Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
amîş - tirşik
amîş
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê gelekî amerîkî ye. amîş, navê bi elmanî ya pensîlvanyayê ye.
ev nav, her wiha navê mezhebekî xirîsyanîyê ye. jixwe taybetiya vî gelî jî ev mezheba wan e.

endamên vê mezhebê, hema bêje tu tiştê teknolojîk bi kar naynin. ji ber neçariyê, zarokên xwe ji bo dibistana seretayî, dişînin mektebên dewletê lê bêtir naxwînin. naçin leşkeriyê jî.
elektrîkê, telefonan, erebeyan û hwd. bi kar naynin. girtin fotografan jî qedexe ye.
hejmara wan ji 300.000an zêdetir e. avakerê mezhebê jakob ammann, ji swîsreyê ye.

mûrîdên vî mezhebî, di sedsala 18emîn de ji ewropayê bar kirine amerîkayê û kanadayê. gelek ji wan hê jî bi elmanî dipeyivin. gelek ji wan 6-7 zarok tînin dinyayê. loma nifûsa wan, 4-5 caran ji xelkê normal yê amerîkayê bileztir zêde dibe.



14.11.2017 20:56 | simurg56

2. Bi Elmaniya kevn diaxivin. Qiyafetên wan wek amîşên 300 salan berê ye. Mêrên wan kum û taximên reş li xwe dikin û heke zewicî be rih berdidin lê xwe bê simbêl dihêlin. Jinên wan jî kîrasên reş û dirêj li xwe dikin.
Tiştên modern bi kar nayînin.
Gava Zarokên amîş dibin şazdeh salî diçin dervê gundên/bajarên amîşê û jiyana kesên ne amîş dibînin. Jê re dibêjin rumspringa. Piştî rumspringa biryara xwe didin li cem Amîşan bimînin an na.



14.11.2017 22:08 ~22:09 | cûndûllah el-kurdî

3. (bnr: amişk)*



23.07.2019 01:23 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» amîş

Kategoriyên mijarê:: cand cand cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî