Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
gastrîk antral vaskuler ektazî - tirşik
gastrîk antral vaskuler ektazî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi navê xwe yî kurt: gave

nexweşiya ûr e. cara ewil di 1953ê de ji aliyê Ryder û hevalên wî be hatiye pênasekirin.

di 1/3ê van xweşan de sîroz heye. ji ber ku xuyaniya vê rewşê û xuyaniya portal hîpertansîf gastropatîya sîrozê, dişibe hev. di endoskopîyê de, ji antrumê ber bi korpusa ûrê re xêzikên sor xuya dikin.(gelek hindiktir caran, di beşên din yên ûr de jî dikare were dîtin) ev xuyanî mîna xetên li ser zebeşan e. loma wek "ûrê zebeşî"(Watermelon stomach) jî tê binavkirin.[her wiha honeycomb stomach jî tê gotin] nexweşên ku bi wan re sîroz tune, pîrtir in û piranî jin in.

di van nexweşan de xwînîbûna hindik û veşartî, di pêvajoyek dirêj de dibe sedema kêmxwînîyê û kêmasiya hêsinê. nexweşî, her wiha ji ber nexweşiyên dil û gurçîkan jî derdikeve holê. di nexweşên ku neqla mixa hestiyê li wan hatine kirin de jî ev rewş tê dîtin. patolojî tam nayê zanîn. ji ber ku di nexweşên wisa de (yên bi nexweşiyên dil, kezeba reş û gurçîkan) gelek sedemêm din yên wendakirina xwînê, hene: teşhîsa vê rewşê zehmet e.

gelek caran nexweşiyên otoîmmun jî li gel gave'ê tên dîtin(%60). fenomena reynaud, sklerodaktîlî, sendroma sjogren, sle, sîstemîk sklerozîs, prîmer bîlîer sîroz û hwd.

ger di bin vê rewşê de nexweşiyek din hebe, ev nexweşî divê were tedawîkirin. an na, bi endoskopîyê, ev beşa ûr dikare were şewitandin(argon plazma koagûlasyon). ger xwînîbûn berdewam be û xetere be, emelîyat jî vebijêrkek e.



13.01.2018 00:21 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gastrîk antral vaskuler ektazî

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî