Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


36 mijar û 58 peyam
guherînên sereke di jiyana nivîskarên tirşikê li wan demên dawîn - tirşik
guherînên sereke di jiyana nivîskarên tirşikê li wan demên dawîn
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Mixabin tu guherînên min çênebûn van demên dawî de. Lê guherîn divê ji bû nûbûyînê.



29.11.2019 15:58 | fatoş xanim

2. piştî jîyana xwendekarîyê niha min ev salek e parêzer im; di çend sazîyên sivîl de aktîv im, zewicîm, wext têra gelek tişta nake mixabin.



29.11.2019 17:28 | xendekî

3. ji berê hindiktir dixebitim, lê ji berê hindiktir wextê vala dibînim. nizanim çawa çêdibe.



29.11.2019 23:09 | brusk56

4. (bnr: 404 not found)

nizanim tiştek baş e an na lê jîyana min hingî te nevê stabîl e û ev yek min aciz dike. min nîyet heye guherînên mezin bikim yên weke guehrtina bajar û karê xwe. jixwe wê demê hertişt diguhere.



29.11.2019 23:33 | simurg56

5. Sala 2019an ji bo min bû nîrvanaya guherînên mezin: Bihevrebûna me ya 5 salan ji aliyê hezkiriya min hat xilaskirin, ji bo masterê li zanîngeheke li Ewropayê hatim qebûlkirin lê jiber hezkiriya xwe û rewşa aborî nekarîm biçûma, li stenbolê ketim karekî baş û rihet lê jiber lêkolîna ewlehîyê hindik mabû hatima derxistin lê performans û qalîfîyebûna min serket û min dernexistin lê mixabin ev pêvajo ya nekifşbûnê min gelek aciz kir. û gelek mînakên din ên wiha...

Xuya ye sala 2020an wê bi aramî û monoton bibore yanî ez wisa hêvî dikim.:/



30.11.2019 00:41 | xelîl

6. Min ji cîhê karê xwe hez nedikir û îstifa kir.niha ketime valahiyekê.maşalê ez îcar herim cîhekî gorî dilê xwe.



30.11.2019 00:51 | bayesar

7. bi rastî mirov carinan jî jiyaneke aram û ji rêzê dixweze. jiyana min û malbata min jî wek piraniya gelê kurd jiyaneke fantastîk û zor û zehmet e. carinan birayê min ji min dipirse "kuro jiyana me yê kîngê aram be". ez dibêjin "ji me re aramî tuneye, encax aramiya ebedî"*



30.11.2019 13:46 ~13:49 | nazim tolhildan

8. (bnr: bavitî)



30.11.2019 14:20 | ferhenga şikestî

9. Min biryar da ku python hin bibim.



30.11.2019 20:21 | cinorek

10. li van demên dawî, gûhertina sereke tirşik e.
zû de ye me dev jê berdabû dîsa bû parçeyekî jiyana min. aniha her gav meraq dikim bê ka çi lê zêde bûye.



30.11.2019 20:24 | brusk56

11. berî şeş meha xwarzêyek min çêbû xulamtîya we bike. navê wî ji apê wî yî di zindana de û ji hevalên wî ve hat danîn. rojger ronî. berxikê xalê xwe. niha ronî ye. piştî ku mezin bû edî yê navê din jî bikarbênê. yê ji keçika re bi awayek karîzmatîk bêje silav, ez ronî, rojger ronî! xwedê jiyanek xweş û kurdewer bike nesîbê wî û me teva. amen!



30.11.2019 20:35 ~20:36 | xwelî li ser


13. Nexweşxaneya min a 4 salan tê de şixulîm hate girtin û derbasî nexweşxaneyek din bûm. Ewilîn zahf li ber ketim ji guherînan ditirsim min digot ez ê herim derekî din ez ê bibim çomez lê qet wisa nebû , min ta'de nedît. Min digot gelo wê hevalên min çawa bin bijîşkên me çawa bin filan bêvan lê bi awayekî balkêş giş mirovên baş û sakîn in ev sektora tenduristiyê de zêde bi dest nakeve çimkî bi rastî jî karekî bi stres e. Ez li cem wan zêdetir bêhnteng disekinim *



01.12.2019 02:19 ~02:21 | biaqila malê

14. (bnr: tiştek nehat dîtin)

ji salekê behtire ku ev malmîrata korona jiyana me ser û bin kiriye, ji bilî kîlo standinê pê de tiştekî grîng di jiyana min de neguheriye.


û derdê ezmûnê :(



17.04.2021 18:10 ~18:10 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» guherînên di tirşik capsê de
» jiyana modern
» nivîskarên ku hê peyam nexwendî reşşik dikin
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye
» waneyên fêrbûna zimanê hêbrî ( îbranî )
» demên dîjîtal de evînên bîj
» dawîn hatîn reydan

Kategoriyên mijarê:: niviskar niviskar niviskar kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî