Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
edîp karahan - tirşik
edîp karahan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskar û hiqûqnasê kurd.. di sala 1930î de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Wî heta bi lîseyê li welêt xwendiye û berî ku qeyda xwe li Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê de çê bike, bi qandî salekê li Fakulteya Edebiyatê, beşê felsefeyê xwendiye.

Ew yek ji wan kesan bû ku zû li kurdayetiya xwe hay bûye û bi meseleyên fikrî ve rabûye. Ji ber wê jî di sala 1953an de ji ber îthama propagandaya komunîzmê tê girtin, lê paşê berat dike.

Ew di dema telebetiya xwe de di gelek kovar û rojnameyên tirkî de nivîsan dinivîsîne; (Forum, Yeni Gün, Yeni Ortam hin ji wan in) û di sala 1957an de, ji ber nivîseke xwe ya di Forumê de şeş mehan dikeve hefsê.

Edîp Karahan di sala 1962an de bi navê Dicla–Firat rojnameyeke mehane derdixe û ew bi navên cûda di vê rojnamê de dinivîsîne. Wî bi naznavê Reşo jî di vê rojnameyê de çîrok nivîsîne.

Ew gelek caran ji ber fikrên xwe yên siyasî tê girtin û di hefsan de dimîne. Ew di sala 1963an de bi navê daweya »23yan« de tê girtin.

Di sala 1971ê de ji daweya DDKOyê tê girtin û heyşt sal ceza lê tê birîn. Piştî sal û nîvekê ji vê daweyê xelas dibe û piştî derdikeve derbasî Kurdistana başûr dibe. Li Kurdistana başûr bi navê Mam Azad tê bi nav kirin. Ew demekê di beşê ragihandinê de dixebite û paşê jî li dadgeha Comanê dadgeriyê dike.

Karahan, di sala 1976an de çû ser dilovaniya xwe. Ew zewicî bû û bi navê Tûrcel, Welat û Şiyar sê kurên wî hene.



07.09.2013 18:31 | endazer

2. hevaleke mahmut baksî ye ku li gorî baksî, li ser wî gelekî bandor kiriye.

malpera dansîna wî http://www.edipkarahan.com/index.html



06.10.2013 14:54 | simurg56

3. ez bawerim birayê enwer karahan e



06.10.2013 15:51 | arami

4. niha li ber min e lê esseh dê ji romana pêshbaziya çîrokên neqediyayî ya shener ozmen be.. malmîratnek risteyên durist du-rûpelî lê dike.. helbet risteyên serbixwe ne, bes ew nuxteyê lê danayne..



19.10.2013 23:26 | gordereş

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» edîp cansever

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi hiquq kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî