Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
lê lê edûlê - tirşik
lê lê edûlê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. karapetê xaço dibê ;

Lê lê Edûlê mala babê xerabê
Rojka me avêtî kanê ne dûr e
Herê dibê şewq û şemalê dida
Bejn û bala li fistanê te Edûlê
Herê dibê berfa nîsanê
Kaniya Qube di Resûle
De dibê heft xwînê mêr û mêrxasan
Li babê te bî
Herê tê rabe ramûsanekê
Li ser can û cesedê min de berde
Herê berdêla heft xwîna mêran û mêrxasan
Min ramûsan qebûle lê lê lê
Lê lê Edûlê de mala babê xerabê
Min go navê te şîrîn e dîsa xefatî gula
De dibê bila heft xwînê heft mêr û mêrxasan
Li babê te bî
Ezê bi çepilê Edûla xwe bigirim birevînim
Ezê biavêjime mala Cemîl Axa
Cem Mîrê Gurdilan
Herê emê ji sibê heta êvarê bikin rav û nêçîrê
Herê bara şevê emê rûnên
Bikin agirî daran
Herê serê sibê emê rabin
Bixwin goştê şalûl û bilbilan
Lê lê Edûlê ezê qesem dikim bi navê Xwedê
Ji ber serê te ranabim
De eynî fermanê min li heft dewletê
Ecnebiyan rabe
De bila heft karana Helana
Li ser serê min lêxin
Panzdeh agirê Mencenîqan
Li ser serê min dadin
De bila heft bav û birakê te Evdala Xwedê
Siwarê hespan û zîna bin
De bila bi şûr û xenceran
Li ser can û cesedê min peya bin



02.01.2018 23:02 | kurdokercewsî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» lê çawa
» lêzokî

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî