Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
bilbilê dilkul - tirşik
bilbilê dilkul
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarê nû yê tirşikê ye.
ji rewşa tirşikê eciz e û em hêvî dikin ku kêmasî û qisûrên ku pê li ber dikeve dê dagire û tirşikê geş bike
divê meriv heqê camêr nexwe. xwedan kurmanciyeke xweş û rewan e



20.12.2017 12:42 ~12:42 | ferhenga şikestî

3. Nivîskarê go bixêr hatiye ser tirşikê.

Xwedî Kurmanciyeke zelal e. Peyamên tijî û dagirtî nivîsîne. Ez bawerim di tûrikê wî de hê zehf atarî hene. hêvî dikim go mayînde be û 'atariyên tûrikê xwe bi me re parve bike û tirşika me xweştir bike. Îşellah...


gelo te rîçala bacanên reş xwariye ezbenî?, Sadece min meraq kir *



21.12.2017 01:24 | gumgumok

4. Nivîskare ku bîna çar piling e maşelah. Meriv gerek e jê gelek tiştan hîn bibe... heskê hesinê xweyî du çerx e lê ew xweyî çar çerx e...

(bnr: umed)
(bnr: kocer.rojhelatî)
(bnr: rasteqîn)
(bnr: bilbilê dilkul)



22.06.2018 01:33 | mîr

6. Spêdebaş hevalno.

Birastî ez tirşikvanekî hinek devjenîhêz im. Carinan bi tirşikvanekî re pev diçim û dê biçim jî. Bersiv didim û xuyaye ku bersivdana min bidome jî. Lê armanca min tengezar kirina kesekî nîn e. Naxwazim bêhna yekî teng bikim.

Ramana min ku min anîbû ziman bikurtasî ev bû, min digot em kurd çend derfet bibînin ji bo zimanekî pak û paqij têbikoşin. Zimanê xwe bi demê re zelal bikin.

Tirşikvan mîr vê rojana gelek çalak e. Peyam û bersivên min jî ji ber ku peyamên mîr pir bûn di bin peyamên wî de çêbûn. Û ez nivîsên mîr her dixwînim. Serkevtî dibînim, carinan jî napejirênim. Ji ber gotina polîsên gramerê û parêzgeriya peyvên biyanî min bi mînaka heskê hesinê dijî dejenerebûnê derket. Min xwest ku wêranbûna ziman berçav bê, tiştekî din nexwestibûm bi xwedê.

Carekî bi ferhenga şikestî re, carekî gumgumok re û heke çewt nebim carek jî bi umed re devjenk avêtin hev. Carinan ji bo ku tirşik geş bibê her kes çêdikê tiştên wilo.

Wekî ragihandina umed, bilbilê dilkul ango ez ji tomarên din cihê me. Asayî ye, carinan mirov bikeve gumanê tomaran. Lêborîn pêwîst nîn e.

Spasî mîr û umed dikim, li ber nivîsên wan yên geş û xweş im.

Di vê navê de min rîçala bacanê reş nexwariye lê belê dizanim çêdikin, min bihîstiye.



22.06.2018 06:23 | bilbilê dilkul

7. ez dikarim garantîyê bidim ku ew û rasteqîn heman kes nîn in.
ji ber ku zimanê wî, zehv zehv yê rasteqîn/umed çêtirtir û pêşketîtir e.



19.08.2018 12:57 | bûtîmar

9. Nivîskarekî kevn yê tirşikê ye. Vê sibehê ji xew rabûm û min çavek li tirşikê gerand. Min dî çavê min li mijarekî ket ku di 6ê sibehêde hatiye nivîsîn. Min go an ev camêr bi şev raneza ye, an jî serê şeveqa yekşemê tiştek pê hatiye û ji xew veciniqî ye. Lê piştî ku min peyamê xwend, têgihiştim ku ya ewil rast e. Camêr bo xelata înterneta wî vala neçe, şevek li xwe bihurandiye.

Vêca di wê şevê de pergî vîdeoyek ku min jî lê darî kiribû hatiye. Paşê çiqas vîdeo di qenalê de di derbarê başur de hene darî kiriye( înternet belaş, şev dirêj). Lê rewşa başur, wek min ji wî re jî nexweş hatiye û gelekî li ber ketiye. Ji loma xew lê herimî ye. Û mayê heya serê vê sibehê.

Bi rastî dema li vîdoyên başur darî dikim heman tişt li min jî dibe. Li ber ewqas ked û xwîna şehîdan dikevim. Piştî ku dibînim ewqas bêkêr û bêkar in û tev perê petrolê dixwin û çi karî nakin, pêşdeçûn, şaristanî, perwerdehî û welatparêzî ji xwe qet di hişê wan de derbas nabe. Hay ji wan e welatparêzî hildana alê ye û bûna pêşmergeyên ku çi karî nakin, hingî dixwin zikê wan bi ser serê wan dikeve ye.

Axir, hinekî rexne li ser başur giran bûn û di bin vê mijarê de dirêjkirina wan ne guncaw e. Nivîskar dîsa li tirşikê vegeriya ye û bi xêr hatî ye. Di nivîsa xwe de hinekî behsa xizaniya xwe kiriye û dilê min şewitandî ye. Rojên aram û dewlemend li pêşiya wî bin.

gelê başûrê kurdistanê/130052



10.01.2021 13:30 ~13:30 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» bilbilê dilşad

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî