Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
asya dawid - tirşik
asya dawid
(2) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. youtubereke kurdeke jin e ku ev bûye çend roj dest bi youtubertiyê kiriye. min di twitterê de dîtibû hinek kêfa min jê re hat bi kurmanciya standard û bi zimanekî pak diaxive. vîdeoyên wê dê bêtir li ser mijarên jinan be lê bi qewlê wê 'ew ê mêran jî ji bîr neke'



11.12.2017 19:05 | sloujouc

2. li youtubê hesabekî ye ku navê xwediya wê zeynep davut e
ji vir hefteyeke berê danasîna qanala xwe bi videoyeke xweşik kiribû. bi rastî beriya mehekê felan ketibû bîra min ku ji 150 zêdetir blogên bi kurdî hene ango blogêr hene lê bes vlogêr hîç nîn e axirî hê devê min ziwa nebûyî ev canika delal li ser youtubê qanala xwe ragihand. ez bawer im em dikarin bêjin yekem youtubera kurd e.
du sê roj berê jî vloga xwe ya ewil weşand. ku we rastî bivê min hîç neeciband. vloga wê li ser paqijkirin û xweşikkirina rûyê jinan bû ango cilt bakımı (nizanim bi kurdî meriv çawa bihîne zimên, hevalên zana ger bigihîjin hawara min dê kêfxweş bim, heta ku hawar gêhişt ez ê bêjim xweşikkirina rûyî) helbet divê behsa tiştên wilo jî bike lê bes di videoya derbarê danasîna qanala xwe de gelek angaştên qerrase, gotinên mezin bi lêv kiribû. min hêvî jê ev bû ku di çend vlogên ewilîn de behsa tişt miştên giregir bikira.
a soxî dixwazim bêjim bi xêr be. behsa her çi jî bike ezê her temaşe bikim, jixwe min rûpela wê jî şopand lê divê xurt, qewî û dagirtî bibe. bo şop û rêçek li dû xwe bihêle



13.12.2017 15:12 ~15:14 | ferhenga şikestî

3. ser xêrê youtuberek kurd e, lê tabî ne yekem e. ((bnr: youtuberên kurd))
min dest bi şopandinê kir, ji ber ku hê 2 vîdeo weşandine, nikarim şîroveyek dûv û dirêj bikim. lê di vîdeoya xwe ya ewil de paşfonek din ya mûzîkê bi kar bianîya baştir bû, ev melodî zêde zêde berbilav e.



13.12.2017 22:20 ~22:21 | simurg56

4. keçeke xwînşêrîn e..



14.12.2017 13:33 | çarçoveya bextewariyê

5. nema vîdyoyan diweşîne. ez dibêm dev ji vî karî berda. halbukî bi enerjîyek mezin destpê kiribû. pêşniyara min jê re: bila ji xwe re yek ji mijarên vîdyoyên xwe yên berê hilbijêre û li tenê li ser wê mijarê vîdyoyan bikişîne. xwe li ser vê meselê bi pêş ve bibe û bi vî awayî vîdyoyên wê bibin çavkaniyên kêrhatî û berfireh.



09.09.2018 22:05 | simurg56

6. Bi angaştên qerresa dest pê kiribû, ji ser şîroveya min re du sal derbas bûne lê mixabin asyaxanim dev ji youtubê berdaye min niha lê nêrî hemî vîdeoyên xwe jê birine. Mixabin bazara kurdî li her platformê de wisa ye



30.11.2019 23:45 | ferhenga şikestî

7. Di youtubê de nekarî dewam bike. Sedema wê nizanim lê bala min jî kişandibû. Çimkî dema destpê kiribû pir bi kelecan bû. Em dikarim bêjin ku hê qene destpê jî nekiribû, yanî ewqas zû vemirî.
Bi ya min problem ne bazara kurdî ye. Belkî problemên şexsî bin. Ma hemû youtuber bi saya vîdyoyên xwe vîllayan dikirin? Piranî ji bo hovîtî dikin.



30.11.2019 23:53 | simurg56

8. Di nava youtuberên Kurd de hêviya min ji vê jinê hebû. Maşalê vegere û dîsa videoyan biweşîne. Wechê wê li ekranê tê.



30.11.2019 23:56 | biaqila malê

9. kêfa min zehv bi şêweya wê ra dihat lê aha ax hîn bûm ku xebatên xwe jê biriye ez xemgîn bûm.
Heyf.



01.12.2019 13:53 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» asya dawid

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî