Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 12 peyam
stockholm - tirşik
stockholm
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. paytaxt û bajarê herî xweşik a swêdê ye .



ji bo erasmusê hewce bû bajarek hilbijêrim.min jî got li stockholmê kurd pir in û min stockholmê hilbijart.ji 2 mehan hinek zêdetir e ku ez li stockholmê dijîm.ez ê vê nivîsê de hinek behsa vê bajar bikim.

li stockholmê bi derdora wê nêzikî 2 milyon kes dijî. piraniya bajêr ciwan in û nêzikî %25ê wî biyanî ne. mirov dikare ji her welatî mirovan li vir bibîne. lê herî zêde ji kurdistanê, tirkiyê, ji welatên ereb,somalî û ji Çînê mirov hene. nav bajarekî de hebûna gelek kesên biyanî tiştek gelek xweş e. elbet mu faşizmê wan neke * weke minak dema hûn siwarê trênê dibin, hûn dikarin her zimanî seh bikin. kurdî, tirkî,erebî hwd. bi tevahî li swêdê zêdetirî 100 hezar kurd dijîn. xwedî enstitü. komela û saziyên sivil in.



rewşa hewayê havînê pir xweş e lê zivistanê bawer im gelek xerab e * ji ber ku swêd welatekî nêzikê kutbaye. havinê roj, zivistanê jî şev gelek dirêhin. havinê nêzikê 18-19 saetan dinya ronahî ye.



gelê swêdê bi rastî demokrasi û hestê biratî di nav xwe de qebûl kirine. weke minak kurdên ku welatê xwe de nikarin bi zimanê xwe perwerdeya xwe bikin li vir dikarin. isal ji deh hezar zêdetir zarokên kurd wê bi zimanê xwe perwerde. taxên biyanî gelek tê de dijîn, di subwayê de bi zimanê hemûyan "biratî" hatiye nivîsandin. lê mixabin min kurdî nedît *



dibêjin "gelên welatên bakur gelek sar in". ji bo norveç, rusya û yên din nizanim lê ji bo swêdê ev kesin gotinek xelet e. hûn biçin ji jinekê navnişana derekê bipirsîn qasê ji destê wan tê dibin alîkarî. dijî biyaniyan jî bi rastî gelek ruken in û nijadperestiyê nakin.

pergala wan a perwerdeyê nizanim lê ev yek gelek baş xuya ye ku perwerdeya wan a zimanê ingilizî mukemmel e. hema bêje herkes ingilizî dizane û bi telafuzek spehî dikare biaxive. hewceye kurdistanê jî perwerdaya zimanê ingilizî baş bê dayîn. tiştek bi rastî gelek baş e.

di stockholmê de zêdetirî 20 hezar girav hene. hinek ji wan ew qas biçuk in mu nikare malek jî tê de çêke. lê xwezaya van giravan mukemmel e. hema bêje bi temamî daristanê Û ji hinekan hûn dikarin bikevin av jî .

kesekî ji welatekî din weke turist an jî xwendevan hatibe, warê aborî de, dibe ku gelek pirsgirêk bijî.ji ber ku jiyan gelek bûha ye. lê kesên li vir kar dike gelek baş pere kar dikin. weke minak garsonekî ku rojê 8 saetan û mehê 20 roj dişixule, mehekê de nêzikê 15-20 hezar kron kar dike.ev jî dike 4-5 hezar tl yê tirkan. tiştekê din jî ku min li vir dît û ez gelek bextewar bûm, edaleta belavkirina pereyan e. garsonek mehê 15-20 hezar kron bistîne, endezyarek(muhendis) jî 25-30 hezar kron distîne an jî bijişkek(doxtor) hinek ji vê zêdetir distîne.

kesê ku stockholm ji bo erasmusê difikire hewce ye bizane ku ev bajar aliyê aborî de pirsgirêk e.mesela min odeyek kirhe kiriye û ez ji bo mehekê 3500 kr (nêzikî 900tl) didim xweyê xêniyê. ger hûn bixwazin zêdetir agahî bistînin ji bo erasmusê, hûn dikarin bi min re bikevin têkiliyê.



03.06.2013 14:01 | brusk56

2. bajarê ku sendromên wê navdar in.

(bnr: sendroma stockholmê)



01.07.2013 19:30 | simurg56

3. bajarê ku jineke gelekî xweşik û şareza niha li wir dijiye ku me çend rojên ji bihuştê bi hev re derbas kirin.ax nîna axx.



09.08.2013 16:09 | reşkêşevê

4. paytexta entelÎjansiyaya kurdan..



12.10.2013 14:03 | endazer

5. qaso warê edebiyata kurdî li surgunê...



lê kanî van lehengên wêjeya surgunê bi qandî riba tirkan ci danûstendin kirine bi wêjevanên stockholmê re ku kurd û kurdî tê nasîn?



12.10.2013 15:02 | dîno

6. bajarê ku hêjayê 2-3 stenbol, 7-8 amedê ye.



25.01.2014 10:55 | brusk56

7. hin peyv hene ku gava mariv dibihîse xembariyek ecêb, hestek biyanî mariva dipêçe.. mesela radyoya yêrîvanê. gava ku vê peyvê reben tê guhê min eger wê demê pirr baş bim jî bayek wek ji sîbîryayê hatibe min dîl digire û ez di axaftina xwe de diterpilim ji wan peyvan yek jî Stockholm e.. gava dibêjim Stockholm, di heman demê de peyvên wek nêçariya kurdan, belengazî, hêjarî, wêran û talan, penaberiya bêveger, giranbûna kurdbûn hwd...

Stockholm paytexta kurdan ya dîasporayê ye kurdên ji bakur edebiyata xwe ya nivîskî di Stockholmê de afirandine entelîjansiya xwe li wir peyda ava kirine bandora wê hê jî didome çawa ku kurdên me di rojê de saetek tenê stranên xwe dikaribûn godarî bikirana û ew saetek dikaribûn bi salan bandora xwe nîşan bide Stockholm jî ji bo edebiyatê wisa ye..



25.01.2014 20:50 | ferhenga şikestî

8. Bajarê ku min dixwest rojek ji van deran birevim û biçim lê bi cih bibim. Lê êdî bila li min megre lew min ji xwe re hin bajarên din peyda kirin e. Herwekî marakeş êdî bûye bajarê xewnên min.



06.06.2014 00:00 | ceso

9. paytexta swêdê ye û ez jî ev deh meh e tê da xwe dihewînim.



28.09.2023 23:44 | kurê xelkê

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» stockholm

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî