Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 25 peyam
sersala 2018an - tirşik
sersala 2018an
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Sersala ku di nav tirşikvanan de sifte min derbas kiriye.
Çawa bû.?
Me çixkofte çêkir û xwer.
Sersala we pîroz be. !



31.12.2017 22:17 | cinorek

2. (bnr: xizir)

piştî xwarinê û çay-vexwarinê me îbadeteke çekir ku xwedê guneh nehesibîne! * bilêtên pîyango di destên min de, ez li benda 61 mîlyon kaxid im!

ji nuha ve sersala we pîroz be!



31.12.2017 22:29 | biruya hayao miyazaki

3. (bnr: bin sala we pîroz be)



31.12.2017 23:32 | xwelî li ser

4. Zeman her tim dibihure hevalan, çi ye 2017-18? Zehf nefikirin li ser van terîman çêkirî. Lê niha dibêjin pekî ez çi dikim di vê şeva asayî de? Bi çerez, gazoz û lîstikan şev kirin ji bo pîrozkirina "tatîl"!

Bila hemû roj û salên we pîroz û xweş bin!



01.01.2018 00:50 ~00:59 | i-omer-i

5. sersala ku min li Moskovayê bi malbateke Rûs re pîroz kir.
û ca rûs serSALÊ ÇAWA PÎroz dikin hebkî qala wê bikim.
Sibeha vê rojê ji bo êvarê tiştik û miştik tên stendin. piranî vexwarin...
Ber bi êvarê re hin xwarinên teybet ên ji bo sersalê tên amade kirin.
Ew salateya ku li tirkiyê jê re dibêjin rus salatası ango êDÎ bûye amerikan salatası li vir ji bo sersalê bi qîmet e û jê re dibêjin aleviya.
û hin tiştên wek şîranî tên amade kirin. (dibêjim şîranî lê divê sererast bikim ku ev tişt piiir piiir şîrîn in.)
Nêzî saet 10an filan bavê malê hat û merasîma dayîna diyariyan destpê kir.
Piştî vê merasîmê em rûniştin maseyê û mê dest bi vexwarina şampanyayê kir.
Ji bo zarokan jî vexwarineke wek şampanya hatibû stendin lê helbet bê alkol.
Sohbet û mihabbet, me dest bi jimarkirina deqqeya kir ku çend deqqe maye ji bo sala nû.
Gotin pênc deqqe maye û em, hemû malbat -kuçik û kitik jî di nav de- hatin ba hev.
Wê kêlîkê TV hat vekirin û kekê Putîn jî sersala me pîroz kir. Saat bû 00.00 û me ji bo saleke xweş qedeh rakirin.
Paşê zarokan got, em ê biçin derve havaîfîşekan filan temaşe bikin. Min go, baş e, ez jî têm.
Em çûn parqa nêzî mala me û bavê zarokan ji tûrikê xwe hin tişt derxistin me ew pêxistin û demeke ew temaşe kirin. Paşê dît ku gellek malbat bi zarokên xwe re derdikevin derve û havaîfîşekan pê dixin û temaşe dikin.



01.01.2018 01:14 | gulêê

dengdanên dawîn (yên din..)
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» sersala salnameya çîn'ê

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî