Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 79 peyam
hevalên malê - tirşik
hevalên malê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. piştî derketina ji wargehên kyk-yê, peyveke wisa têdikeve kîsa xwendekarên zanîngehê. berî min li ferhangan çav li peyva "ev arkadaşi" gerand. lê min tu tişt nedît, di wê kêliyê de peyvên dê û bavên min hat bîra min ku dema hel û wextê min dipirsîn, wan digot, "hevalên te yên malê çawa ne?". an jî hewcî nebûye ku ez li vê peyvê bigerim.



27.12.2017 20:04 | biruya hayao miyazaki

2. Yên ku li kyk de bi hev re şêrîn û destebira ne, qerarê xwe didin dikevin malekî piştre pê kêran dikevin peyî hev.



27.12.2017 21:01 | mîr

3. Min du mal pênc ji hevalên malê dît bi rastî navê van nadim di rêzê de bi hijmar qod dikim ê 1. Pir baş bû lê piçekî zêde ji qîza hezdikir. Yê 2. Hevaltiya malê gelek baş derbas bû lê wî jî zêde ji xwarinê hezdikir ev Herdû mezûn bûn. yê 3. Gelek qurnaz bû zêde ji şixulandin û berpirsiyarî yê direvî. min ê 3. Kir der. Yên 4. Û 5. Ji anha em li cem hevin ê 4. Gelekî baş e tu çi dibêjî navê na jî kar narevi. Ê 5. Ji pir kubar û zana ye. ez ji giştî pir tişt Hîm bûm mala giştî ava hevalên malê dibe malbata mirov. Dibe hilbijartinên hevalên malê pir girîng in.



27.12.2017 22:06 | elîşêr

4. waxtê me dixand em can cîger bûn lê ça meytev xilaz bû em bûne dujminê hev * ahahah*



28.12.2017 12:05 | bûtîmar

5. mirov hevalên xwe li malê nas dikê. min wa nas kir. û ji bo staja zewacê baş e. * keçik zêde pev nakin kurik baş in dîsa heta sala dawî kadro zêde naguherê.



01.12.2019 15:37 | xwelî li ser

6. malbata mirov in di heyama zankoyê de.
dibêjin gotineke hz. omer e ku dibêje heta ku mirov bi kesekî re rêwîtî neke, danûstandina tîcarî neke û cîrantîya wî/wê neke, di eslê xwe de wî/wê baş nas nake.

vêca hevaltîya malê jî wisa ye. dema mirov hevalên malê bin, cîranên hev in, pereyê wan dikeve nav hev yanî bi awayekî di nav tîcaretê de ne jî. ger welatê wan yek be, piranî rêwîtîya xwe jî bi hev re dikin.
şikir ku hevalên min yên malê gelek baş bûn. em 5 salan di heman malê de man û carek tenê jî şer derneket. tenê min dizaniya çêkirina xwarinan. loma yekê diçû malzemeyan dikirî, yekê hûr dikir, yê din jî şagirtê min bû. firax jî bi dorê bû.

lê min gelek dîtin hevalên baş çawa bi hev re dibin dijmin piştî ku bi hev re derdikevin malê. tê bîra min, du hevalên me yên hemwelatî û nêzikî hev, bi hev re derketin malê. piştî demekê, ketin wî halî ku kesî êdî malê paqij nedikir. her yekê odeya xwe paqij dikir û beşên din yên malê kiribûn sergo. heta wisa bêjim, her duyan heqê kirê yeko yeko dibirin û didan xwedîyê malê *

loma hevalên malê girîng in. mirov pê rizil jî dibe wezîr jî.



01.12.2019 15:49 | simurg56

7. Nîv zewac e.



01.12.2019 17:03 | yusiv hemed

8. Bi rastî jî ger bivê karektera rastîn a hevalê xwe binasî divê di malekê de bijî Yan pê re şirîktiya bazirganiyê bikî. Ger mekana meriv û pereya meriv hevpar be karekter jî xwe dide der.
Du sal li mala xwendekaran mam. Sala min a ewil pirr xweş bû hîç min nedixwest ji malê derkevim. Ji xeynî yekî Batmanê me careke tenê jî neketin hevûdu. Lê di sala duyem de hevalên min ên malê mezûn bûn û çûn loma bi yên dî re derketim malê. Hevalên min ên nû marivên min bûn yek jê di pola min de bû. Min pirr hêj jê dikir yekî qenc bû tabê min wisa dizanibû çawa em derketin malê heftiyeke paşê dilê min jê reş bû, min nedixwest rîyê wî bibînin. Çend caran em bi hev ketin. Ew kurkê qenc çû li dewsa şeytanek hat.
Piştî me zanko xilas kir min hejmara xwe ya telefonê guherand û çend mehan min pirsa yekî jî nekir.
Axirîn min zêde zêde dirêj kir. Piştî tecrûbeya zankoyê dema çûn Stenbolê bûm memûr tevî ku rewşa min zêde ne baş bû jî ez bi tenê derketim malê. Oxx du sal ez derketim lûtkeya tenêtiyê



01.12.2019 18:21 | ferhenga şikestî

9. (bnr: îtîrafên tirşikvanan)
ez bûbûm evîndarê hevalekî xwe yê malê, wan rojan here û venegere. min lê neriya, ev rewş min xirab dike, ne xwarin ne vexwarin.. ji bo ku wî nebînim li pirtûkxaneyê dimam, diçûm li mala hevalên xwe dimam hwd. ji halê ketibûm. min biryar da û min ew ji malê qewirand. * lê ne bi êşandin... hingî qûre bû, di civakê de silavê nedida min ku min digot qey ne mîna min be jî ew jî ji min hez dike. lê tu carî ne li min neriya, ne jî silavek da min. her wiha, 2-3 sal piştî mezuniyetê peyameke avetiye min, "ji te hez dikim". law... niha kenê min vê tê, ji ber ku êdî ji destên min tiştekî nayê. min piştî salkê ev peyam dît. salkê! ji face-ê avêtiye. ketiye qûtiya spaman. ji xwe êdî di wan deman de face li ber çavên min reş bûbû, min kar bi wê nedikir. her wiha. dema, min gihaşt wî, zewaca wî du mehî bû. hel û xatir pirsî, min wê pîroz kir û telefonê girt.

tu bi min re henekan dikî qedero! tu carî qismet nebû ku jê re bipirsim, piştî hewqas salan tu çima peyamek wiha avêtiye min, tê çi wateyê? ku hîn jî nizanim, çima avêtibû... bû defterek kevn a ku ji nemê rûpelên wê nayê vekirin, ji xwe nikarî vekî.

her wiha hevalê ku dewsa wî hat, bû birê min. ji brûskan ditirsiya, û dihat di nav cihê min de radiket. me pereyên xwe yên dawî, du salan, bênavber wekî kevneşopek ecêb, da şerab û nanê.

belê em bûbûn wekî malbatek.



01.12.2019 19:07 ~19:20 | biruya hayao miyazaki

10. Hevaltîyekê wisa he ku an merivan dike dijmin û neyar an jî dibe destpêka rêwîtiya bi emir. Bi min herdu jî çêbû, hinekan re min têkiliyên xwe qut kirin hinekan re jî em bûn dost û bira. û şîn û şahiyê de em bi hev re ne hertim.



01.12.2019 19:37 | xelîl

11. ger mirovên baş bin, dibin bira ji mirov re.
şikir yên ku min pê re vê yekê tecrûbe kiriye, mirovên gelek biqalîte bûn. em hê jî dostên hev ên herî baş in.



02.12.2019 01:22 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» hevalên hêja
» malê îbada naye xwarin

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî