Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
şerê navxweyî yê amerîkayê - tirşik
şerê navxweyî yê amerîkayê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di sala 1861an de qewimî û bi qasî çar sal berdewam kir.
şer di navbera bakurê amerîka û başûrê amerîkayê de pêk hat.
çend xalên girîng ên vî şerî hene.

wek tê zanîn bakurê amerîkayê di warê sanayîyê de gelek pêşde çûbû û debara wan li ser hilberandina metayên sanayiyê bû.
beravajiya bakurî li başûr jî pergaleke çandiniyê hebû û debara başûrî jî li ser erd û zevîya bû.

li bakur sanayî, hilberîn û teknolojî gelek li pêş bû û em dikarin bêjin kapîtalîzm li dar ketibû, li başûr jî hê tovên kapîtalîzmê nehatibûn avêtin. başûr hê feodal bû.
li başûr erdên çandiniyê gelek zêde bûn û li ser erdan penbû dihatin çandin. li başûr hê pergala xulamtî, koletî hebû. reşikên amerikayê li başûr wek kole dihatin firotin û arîstokrat, axa, mîrên başûr li ser ked û pişta koleyan dewlemend bûbûn.

di sala 1861an de abraham lincoln bû serokê amerikayê û di dema serokatiya wî de şerê bakur û başûr dest pê kir.
li gorî hin çavkaniyan abraham dixwest pergala koletiyê têk bibe û ji holê rake lê eyaletên başûr li dijî vê biryarê bûn. ji ber ku dewlemendiya wan li ser koletiyê bûn.
her çend li gorî lincolnî reşşik û çermspîyên amerikayê ne wek hev bin jî dîsa jî mafê wan ê jiyaneke xweşik û însanî hebû. loma jî dixwest vê pergela der-mirovatiyê têk bibe.
lincoln di propagandayên xwe yên di ser rêya serokbûnê de her gav li ser têkbirina pergala koletiyê ehd û wehdan dida lê ev yek ji bo başûr têkçûna aboriya wan a ku li ser koletiyê ji xwe re ava kiribûn, bû

piştî ku lincoln bû serok heft eyaletên başûrî ((Carolina, Missisipi, Florida, Alabama, Teksas, Georgia ve Louisiana) serxwebûna xwe ragihadin û ji amerikayê veqetiyan.
her çi qasî ev şer wek ji bo jiholêrakirina pergala koletiyê hatibe lansekirin jî ya rastî meriv dikare bêje şerê kapîtalîzm û feodalîzmê bû. axa ango feodalên başûr zadên xwe yên çandiniyê difrotin îngîlîzan û li dewsa wan jî bi pirranî ji afrîqayê kole distendin. ji ber ku di destê başûr de teknolojiya ku pê karibin zadên erdên xwe di sanayiyÊ de bixebitînin, metayan hilberînin tunebû. li bakur jî sanayî û teknolojî hebû lê bes erd û maddeya xam tunebû. loma bakur dixwest ji erdên başûr îstifade bike, sûd wergire û ji dêvla ku hemî maddeyên xam bi erzanî li awropayê bên firotin dê li amerikayê bêtin xebitîn.

neyse hevalno ez dirêj nekim, ev şer teqrîben çar sal dewam kir, her du salên ewilîn de tu encameke zelal derneket lê çekên giran di destê bakur de bû û bi ser de jî bakur rêya bazirganî ya başûrî asê kiribû loma êdî ne pere ne jî çek bi dest başûr diketin. nexasim piştî cenga gettysburgê başûr têk çû.

piştî vî şerî yekîtiya amerîkayê pêk hat û li başûr em dikarin bêjin hemî kole azad bûn. lê ev azadiya wan ne zêde berfireh bûn. wek tê zanîn ev ciyawaziya kirêt hê jî, bi awayekî berdewam e.
beriya vî şerî aboriya başûr xurt bû lê piştî şerî bakur jê xurtir bû.
piştî vî şerî di sala 1865an de abraham lincoln bi suîqestekê hat kuştin



10.01.2018 10:01 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» şerê xewê
» yên ji kul û derdan mirine

Kategoriyên mijarê:: dirok dirok dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî