15. (bnr: di muzîka kurdî de terza ciwan haco) |
|
26.12.2019 09:53 |
cinorek
|
16. bi strana keynê min wî nas kirîye. Dengê wî dişibe ciwan haco. Di rastî de jî ecêb e, çima nayê guhdarkirin? |
|
26.12.2019 14:39 |
kajav
|
17. Bi rastî dengê wî gelek xweşe têr û tijî ye |
|
26.12.2019 18:44 |
azad30
|
18. hunermendê çerxa felekê lê çep gerîyaye. bi enstrumentala nav muzîka wî de bi fikra min gihaye astek gerdûnî. yanî bi vê qabîlîyeta xwe dikarî bi rehetî bibûya hunermendek navûdeng ê elmanî an fransî. helbet dengê wî li gor taybetmendîyên kurdî terbiye bûye belkî wek kurdek nekare deng û derdê xwe li zimanek dî birikibîne. tenê ez qala potansîyela wî ya gerdûnî dikim. belam di muzîkê de ji vegotinê zêdetir ya muhîm newa, enstrumental e. dengê wî û naveroka stranên WÎ pir xweş, heyatî û li hev hatî ne. |
|
03.03.2020 02:29 |
hespêsor
|
19. piştî Ciwan Haco muzîkjenê herî serkeftî yê Kurd e bi ya min. Mixabin ciwanên me berê xwe da populîzmê û yên mîna wî di nav xwe de tune kirin. piştî sed salan nevîyên me wê li îro binêrin û ji bo ku me qedra heq dike ne da hunermendên wek Abbas Ahmed wê nifira li me bikin... |
|
13.04.2020 22:04 |
soryazyus
|
20. albûma wî ya bi tenê, muzîka wê hema bibêje bi tevahî muzîkên amerîkayê ye. Gava mirov gohdar dike, ne li almanyayê, mirov dibê qey abbas ahmed koçî dyayê kiriye, li wêrê dijî û di bin bandora muzîkên van deran maye. |
|
26.12.2020 03:04 ~13:38 |
mirovekirind
|
21. vê axirî bûye mêvanê bernameya kanaleke li ser youtubê ku birader pêşkêşvaniyê dike. civata ku danîne çendîn ne rû bi rû be jî civateke ji dil û xweş e. |
|
24.03.2021 15:42 |
xeyda
|
22. bi saya radyoya tirşikê navê wî ewil min bihîst, bi strana mesele ne ev a. |
|
13.08.2021 00:57 ~00:58 |
merwano
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |