Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
modaya tweetên bi kurdî - tirşik
modaya tweetên bi kurdî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Modaya ku çawan hatiye wê wisa jî here.

Ku bi min bimîne pêwîstiya kurdî bi hevokên direj heye. Îro kurdî divê bi nivîsên dirêj, raveker, şayeskirî, felsefî, rojaneyî, zanistî, vebêjînî û bi hevokên tijî û têkel û ji derî asayî werê bikaranîn. Hevokên kin û kurt ne dermanê kurdî ye vêga. Pêwîste mirov hestên xwe, ramanên xwe, agahiyên xwe, bîrdoz û baweriyên xwe, rexneyên xwe, felsefeya jiyarên xwe, pêşbîniyên xwe bi zimaneke tijî, xweşik û rewan wek kurdî binivîse û bi lêv bike.
Heta karibin binivîsin lawo heta karibin.



28.11.2017 04:08 | rûbar

2. twetên bi kurdî çima mode dibe min fêm nekir. yên kurdî dizanin, fêrî xwendin û nivîsandinê bûne bi awayekî asayî emelên xwe jî bi kurdî dikin. ma qebhet e? ha bila xwendinên xwe bi kurdî bikin lê twitên xwe bi tirkî biavêjin? yanî bo ku nebe moda kurdî nenivîsin? bi rastî jî hûn komîk in ha. di twitê de sînora herfan heye loma tu nikarî dirêj binivîsî. bi tirkî be jî nikarî bi tirkî be jî nikarî wêga çi ? hindê bila kes twit kar neyêne.
neyse bi ya min twit tistekî berredayî ye lê ew rê li ber nivisandina metnên dirêj nagire



28.11.2017 20:19 | ferhenga şikestî

3. tweetên kurdî moda ye. Çimkî heweseke demî ye. Hatiye wê here jî. Li jiyanê ji tıştên demî re moda tê gotin. Ji ber ku li jiyanê herûher nîn in gotine moda û heweseke demî ye. Ez rewşa zarawayê soranî nizanim. Lê bi dîtina min ew li twitterê ne moda ye.

hinek mirov hene çi qas guneh in. Yaw xwedê jê razî ma tiştek jî nizanî. Yaw layiqî çi be xwedê wî bidê te lê ma tiştek jî nîn e tu têrbaş dizanî, her tiştî kinê minê dizanî. Yaw welle ji bo we dibêjim çawa wisa jiyan dikin, çilo ew qas xwe bawerin, çawa dikarin xwebixwe ev qas pêkenî dikin. çawa dikarin derheqê her mijarê de xwey fikrek dibin û xwe rasttirîn dinêrin. heyf û guneh e birayê mino heyf û guneh e. min we birî, zarokên we, newiyên we jî guneh e lawo. ma hîç ewana jî naramînin. welleh guneh e keko bîlleh guneh e.

insanên ku vê entryê dixwînin ji bona ku ez çi dibêjim baş fêm bikin mînakek bidim, inşaela evê bibe mînakek raveker. demekê li tirşikê entryên bi zarawayê kirmanckî moda bibû. sê çar kes belkî jî ne evqas hebûn bi kirmanckîzarî peyaman dinivîsand. ev hewesek demî bû çawa hat wisa jî çû. tweetên kurmancî jî eynî wisa moda ye, heweseke demî ye.

dîsa eger mînakek bidim bi navê shorbevan tirşikvanek hebû. gelek dinivîsand. gerçî her kes dizanê tirşikê dikir wek şorbe. digel vê yekê min jê nefret filan nedikir heta belkî carinan kêfa me dianî min his jî dikir. hê jî navê wî di lîsteya tirşikvanan de li jor e. ew jî hewes kir çû twiterê. min jî li twitterê wî şopand. lê min dizanibû hewesê wî hewesek demî ye. evê biçê. wilo jî bû. wayê mehek çêbûye tweetek neavêtiye. ez behsa shorbevanê ku em dizanin dikim ha. mehek bûye tweetekî jî neşiyandiye dibêjim. de werin hûn bihesibînin moda ye an na?

gerçî moda be çi nebe çi? insanên guneh dîsa guneh in. gunehê min li wana tê. çawa dikarin ew xirabiyê ji xwe re çêdikin. ma piçek jî xwe his nakin ji boy xwedê!



28.11.2017 21:39 | rûbar

4. Nîvê tweetên kurdî vêga herin meyzênin hûnê bibînin çarîneyên helbestan e. Yan jî beşek helbestan û nîvîsan e. Û nizanim gatinên pêşiyan û wekî wana filan in. Nîvê din jî nûçe ne. Gerçî tiştik nema lê tweetên ku ji wan cuda hebin jî gelek kêm in, kin in, beredayî ne, wateyek dernabirê, bi kêrî tu tiştî nayê.

Digel vê min nego konên xwe hilênin û biçin heyran!
Min negot êdî bi tirkî tweet bişînin. Min negot twiterê biterikînin jî.

Ez dibêm dibînim ku tweetên kurdî moda ye, hewesek e, demî ye, ewê nemînê. Hişyarî didim bikarhênerên twiterê da ku dest jê helbest û nuçeyan berdin. Kurdî tenê zimanê helbestan nîn e. Çawa latînî tenê li tip û ferhengan de tê bikaranîn li twiterê jî tenê ji bo nîvîsandina helbest û tiştên wisa tê bikaranîn di van rojan de. Tu fêde nagihîne li kurdan li gorî min.

Ez difikir im ku ger twitervanên kurd werin tirşikê li tirşikê binivîsînin ji bo wan û ji bo me hêj çêtir. An jî li twiterê awayek bikalîte binivîsînin ew jî çêdibe. Eger tirşik û wekî wê derdorên înteraktîf geş nebê wê twîter jî bikalîte nabê.

Do re mî fa sol la lê lo sî do, çi dibêje bavê mino.
Eger nebin yek ji min gotin hûnê herin yek bi yek.
Were lê çavreşa min.
Çavreşa min bê te nabim. Ez helandim. Çip çip dengê baranê ser sînîka savarê.

Dewletek dixwazim azad û serbixwe,
nikarim binivîsînim bi zimanê xwe,
hema bi pênc hevokek resen û ji xwe,
Çawanî başî, başim tu çawayî, ez jî başim.



29.11.2017 21:52 | rûbar

5. Sebeno çi beno bi kurdkî nuştîş kerdeneyêk heq û erja ya. Ziwanê embazanê kurdkî nuştoxanê vitvitêrî xo tekrar û qazî, serevde û minnetker o her çî ra verî gere xo ene ziwan ra fek ver ra de.



30.11.2017 00:53 | teberkerde

6. (bnr: rojbaş)



30.11.2017 19:09 ~19:10 | cinorek

7. bi şeref xelk giş qafê xwarine, bûne paranoyak. bêyî ku eciz bibe rûniştiye li ser twitên bi kurdî destan nivîsiye. hê jî li ser mafdariya xwe bi rijdî namilkeyên uber fantastîk belav dike. kurno twit e lan twit karê lewce û berredayîyan e.
kurdî divê li her dera jiyanê hebe twit, bazar, kuçe kolan û mal, dibistan hwd. ez dikarim bêjim ku min çend kes nas kirin ku bi saya sosyal medyayê fêrî kurdî bûne qene bi saya wan tiştan daxwaza fêrbûna di dilê wan kesan de geş bûye.



30.11.2017 21:32 ~21:33 | ferhenga şikestî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» modaya tweetên bi kurdî
» tweetên hinav di mirov de nahêlin
» kurdî vs korevî

Kategoriyên mijarê:: ziman komputerprogram jiyan yendin ziman komputerprogram jiyan yendin ziman komputerprogram jiyan yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî