Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
zarên me - tirşik
zarên me
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Rêzefîlmeke nû bi kurdî ye, li ser înternetê tê weşandin.

Gerçî min hê temaşe nekiriye ji ber wê ez nikarim zêde şîrove bikim lê di serî de dikarim bêjim ji navê wê re kêfa min nehat. Hinek wekî forma (bnr: tirkî fikirîn û kurdî gotin) hate min. Wek wergerandina "bizim çocuklar" xuya dike.

Piştî guhdarkirina diyalogên rêzefîlmê ez ê têbigihim kurdî ye an wergerandina tirkî ye. Zehf baweriya min pê re nîn e lê divê yekî bipêşbiryar jî nebî. Em ê mêzînin û bibînin.



19.01.2018 11:54 ~11:57 | bilbilê dilkul

2. yekemîn rêzefîlma kurdî ye ku tenê li ser înternetê tê weşandin.
fikrek başe. min fragmanê û li beşa yekemîn temaşe kir:

aliyên baş:
- kalîteya dîmenê, reng û hwd. baş e.
- ji rêzefîlmê re stranek û melodiyek dane çêkirin, baş e.
- montaj û derbasbûna di navbera sahne û dîmenan de, ne xerab e.

aliyên nebaş:
- lîstikvaniya lîstikvanan zêde ne baş e. ê tabî belkî zêde tecrûbeya wan tune be û ev beşa ewil e. loma zêde li ser vê xalê nasekinim. lê mîna fikralarla anadoluyê, gotinên xwe nebêjin û piştî replîka xwe 10 sanîye wisa nemînin baştir e.

- hê tenê beşek hatiye weşandin, loma dûmahîka senaryoyê ne dîyar e. heta vê derê tiştekî orjînal tune.


bi kurtasî: hewldanek baş e. pêşniyara min ew e ku, bi şev û roj li ser senaryoyê bixebitin. bila senaryoyek xweş be û bila dîalog têr û tije bin, tiştên din zêde ne girîng e. û xêra xwe peyamên sosyal/sîyasî rasterast nedin. heta hîç nedin. ger lazim be jixwe em ê jê bistînin.

têbinî: min di qenala wan ya youtubê de dît ku bi deno re jî skêcek kurt kişandine. lîstikvanî û kurmancîya deno pir baş e. ger wî jî bistînin kadroyê, wê baştir bibe.



20.01.2018 10:52 ~10:54 | simurg56

3. li gorî ku dibêjin, rêzefîlma yekemîn ya li ser înternetê ye.
çi qas rast e nizanim :(

ji aliyê beybun production hatibû kişandin.
derhêner omer kara bû.
ji 3 beşa pêk tê.
piştî van, beşên nû derneketin,
bawerim ji ber pera û hwd. sedemên aborî fln.

kêfa min zêde ji mûzîka jenerîkê re tê, destên wa sax be*

kesên bixwazin temaşe bikin:



15.06.2020 18:13 ~18:14 | merwano

4. Hhh ez jî lîstikavanê vê rêzefîlmê bûm, mijar kuderê hate kuderê xwedêyo nikarim xwe ji vê xerîye xilas bikim.



15.06.2020 19:25 | mele amon ra

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zarên xelkê

Kategoriyên mijarê:: tvradyobername tvradyobername tvradyobername kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî