1. Mixabin îro çêbûye. Niviskarê bi navê quto di vê (https://www.tirsik.net/p/2681/serdestiya-elewiyan-a-di-siyaset-capemeniya-kurdan-de/today) peyama xwe de behsa xiyar, xirr û gûnê xwe kiriye.. Eger dijberî û itirazeka mirov hebê lazim e mirov ne bi xirr û guna, bi delîlan iddiayan pûç derxênê. Piştî van heqaretan bi rastî êdî ez di Tirşikê de na nivîsim.. Xatirê we…. |
|
07.09.2013 00:07 |
nan û av
|
2. mixabin ev rewş yek ji taybetmendiyên karakterîstîk yên sempatîzanên pkkê ne.. pirraniya wan ji hebûna rexneyan û ji îronî û qerineyan bêhay û bêxeber in.. ji ber ku nikarin hiş û aqilê xwe bikar bînin dest davêjin xirrê xwe û heta êvarê li xwe xweş tînin.. wextekî kêmaqilek ji vê nifşê di tirşikê de ji ber ku min ji bo keveserokê kckê murat karayılan gotibû xwîna min lê ditevize yanî kêfa min jê re tê tu nemabû ji bo min negotibû.. yanî ne bi gotinên xelkê lê bi qebûl û qalib û şaştêgihiştinên xwe tevdigerin.. |
|
07.09.2013 00:39 |
endazer
|
3. heye ku hebe. lê ger hebe tşta ku pêwist e were kirin gilîkirina peyamên wisa ne. wê demê wê ji bo nivîskarê ku vê peyamê nivîsandiye hişyariyek were dayîn û wê peyam were jêbirin an jî sererastkirin. ger dubare, sêbare bibe jî wê nivîskar were jêbirin. |
|
07.09.2013 09:42 |
simurg56
|
4. Di peyama xwe ya pêşiyê de min hijmara peyamê da. Ev yek ji xwe wek giliyekî ye. Ez bawer im di wê peyamê de ne tenê li min, li hevalê endazer jî heqaret hatiye kirin. Lewra me her dû ya rexne li wê rewşê kiribû. Ev ne revek e. Sarbûnek e. Bi rastî ez gellek keyfê distênim kû di malperê de dinivîsim. Lê dema mirov kesên weha kû aqlê wan ne li serê wan, li derên wan yên din e dibînê, mirov yekcarî sar dibê kû binivîsê. |
|
07.09.2013 10:31 |
nan û av
|
5. ji ber ku heta niha peyamên ku tê de rasterast navê yekê hatiye hildan û dijûn lê hatiye kirin, hatine jêbirin; rewş nikare domdar be, ye. bûyera dawîn de jî wisa çêbûye. |
|
07.09.2013 10:33 |
simurg56
|
6. ***********mixabin ev rewş yek ji taybetmendiyên karakterîstîk yên sempatîzanên pkkê ne..********** |
|
07.09.2013 17:37 |
mastfirosh
|
7. min lep û pençên xwe neavêjtine tu kesî min bes berevaniya xwe kiriye û bersiva îdiayên derheqê xwe de daye.. ev rastiyek beloq û berbiçav e ku di nav nifş û jenerasyonên nû yên kurd de pişkek heye ku zêde zirz û serhişk e bi ya tu kesî nakin û pakiyê ji tu kesî nakin û hemû zilm û zordarî û neheqî û heqareta ji destê dewletê dîtin ji xwe re kirine kÎn û rik û eks û acizî û bêhntengî û bêtehemûlî û hildiperişkin ser serÛçavê xelkê.. tehemûl Û toleransa wan ji tu fikr û nêrînên cuda ji yên din re nîne.. tu dibêjî apo di parastina xwe ya di mehkemeya tirk de gotiye ''diya min jî tirk e, ez lêborÎnê ji hemû dêûbavên eskerên şehîdketî dixwazim û amade me ku ji bo saxî û silmaetiya dewletê çi bikeve ser milê min bikim..''û ev e jî belge û dokumnetên wê bi ser milê xwe re nabin xwe aciz dikin û dibêjin tu bi usul û uslûba dewletê diaxivî tu xayîn î û tu xwefiroş î tu mastfiroş î û nizanim çi û ne çi.. canik û camêran replÎkek ji devê hevalên xwe yên kemalîst û ulusolcu girtine û heta êvarî birbira wan e ''ne ji apo û nizanim kê bûya niha navê me hemûya tolgahan û alper tunga û sudenaz bû me nedikarî em bi vî rengî bêtirs û perwa bi kurdî biaxivin û binivîsin.. '' tişta ku ji van canik û camêran re edet e ji xelkê re qibhet e.. dikarin li ser platformên xwe heta êvarî bi dijûnên nebihîstî û nebînayî tu sitar û mehwarê li bin navên muxalÎf yên wekê kemal burkay û ibrahim güçlü û mesud barzanî û şivan perwer filan nehêlin lê dema xwelÎserek rêya xwe şaş bike û ji serok û rêberên taxima ku digirin re tiştekî bêje cihde û bi dest xwe re xwe dîn û har dikin û dest bi destanên ''kurtuluş savaşı''yê dikin.. erê we tenê berdêl da, dema ku li serê çiyê û di hebs û zindanan de we li ber xwe dida me di kaşana û villayên xwe yên li ber behrê de bi keçikên porzer û çavşÎn re vîskiya xwe fir dikir.. |
|
07.09.2013 18:23 |
endazer
|
8. êdî bûye rastiyek beçav û hêdî hêdî tama tirşikê xerab dike. eslê xwe de rasterast ji hev û din re -mîna di foruman de- bersiv dayîn ne li gorî formatê ye. (bnr: formata tirşikê) û eslê xwe de tu feydeya vê mijarê ji tu kesî re jî tune. lê weke rêvebiriya tirşikê em mijarê ne asê dikin ne jî jê dibin, heçiyê bixwaze bila li vir verişe û qet nebe bila bibe yekcar. |
|
07.09.2013 19:02 |
simurg56
|
9. bûyera ku di tirşikê de bûye sebeba bêdengiyê.. failên bûyerê xwe li kerrî û laliyê danîne.. tirşik xalî û virt û vala hêliştine.. ez jî tê de fikr û beyan û peyamên her nivîskarekî wî/wê bi xwe eleqedar dike.. piştî ku moderatoriya tirşikê mêzgirî û hewedariyê neke ne heqê tu kesî ye ku bêje di tirşikê de filankesî bêvan tişt gotiye û xwe bide paş perdeya hêncet û mahneyan û bêje dilê min ji tirşikê sar bûye an ez êdî nema dinivîsim.. peyamên tijî çêr û têr heqaret yên ku bi peyamên şexsî ji min re hatîn ez li vir binivîsim ez bawer dikim ku devê her kesî wê şeş gazan ji hev bimîne.. lê min tu carî negotiye lanet li tirşik û nivîskariya wê.. |
|
07.09.2013 22:54 |
endazer
|
10. tişta ku ez dibinim ku tehamula hevalên pkkyî ji rexnê re tûne.tirşik ferhengeke interektîve,hewl dide ku li ser her tiştî herkes bîr û baweriyê xwe binivîse,henekan bike ziman daqurçine hwd.îcar pîvanê rexnê çiye ser vê mijarê her û her gengaşî heye. mînak ezê bêjim ez ji pêxemberê îslamê muhemmed heznakim,hê jî bi min merivekî baş nîne. hîn kes hene dikarin ber vê gotinê serê min jêbikin hîn musluman jî hene dibên ev fikra te ye. Ez dibêm ez ji apo heznekim gorî min fikir û ramanê wî ji bo kurdan nedicîdene hê pEtir bi min merivekî nebaşe, bi awayekî qerfî jî dikarim van yekan bêjim. lê hin mîlatan ji bo vê yekê jî berê xwe didin meriv wey te çima wiha gotiye.birayê min xweşkê min hûn ji kê hezbikin ,bihewînin jî gelek kesê jî wî heznekin,hûn bikin nekin nikarin dinê tev bixin ser riya xwe, ji xwe dinyake wiha jî bêkêf, beradayî faşizaniye. îcar dev ji slogana berdin li karê xwe binhêrin.vir de her cûre meriv dikare fikir û ramanê xwe parve bike ji xwe re henakan bike, ya balkêş ewe wextekî murat karayilan pirtûkek nivîsî rexneyên tund li xwe li pkk kir, kesekî din heman tişt bigotana ji wan re dihate gotin xayîn. îcar tirkî dibên ji qiral pêtir qiralcî, bi xwêde derdê van qiralciyan ne rexneye, nexwaşokin da ku meriv rexnekî li hezkriyê wan dike ditirsin ji wan we tirê erdê binê wan hejiye, lewre ji xwe nebawerin. cardin nikarin tiştekî bikin. me dirêj kir tişta ku ez dizanim ev kes mecbûrin van rexneyan sehbikin,hê guh jî bidinê hebe gotineke wan daberbikin. tûnebe jî bila ser dêla xwe ji xwe re rûnên. ma ocalan ji xwêdê mezintire kurê bavan xwêdê ji kirine pêkenokê xwe hûn di xewna çi danin hê. |
|
08.09.2013 00:29 |
tivirloismail
|
11. nanê şilkî bi tirkî;şıllık. |
|
08.09.2013 00:58 |
felat
|
12. bûyera ku canik û camêrinên ku hê jî format û konsepta tirşikê fêm nekirine derxistiye holê.. erê tirşik ekşî ye yanî hetta we bivê tirş û tehl e û xwar e û ji xwe bi qewlê bav û bapîran kumê rastiyê jî timî xwar e û tirşikê formata ekşisözlükê ji xwe re kiriye mestere.. tekane ferqa tirşikê ya ku wê ji ferhengên înteraktîv ên din yên wekê ekşiyê cuda dike kurdiya wê ye.. |
|
08.09.2013 02:32 |
endazer
|
13. heyra kenê guran bi halê me tê. nivîskarek ji ber ku peyama yekî ne bi dilê wî bûye radibe ku dev ji nivîsandinê berde; nivîskarek radibe nivîskarekî din rexne dike ku ji bo çi mastê wî tirş e û jê pirsan dike, nivîskarê din radibe cihaba wî dide û berevanî û parastina xwe dike ku ew mast tirş nake, û tiirşik çawa çêdibe filan û bêvan; nivîskarekî din jî radibe dibêje ku ma vir ciyê qerf û henek û qeşmeriyan e, li gorî wê em jî qerf û henekan bikin an jî em şekala xwe ji navê derxin. biracan, ev der ciyê qerf û henekan e jî, rê ketê em ê qeşmeriyên xwe bi serok û partiyan jî bikin, rê ketê em ê qeşmeriyên xwe bi hev jî bikin, rê ketê em ê ji hev re bidin çêran jî, lê ne boş û beleheq, lê ne hema wisa. yek ji mebesta tirşikê jî divê ew be ku vê ciddiyetê safî bike, ev çi ciddiyet e law, em nikarin bibêjin serê sola te xwar e. wekî ku simurg56 jî gotî ev der bû ciyê forûmê, bi ya min ne hewce ye ku meriv ji ber hin pirs û rexneyan xwe biparêze û bibêje na mebesta min ev û ev e, yên ku me dizanin jixwe dizanin, yên nizanin jî baqê nîskan e, hew. heke tehemûliya we ji qeşmeriyan re tune ye, ji keremê lê xin û herin, dê tirşik bêyî we tu tiştî ji yek û duduya xwe kêm neke. |
|
08.09.2013 15:31 |
înano lo
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |