Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
polîsên gramerê - tirşik
polîsên gramerê

Navê mijarê ya ewil ev bû:polîsa gramerê
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nexweşiya ku bûye belayê serê Kurdan.

Ji bo Wan polîsan, asayîş her tim ber Kemal e. Guhên xwe tîk, çavên xwe tûj dikin şaşiyekî ziman digerin. Yên ku dixwazin kurdî xeber bidin, binivîsin tirsa wan polîsan newêrin serê xwe ji zimanên xelkê derxin.



26.12.2017 21:53 | mîr

2. (bnr: rottenmeier)
lê bi serê xwe ne tiştekî nebaş e: car caran perwerdeya me ya kêm temam dike a ku divêt di dibistanan de me bidîta û li maseya lîseyê bihişta. lê qismet.



26.12.2017 22:31 | biruya hayao miyazaki

3. (bnr: heval akademîk)



26.12.2017 22:45 | simurg56

4. wekî grammar nazi jî tên nasîn. hinek kes bo troliyê dikin lê hinek kes jî tenê dixwazin şaşiyekê rast bikin. li gor min eger ne trol bin kesên baş in û kêfa min ji wan re tê seba wan meriv gelek tişt hîn dibe lê carinan di henek an jî qerfan de mudaxileyê şaşiyan dikin, ev merivan aciz dike.



27.12.2017 01:23 ~01:24 | sloujouc

6. (bnr: polîsê/a gramerê)

Ez bawerim mîrê min ev kevir avête min.

Va nivîskarekî hêja û dijberî mîrê min bersiva min wisa daye:


heke tirşikvan di nivîsa min de şaşiyekê bibînin û ji min re bêjin ez ê gelekî kêfxweş bibim, bi xêra dê û bavê xwe * şerm nekin. ez ji vê aciz nabim. ji kerema xwe re , ji min re peyamê bişînin.



car caran peyvên herêmî bikartînim ev dewlemendîya me ye. lê belê ji aliyê rastnivîs û rêziman ve min hişyar bikin.

sererastkirina şaşiyên rastnivîs û rêzimanî yên di nivîsên tirşikê de/56039



27.12.2017 05:06 | gumgumok

7. Wexta ku min şaş nivîsand bila (bnr: polîsê/a gramerê) were min zeft kin û bavêjin zindanê



27.12.2017 09:59 | elîşêr

8. divê bêne sekinandin
divê bêne qontrolkirin
divê bêne zeftkirin

ev kes dibin sebeba çerxa otoasîmîlasyonê, hin kesên ji herêmên cuda bi devokek cuda tên hewl didin kurdî biaxivin dikevine xefk û radara van kesa, piştî şaşîyekê bike têra xwe ceza lê dibirin/lê dikenin, êdî ew kes fihêt dike zimanê xwe biaxive.

hevaleka min a zanîngehê ji rihayê bû, keçikê belkî cara ewil bû ji Rihayê derketî, hatibû Amedê diçû qursa kurdî li kurdî derê, zehf hewl dida, zêde dixwest diyalogên xwe kurdî çêke, lê çend amedî ku tu wan berdî jixwe kurdî naaxivin, keçik çi bêje lê dikenîn. demekî xwe xeyidand, lê vê paşîyê bi alîkarîya min û çend hevalên din keçikê mesele fêm kir û dîsa hewldana xwe domand. dawîya zanîngehê êdî keçik têra herkesî kurdî diaxivî.



27.12.2017 10:48 ~10:49 | xendekî

9. @szkkdk (twitter)
Lê karekê pir giring dike.



27.12.2017 20:01 | cinorek

10. Min hesap @szkkdk mêze kir bi rastî jî girîng e.
Çend mehîn ez tirşikê nas dikim. Lê zêde xwe bawer ne dibûm bi nivîsandibû ma lê vî mijarê pişika min gir kir di dodaye hemû mijaran de dinivîsim



27.12.2017 22:23 | elîşêr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» polîsên gramerê

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî