Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    1 mijar û 2 peyam
    bilbilê dilkul - tirşik
    bilbilê dilkul
    (0) (0) ecêb (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. nivîskarê nû yê tirşikê ye.
    ji rewşa tirşikê eciz e û em hêvî dikin ku kêmasî û qisûrên ku pê li ber dikeve dê dagire û tirşikê geş bike
    divê meriv heqê camêr nexwe. xwedan kurmanciyeke xweş û rewan e



    2017.12.20-12:42 [guhertin:2017.12.20 12:42]| ferhenga şikestî

    3. Nivîskarê go bixêr hatiye ser tirşikê.

    Xwedî Kurmanciyeke zelal e. Peyamên tijî û dagirtî nivîsîne. Ez bawerim di tûrikê wî de hê zehf atarî hene. hêvî dikim go mayînde be û 'atariyên tûrikê xwe bi me re parve bike û tirşika me xweştir bike. Îşellah...


    gelo te rîçala bacanên reş xwariye ezbenî?, Sadece min meraq kir *



    2017.12.21-01:24 | gumgumok

    4. Nivîskare ku bîna çar piling e maşelah. Meriv gerek e jê gelek tiştan hîn bibe... heskê hesinê xweyî du çerx e lê ew xweyî çar çerx e...

    (bnr: umed)
    (bnr: kocer.rojhelatî)
    (bnr: rasteqîn)
    (bnr: bilbilê dilkul)



    2018.06.22-01:33 | mîr

    5. li entrya jor kurdomêjiyokek îdda kiriye bibilê dilkul ez im. Hewcê bêbextiya nine. Umed û rasteqîn ez im û kocer jî hevalê min e. îja birastî kêfa min ji entrya bibil hat û bi 2 hesabên xwe min eciband û ya mîr jî neeciband ku ev mafê min e. Lê super zeka kurdomêjî gihîşt vê encamê ku bilbil û ez em yekin. Ne hewcê derewa ye ( umed û rasteqîn ez im) û ne jî hewcê bêbextiya ye( îdda kirina bilbil û ez yekin) . Jixwe çepik û reşik mafê nivîskara ye û ewqa bi ciddiyet li wan tişta xwe girê nedin, ev jî şîreta mina biratî be. Her çi be, ez ji bilbil lêborîn dixwazim ku bûm sedema vê bêbextiya mîr li ser hustiyê wî kir. û dîsa dibêjim ramanê bilbil derbarê mîjara bikaranîna peyvên xwerû kurdî nêzîkî ya min bû loma kêfa min jê hat û min bi 2 hesaban eciband û ji kocer jî got tu jî biecibîne. Min zanîba hun ew reşik û çepika ewqa bi ciddiyet digirin û dikin doza mirin û namûsê min reşik nedida. De bila kêfa mîr jî bê û dilê wî nemîne ez reşikên xwe rakim. Jixwe ji nivîs diyar e eleqa me bi hev tûneye û xwezî min jî wek bilbil kariba xweş binivîsandiba. law kurmanc pirr cîns û ecebin .



    2018.06.22-02:24 [guhertin:2018.06.22 02:53]| umed

    6. Spêdebaş hevalno.

    Birastî ez tirşikvanekî hinek devjenîhêz im. Carinan bi tirşikvanekî re pev diçim û dê biçim jî. Bersiv didim û xuyaye ku bersivdana min bidome jî. Lê armanca min tengezar kirina kesekî nîn e. Naxwazim bêhna yekî teng bikim.

    Ramana min ku min anîbû ziman bikurtasî ev bû, min digot em kurd çend derfet bibînin ji bo zimanekî pak û paqij têbikoşin. Zimanê xwe bi demê re zelal bikin.

    Tirşikvan mîr vê rojana gelek çalak e. Peyam û bersivên min jî ji ber ku peyamên mîr pir bûn di bin peyamên wî de çêbûn. Û ez nivîsên mîr her dixwînim. Serkevtî dibînim, carinan jî napejirênim. Ji ber gotina polîsên gramerê û parêzgeriya peyvên biyanî min bi mînaka heskê hesinê dijî dejenerebûnê derket. Min xwest ku wêranbûna ziman berçav bê, tiştekî din nexwestibûm bi xwedê.

    Carekî bi ferhenga şikestî re, carekî gumgumok re û heke çewt nebim carek jî bi umed re devjenk avêtin hev. Carinan ji bo ku tirşik geş bibê her kes çêdikê tiştên wilo.

    Wekî ragihandina umed, bilbilê dilkul ango ez ji tomarên din cihê me. Asayî ye, carinan mirov bikeve gumanê tomaran. Lêborîn pêwîst nîn e.

    Spasî mîr û umed dikim, li ber nivîsên wan yên geş û xweş im.

    Di vê navê de min rîçala bacanê reş nexwariye lê belê dizanim çêdikin, min bihîstiye.



    2018.06.22-06:23 | bilbilê dilkul

    7. ez dikarim garantîyê bidim ku ew û rasteqîn heman kes nîn in.
    ji ber ku zimanê wî, zehv zehv yê rasteqîn/umed çêtirtir û pêşketîtir e.



    2018.08.19-12:57 | hozan serhad

    8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2018.08.19-17:00 [guhertin:2018.08.19 17:02]| umed

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tirşik caps [5]


    (wêne: http:...
    dizê bostanan mikur tên zivistanan [1]
    dema ku mariv tiştekî xerab dike, tavilê li xwe mikur nayê, piştî deme...
    pîtî [1]
    xwarinek bi goşt û nok e. li hêla qersê navdar e. lê ez bawer im koka ...
    qers [1]
    bajarê li bakurê kurdistana bakur e. li ser orjîna navê wê gelek îdîa ...
    parêv [1]
    Xwarina ku îda ne xwarin e, helbesteke herikbar e......
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bilbilê dilkul

    Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî