina kerkûkê kurdên bakur "bêdengin" rewşa niha a bakur li gorî min hem ji ber ohal ê hem jî sedema mezin ji ber encama şerên xendeka na wekî din di sereke mijara bakur rewşa başur e. Û hemû pêkhateyên bakur ji ber rewşa bakur ketine stres û depresyonê.

Mixabin heta nihe çend kes çobîte başur evdekê xwedê jî tiştek baş nabêjît dibêjin hej bakur nakin xweş miamele nakin hetta pêtir qîmet didin tirka û heyranê tirkane li wan temaşe dikin artîstê wan guhdar dikin xwe dişîbînin wan . Di demên tengav de jî heta nihe çi xêra negehiştîye bakur



22.10.2017 18:57 | azad30

2. dana berhev ya du beşên heman gelî ye.
em kurtî bêjin;
gelê başûr, çanda xwe çêtir parastine. sedema vê yekê jî ew e ku bajarên wan û yên ereban ji hev cûda ne û ereban mîna tirkan nekarîne polîtîkayên asîmîlasyonê bimeşînin. tu carî negotina zimanek an jî gelek wisa tune fîlan. şûna înkarkirinê, tunekirinê ceribandine. em dikarin bêjin ku vê yekê zêdetir alîkariya parastina nasnameya kurd kiriye. ji aliyê din ve, gelê başûr hînî xwarinê bûye. ev nêzikî 30 sal in, xwe îdare dikin lê ji bilî xwarina pereyên petrolê tu tiştî neafirandine. weke mînak hê jî nekarîne bingeha elektrîkê çêkin û elektrîkê bidin bajarên xwe.
di gelê başûr de heyecana afirandina miletekî û avakirina dewletekî tune.

gelê bakur, berxwedêr e. li dijî artêşa duyemîn ya natoyê, nêzikî 30 sal in şer dike, bi ser nakeve lê têk jî naçe. gelê bakur, ji tunebûnê tê. him ji ber polîtîkayên serkeftî ya asîmîlayonê ya tirkiyê, him jî ji ber polîtîkayên rêxistinê, çanda xwe û bi taybetî zimanê xwe wenda dikin.
di gelê bakur de heyecan û îradeyek gelek bilind heye ji bo xweseriya xwe. jixwe mînaka wê rojava bixwe ye. rojava ji tunebûnê tê avakirin. tenê di 4-5 salan de artêşek yekgirtî hat avakirin, li gel wêranbûna bajaran, bingehên bajaran ji nû ve tên avakirin, ji bo perwerdehiyê berxwedanek mezin heye.
binêrin ez ê mînakek gelek ecêb bêjim; li rojavayê komek heye ku ji bo ku di komputerên fermî de zimanê kurdî bi kar bînin, dixebitin. ji bo vê yekê li ser ubuntuyê dixebitin. li gel ku başûr ev 25-30 sal in xweser, heta federal e; hê jî windowsa kurdî tune. googla kurdî hema bêje tune fîlan.


gelê kurd yek e lê mixabin ji ber cûdabûna partî û rêxistinan, cûdahî di navbera beşên wê de hene.



22.10.2017 20:47 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» gelê bakurê kurdîstanê vs gelê başurê kurdîstanê
» gelê katalonyayê çawa zimanê parast

Kategoriyên mijarê:: dirok dirok dirok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî