Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 53 peyam
fecal transplantation - tirşik
fecal transplantation
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: fecal microbiota transplant)

(bnr: neqla gû)

Fecal ; gû
Transplantation; neqîl kirin

Bi awayekê floraya roviyên mirovekî neqlî mirovekî dî kirin. Yanî miqrobên mirovekî nexweş yên gelac û xerab tên qelandin û peyre miqrobên qenc ji nav guyê camêrekî saxlem tên neqandin û neqlî nexweş tê kirin.

Di dirokêda ev hezar û çarsed salin fecal transplantation tê kirin û heta niha ji binî ziyan û xerabiyên wê nehatine dîtin.

Li cînê jê re "şorbeya zer dihate gotin.

Bijîşkên veterînerê jî bikar tênin. Wê şorba zer bi heywanên nexweş didine vexwartin.

Teybetî j'bo tedaviya enfeksiyona kronîk clostridium difficileê tê kirin û heta %90 nexweş rihet dibin. Wekî dî j'bo ibs, chrone, ulseratîf kolît û nexweşîne dî jî tedaviyeke bikêhatî ye.

Di sala 2013an de fda ev tedavî qebûl kiriye. Li emrîkayê tenê ji 400 hezarî bêhtir nexweş hene go divê fecal transplantation li wan werê kirin. Hetta weqf jî hatine avakirin.
Werhasil û kelam

neqîl çawa tê kirin :

Donor yanî yê xwidyê gû, gû dide. Ew gû bi salîn û tiştne dî re tê levdan, parzûn kirin û heta li gori dilê me amade bibe. Piştî amade bû, bi borîyekê heta rovîkan an jî bi kolonoskopî, sîgmoîdoskopî, endoskopîyê di berdine nava rovîkan û xilas. Tevde ev e.

An jî kine-rê bi qadehek av tê vexwarin. Wey Afiyet be gidî *

Zehf hêsan e û gelekî arzan e û bê ziyan e.

Tendûristiya Gû biqîmet e hevalno. Qedr û qîmetê guyê xwe zanibin *

Divê heya gel û bijîşkên me j'vê tedaviyê hebê.

(bnr: profesorê gû)

J'bo bêhtir agahiyê Here lînkê



02.01.2018 18:35 ~22:21 | gumgumok

2. meha borî, ez li stenbolê li mala hevalekî xwe ê doktor bûm, (ew xwe baş nas dike *) êja sê-çar doktora li wir du saetan behsa vê mijarê kirin.. min jî di dilê xu da digot "vay bee.. kuro ca xeberdana doktora binêre.. yaw çi tiştên xaş xeber didin.." min xaziya xwe jî ji wana anî..

neyse wana navber da axaftina xwe a bilind..
min ji wan pirsî min go "kuro hûn ewqas behsa çi dikin? ca hinekî zimanê min va jî xeberdin, da ku ez jî bizanbim hin çi dibêjin.."

gotine min da gotin em behsa gû dikin..
mi go qey min ra qestîkan dikin..
min îna nekir..
lê wana GO na welle em behsa nakîla gû dikin..

mi go bê lome be.. mêrika bûne doktor ca îşê wana binêre. Gû hev dixin...
ez ji wê peyvê nefret dikim yaw



02.01.2018 20:50 ~20:53 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» fecal transplantation

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî