Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
bîranînên lîseyê - tirşik
bîranînên lîseyê
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bîranînên ku hê jî dema tê bîra mirov, dikenîne Û nefesekî kûr dide standin.
çi rojên xweş bû û zeman çi zÛ derbas bû.
çi ? hûn li benda bîranînekê ne ?
belkî heta carekî din *



25.12.2017 00:20 | brusk56

2. erê lawo çi bîranînin bûn..



25.12.2017 11:53 | telebê hz mêdî

3. Gava ez lîseyê de bûm, Mielimekî me yê navê wî Reşad hebû, Ezmûna me ya dersa tarîxê eşkere bû.

Yekî sinifa me de ji dersê mabû, kurik ji mielim re îtîraz kir, ez tenê herfekî şaş nivîsîme gereke ez jê derbas bim. Go û nego mielim qebûl nedikir mêrik dawî de hêrs bû pêt ji çavên wî avêt.

Go, kuro! Tu dibêjî pê şaşiyekî herfek tiştê nabe, hema ez niha ji te re pirs dikim, ferz ke tu çûyî daweta yekî li wir quşxanekî xwarin çêkirine û tenê dilopek mîz bikeve nava wê, tu dikarî ji wê nanê bixwî?

Milet tev kena xwe behecî, rengê gede reş bû cihê xwe de sekinî, dengê xwe birî.



25.12.2017 23:31 | mîr

4. (bnr: herin û venegerin)



26.12.2017 17:23 | biruya hayao miyazaki

6. ji ber ku min lîse li stenbolê di lîseya êyüpê de xwend û ji ber ku lîseya eyüpê di destê ülkücüyan de bû bîranînên min qet xweş nînin. kîjan sal bû nizanim lê 19 gulanê de mamoste em mecbûr kirin ku em di stada beşiktaş’ê de tev li lîstikên "19 gulanê bîranîna atatirk û cejna ciwaniyê û werzîşê" bin. mixabin min di stada bêşîktaş’ê de di nav hezaran însanan de “harmandalı” lîst. yek ji bîranîneke min a neyênî ya lîseyê ev bû. ev çend salin ser de derbas bûye lê bandoreke derûnî li ser min de hişt. xwedê bela xwe bide hemû mamoste û xwendekarên wê demê yên lîseya eyüpê. wekî din, gelek bîranînên min yên neyênî hene lê ne hun bipirsin ne jî ez bêjim.



20.09.2018 11:20 | nazim tolhildan

7. Mielimê me yê sporê jinikekî bû, jinik reşik (zencî) bû. Heta wê çaxê, Xêncî wê min merivên reşik nedîtîbû lê ew çax qe nehatibû aqilê min ev Xanim kê ye, ji kû hatiye, çi îşê wê li vir heye, piştî salan niha hate aqilê min, tiştê ecêb...



23.12.2018 22:33 ~22:34 | mîr

8. Dema ez li lîse bûm, wek li her dibistanên (ji xeynî zankoyan) Bakûrê Kurdistanê û Tirkîye; roja înê piştî waneya dawî sirûda Tirka ji alîyê hemu xwendekar û mamosteyan dihat xwendin. Îca ji ber ku tiştek gelekî girîng bû, mamoste yeko yeko diketin pola û destşoka dûra ji çepilê xwendekarên reben digirtin û ew dixistin rêzê.
Lê ez gelemperî tevlî wan nedibûm, min xwe vedişart û Xwedê kir ku tucar kes bi min nehesîya û ez bi awayek disîplînî nehatim sizekirin.
Lê a sosret ew bû ku, havalên min ên ku xwe li ber min kubar dikirin û henekên xwe bi min û Kurmancbûna min dikirin, wek ku ew digotin , ew bi xwe Tirkê hir in, rêsen in.. ew bi xwe jî tevlî merasîma netewa xwe yî serbilind (!) ku her jindarek lê dikirin gorî nedibûn.
Ev tiştek gelekî ecêb bû ji bo min. Belê, xebera min bû ku ez beşdarî vî tiştî nebim, sirûda wan nexwînim ji ber ku min gelek tehde ji wan xwaribû wek hemu Kurmancan lê ew Tirkên ku netewa min, bawerîya min,zimanê min û ala min dikirin erd , vî tiştî li hember netewa xwe jî, ala xwe jî zimanê xwe jî dikirin...
Nîşe:
Lo Tirko, jê keto pê keto ye! Ne wilo, kezebreşo, hestî rizo!



13.08.2021 22:38 ~22:40 | pîroz

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên nîşdariyê
» lîseyên îmam û xetîban

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî