Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    29 mijar û 33 peyam
    îngilîzî - tirşik
    îngilîzî
    (2) (0) ecêb (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. berî her tiştî zimanê xelkê îngilîzan e. lê îro ne bi tenê îngilîz bi vî zimanê qise dikin. di welatên amerîka, kanada û awistralyayê da jî zimanê fermî ye.

    îngilîzî di gelek welatên din da wekî zimanekî bîyanî pir navdar e û ji alîyê gelek kesan ve tê axaftin. (bnr: simple english) (bnr: globish)

    - can you speak english?
    + hell yeah.
    - what about your own language, kurdish
    ?
    + ji d'ya xwe hinkî fahm dikim lê niza'm çima, ez nikarim.
    - f.ck you bitch!



    2018.02.20-21:01 [guhertin:2019.10.13 17:06]| mirovekirind

    2. îngilîziya îngilîzan pir xweş te guhê min. ew gloverkirina dengan û trîba rûyên wan pir nazik xuya dike. tu yê bibêjî qey biryarek fermî standine ku dê di nav bêjeyan de dengê r dernexin. dibêjim qey, ji ber wê ye, jê hez dikim. her wiha bi ya lêkolîneran bilêvkirina îngilîziya rastî ya amerîkayê ye. ya îngilîzan di bandora frensiyê de maye. çiqas rast çiqas derew nizanim.



    2019.12.03-20:45 [guhertin:2019.12.03 20:48]| biruya hayao miyazaki

    3. Piştî min biryar da vegerim amedê û min tayîna xwe anî vir, min pê kêmahiyek di jiyana xwe hesiya ku ez teqez gere zaningehek bixwînim. Min 2 zanîngeh xwend lê dev ji herdûyan jî berda û mîna mezûnê lîsê ketim kpss û min karmendî bidest xist. Îja karhevalên karmend dibêjin kesek wek te îngîlîzî ewqa baş dizane û boxazîçî berdayê bi etîketa mezûnê lîseyê lê nayê û her dem serê min gêj dikin. Ev bû sedema biryardayina 2 tiştên sereke bo min. Yek ketina ezmûna tyt-ayt û ya din jî ketina ezmûna Iess . Dixwazim beşek sivik mîna fîzik, sosyolojî yan jî felsefe bîxwînim û bi pûanên iess rêya xwe bo di pêşerojê derketina welatên rojava vekim. niha bi îngilîzî dixebitim taybet writing essays demên min zêde digire.ecele nakim hêdî hêdî û gav bi gav dixwazim bigihêjim armancê xwe. Lê berê her tiştî dixwazim bi keçikek gorî dilê xwe bizewicim. Li vir pirsgirêka herî mezin ev e ku hemû keçên tên ber min, ez wan bi gorî standartên perfectionist dipîvim û ew jî karê min dike dijwar. Ez rastî tenê yek keçikek bûm ku li ser qrîterê min jî bû lê bi şaşî û kelecaniya xwe her tişt min xerakir. Çima ji tirşik hez dikim, çimkî min wê li vir naskirîbû.



    2019.12.03-21:37 [guhertin:2019.12.03 21:42]| umed

    4. Sepaneyek min daxistîye bi navê duolîngo. Ne xerabe. Lê lênûs û pênûs tunebe di nav kar de betale ev



    2019.12.03-23:58 | rizgarm

    5. Zimanekî navneteweyî ye. Hînbûna wî ji ya Kurdî hêsantir e. Lê divê mirov li ser wî bixebite. Ji rêzimana îngîlîzî netirsin. Ger hûn dixwazin vî zimanî baş bizanin, hînbûna rêziman girîng e.



    2019.12.04-00:37 | serfirazh

    6. zimanekî xweş û lihevhatî ye. di rêzefîlma (bnr: peaky blinders) de devokek pir ecêb û xweş tê bikaranîn. bi ya min îngîlîzî ya herî xweş ew e.




    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    grup seks navên alternatîf [2]
    komkutan...
    şaşîyên kurdîaxêva [1]
    Di nava hevokan de bikaranîna gihanekên romê ye Peyvên weke îşte,hanî...
    grup seks navên alternatîf [2]
    kêkirkê, garankî...
    keçên ermenî [10]
    min heta nuha sê heb ji wan nas kirîye, yek ji tirkîye, yek ji ermenîs...
    girê miraza [1]
    bi tirkî jê re gotine gobeklitepe. ez dijminê tirkî ninûm lê ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » îngilîzî

    Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî