Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; skam
peyamên çepikkirî

140960. min dest bi temaşekirina guhertoya fransayê jî kir. a rastî min ji sezona sêyem dest pê kir û niha di sezona pêncan de me û ya balkişandinê ye ku di ya resen de sezona pêncem tune bû. bi vê a resen jî tê de rêzefîlmê di her sezonekê de ev pirsgirêk vegotine:
1. nûciwana ji rêzê 2. destdirêjî 3. gay 4. misilman 5. astengdar

di ya norwêc/resen de ji xêncî sezona pêşîn hemû sezon/beş efsane bûn. her wiha di ya fransayê de jî 3 û 4 pir xweş bûn û xuya ye ya 5 jî wiha ye. her çiqas çîrok û lehengên sezona sêyem pir xweş bûn û bi serkeftî hatibûn derhênandin jî di ya fransayê de favoriya min çîroka îmanê ye ya sezona 4em. ji lucasê gay pirtir min xwe bi îmana misilman wekhev hîs kir ku piştî xelasbûna sezonê vê bîrbûnê ez heyirandim. jbk çîrok eynî ya sana-ya skam-a norwêcê bû. erê min ji sanayê jî pir pir hez kiribû lê belê di encamê de çîroka ishakê gay ez xêzandibûm feqet ne ya lucas...çima? nizanim. ji ser 4 sal derbas bûye. belkî ev meseleya favorîbûnê bi nêrîna derhêner, qebiliyeta lîstikvanan û herêmê diguhere.

pir lê hêrs bûbûm ku ya norwêc çîroka vildeyê wekî sezona pêncem nekişandibû. wekî sebeb jî gotibûn, ev senaryo qala xwendekarên lîseyê ye û bi rast-demî bi mezûnbûnê divê xelas bibe. lê belê di beşa dawî ya sezona çarem de cih dabûn vildeyê wekî hêmana meraqê. min gotibû tiştê çû nede dû. lêê heman tişt di ya fransayê de jî pêk hatiye. di sezona 4em de di beşa dawî de meraqa bîneran dikişînin ser "vilde"ya xwe. lê belê şaşmîtî! arthur kirine mijar! min berê gelek astengdarên bihîstinê nas kirin û di ragihandinê de baş bûm jî -niha fos e. lê belê nayê bîra min ku min çîroka astengdarekî vî rengî temaşe kiriye yan xwendiye. loma ev sezon aşopa min fireh dike.



06.06.2013 16:08 | endazer