Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kamkaran - tirşik
kamkaran
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kamkaran, malbateke Kurd ku ji heft birayan û xwîşkekê pêk tê, yek ji muzîkvan û muzîkarên Îranê û Kurdistanê ne. Repertuwara wan ji muzîka Kurd ya dewlemed û rengareng bi awazên tûj û ji rîtmên muzîka Iranê ya kalsîk pêk tê. Repertuwara muzîka Kurd gelek cur e û di dîroka xwe ya kevin de ra û şaxên xwe berdane nav laşên mirovan.



Yekemîn konsêrta wan vedigere bo sala 1965 an li bajara Sine yê kû nemir Hesen Kamkar (bavikê wan) jî di vê konsêrtê da beşdar bû û bi xo violon dijenî. Kamkaran li sertaserê cîhanê konsêrt pêşkeş kirine; yek ji wan: sala 2003 an li merasim a pêşkeş kirina Xelata Nobel a aşitiyê bi Şîrîn Îbadî yê bû. Herwisa li piranîya festîvalên mezinên mûzîka dinyayê wekî WOMAD bi serperiştî ya Peter Gabriel û SummerStage a New York ê beşdar bûne û li gelek talarên Ewrûpa û Emrîka yê bi awayekî pir bi hêz bername îcra kirne û herdem rêz û aferîna sercem amadebûyan ji xwe re xelat kirnie.



Endamên Girûpê



* Hoşeng Kamkar - (serperişt û awazçêker)

* Bîjen Kamkar - (yekem dengbêj û jenyara def, dehol, rubab)

* Peşeng Kamkar - (jenyar a sentûr)

* Qeşeng Kamkar - (jenyar a sêtar)

* Erjeng Kamkar - (jenyar a tunbek)

* Erselan Kamkar - (jenyar a berbet, ûd û vîolon)

* Erdeşîr Kamkar - (jenyar a kemançe û qeyçek)

* Erdewan Kamkar - (jenyar a sentûr)



06.09.2013 20:23 | gulan

2. http://www.radyoozgun.org/stran.asp?id=49&b=1

min danasîna wan ji vê malperê girt.

muzîka wan gelek bandor li ser min dike.

dema ku derketin ser dika nobelê kes nizane ku ez çiqas bextewar bûm.



06.09.2013 20:25 | gulan

3. dema ez piçÛK ( 15-16 salî ) BÛM sibeha havÎnÊ piştÎ tav di derket ez ji serban dihatim xwarÊ Û diçÛme bodrÛmÊ de. (bodrÛm ji bo em xwe ji gullebaranA dewletê bi parÊzin hatibÛ çÊkirin.) wÊ DEMÊ (2001) BANDA WA YA Bi NAVÊ AGirÊ zindo hebÛ. vÊca min ew band dikir teybÊ de Û xwe ber teybÊ RE dirÊj dikir. ew band çar-pÊnç caran xilas dibÛya lÊ hêjî min dixwest ez guhdar bikim.. hinavÊn me ji stranÊn wan reş bÛn lê dÎsa jî me dixwest em guhdar bikin..kuro ez naha difikirim Û ji xwe re dibêjim bi rastÎ em piçÛktiya xwe de gellek çalak bÛn.. naha tÛ ji zarokekÎ 15 salî bi pirsÊ gelo kamkaran kî ne wÊ ecÊbmayÎ li te biNÊrÊ..



01.11.2013 18:15 | nan û av

4. yekem car min neh saliya xwe de guhdarÎ stranÊ vÊ komÊ kir. rojekÎ mamÊ(ap) min ji amedê vegerÎya hat sÊrtê, bi xwe re qasetek kamkaran anÎ bÛ. hÊ jÎ ev qaset li ba min e. her çiqas min jÊ fÊm nedir jÎ, bi seetan min guhdarÎ dikir.



19.11.2013 10:27 | xelîlêzer

5. bi navê lay lay lorîneke dilorînin.. bavê mirov bimire ez bawer nakim ku ji vê stranê zêdetir mirov biêşîne..



19.11.2013 20:38 | endazer

6. (bnr: azîzim to gulekemî)



09.03.2015 00:41 | xendekî

7.



02.01.2016 17:06 | quşxaneli

8. Ev strana wan, şeva yeldayê, hinar, bîranîn û xweşî.





19.12.2022 00:44 | rizgarm

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kamkaran

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî