Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    16 mijar û 24 peyam
    kamkaran - tirşik
    kamkaran
    (3) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. Kamkaran, malbateke Kurd ku ji heft birayan û xwîşkekê pêk tê, yek ji muzîkvan û muzîkarên Îranê û Kurdistanê ne. Repertuwara wan ji muzîka Kurd ya dewlemed û rengareng bi awazên tûj û ji rîtmên muzîka Iranê ya kalsîk pêk tê. Repertuwara muzîka Kurd gelek cur e û di dîroka xwe ya kevin de ra û şaxên xwe berdane nav laşên mirovan.



    Yekemîn konsêrta wan vedigere bo sala 1965 an li bajara Sine yê kû nemir Hesen Kamkar (bavikê wan) jî di vê konsêrtê da beşdar bû û bi xo violon dijenî. Kamkaran li sertaserê cîhanê konsêrt pêşkeş kirine; yek ji wan: sala 2003 an li merasim a pêşkeş kirina Xelata Nobel a aşitiyê bi Şîrîn Îbadî yê bû. Herwisa li piranîya festîvalên mezinên mûzîka dinyayê wekî WOMAD bi serperiştî ya Peter Gabriel û SummerStage a New York ê beşdar bûne û li gelek talarên Ewrûpa û Emrîka yê bi awayekî pir bi hêz bername îcra kirne û herdem rêz û aferîna sercem amadebûyan ji xwe re xelat kirnie.



    Endamên Girûpê



    * Hoşeng Kamkar - (serperişt û awazçêker)

    * Bîjen Kamkar - (yekem dengbêj û jenyara def, dehol, rubab)

    * Peşeng Kamkar - (jenyar a sentûr)

    * Qeşeng Kamkar - (jenyar a sêtar)

    * Erjeng Kamkar - (jenyar a tunbek)

    * Erselan Kamkar - (jenyar a berbet, ûd û vîolon)

    * Erdeşîr Kamkar - (jenyar a kemançe û qeyçek)

    * Erdewan Kamkar - (jenyar a sentûr)



    2013.09.06-20:23 | gulan

    2. http://www.radyoozgun.org/stran.asp?id=49&b=1

    min danasîna wan ji vê malperê girt.

    muzîka wan gelek bandor li ser min dike.

    dema ku derketin ser dika nobelê kes nizane ku ez çiqas bextewar bûm.



    2013.09.06-20:25 | gulan

    3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.09.06-22:37 | elegez

    4. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.09.07-23:39 | elegez

    5. dema ez piçÛK ( 15-16 salî ) BÛM sibeha havÎnÊ piştÎ tav di derket ez ji serban dihatim xwarÊ Û diçÛme bodrÛmÊ de. (bodrÛm ji bo em xwe ji gullebaranA dewletê bi parÊzin hatibÛ çÊkirin.) wÊ DEMÊ (2001) BANDA WA YA Bi NAVÊ AGirÊ zindo hebÛ. vÊca min ew band dikir teybÊ de Û xwe ber teybÊ RE dirÊj dikir. ew band çar-pÊnç caran xilas dibÛya lÊ hêjî min dixwest ez guhdar bikim.. hinavÊn me ji stranÊn wan reş bÛn lê dÎsa jî me dixwest em guhdar bikin..kuro ez naha difikirim Û ji xwe re dibêjim bi rastÎ em piçÛktiya xwe de gellek çalak bÛn.. naha tÛ ji zarokekÎ 15 salî bi pirsÊ gelo kamkaran kî ne wÊ ecÊbmayÎ li te biNÊrÊ..



    2013.11.01-18:15 | nan û av

    6. yekem car min neh saliya xwe de guhdarÎ stranÊ vÊ komÊ kir. rojekÎ mamÊ(ap) min ji amedê vegerÎya hat sÊrtê, bi xwe re qasetek kamkaran anÎ bÛ. hÊ jÎ ev qaset li ba min e. her çiqas min jÊ fÊm nedir jÎ, bi seetan min guhdarÎ dikir.



    2013.11.19-10:27 | xelîlêzer

    7. bi navê lay lay lorîneke dilorînin.. bavê mirov bimire ez bawer nakim ku ji vê stranê zêdetir mirov biêşîne..










    2013.11.19-20:38 | endazer

    8. (bnr: azîzim to gulekemî)



    2015.03.09-00:41 | xendekî

    9.










    2016.01.02-17:06 | quşxaneli

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [1]
    gotibû "sîleha serhildêran, ya îsyankaran, nîşana mirovbûna wan e...
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [10]
    Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e [5]
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    what can i do sometimes [1]
    dil heye bibêje "sometimes there's nothing you can do" lê zi...
    lêvanê [2]
    gotina ku ji bo curetevgerên mirovan yên wek maçkirin, firikandin, bih...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kamkaran

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî