Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 13 peyam
    albûmên kurdî yên 2018'ê - tirşik
    albûmên kurdî yên 2018'ê
    (1) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. ew albûmên kurdî ne ku îsal yanî 2018'ê derdikevin.

    yekem albûma kurdî ya 2018'ê:
    mirady - xwelî
    teaser:










    duyem albûma kurdî ya 2018'ê:
    rewşan çeliker - ax lê wesê
    teaser:










    2018.02.24-16:55 | xendekî

    2. albûma sêyemîn a îsal:

    rojda - siyam
    teaser:










    danasîn: Siyam ango siya min. Çima ev nav li vê albûmê hatiye danîn, bi tenê mirov dikare li hemû albûmê guhdarî bike û fehm bike. Ew şopa raboriyê wekî siyekê, me her wext dişopîne. îca di vê albûmê de jî dîtin û hest kirina siya raboriyê û her wekî din di binê we siyê de bêhndayîn hatiye armanckirin. Ji tona xas a Hewremanê bigirin heta kilamên xemdar ên Maraşê; ji stranên bêhna dîrokê jê tê yên Hewlêrê bigirin heta Qersê her tişt hatiye hunandin. Hemû zaravayên zimanê kurdî, mîna xeyaleke kû pêk hatî di vê albûmê de bûye yek. Ew berhemên ku wê ji siya mijdar a dîrokê derxistiye, qet xweseriya wan xira nekiriye lê aranjeyî muzîka hemdemê kiriye. Armanc kiriye ku bibe pirek di navbera îro û dîrokê de. Rojda bi dengê xwe yê lîrîk ruh daye van berheman û mirov gava lê guhdarî dike, bayek ji çiyayên Sînê, bêhnek ji deştên Botanê û baqek aramî ji zozanên Serhedê di dilê xwe de hest dike. Siyam, siya dîrokê ji çar perçe û perçeyên din ên vê erdnîgariyê dikişîne û tîne pêşkê me dike.



    2018.03.08-15:22 | xendekî

    3. nizamettin ariç - cegerxwîn

    niha tenê li ser malpera xwe weke cd difiroşe, hûn dikarin sparîş bikin. min nekarî guhdar bikim. nûçeya wê: Here lînkê



    2018.04.02-19:40 | xendekî

    4. 4. (li helbet di dilê min de ya yekem e) adnan kartal - bêje

    albuma yekem a vî dengê nû û henaseya taze ye. dengekî pir cuda û xweser e, helbestên stranan jî, bi taybetî ya strana "bêje" bi zêdeyî rind in.. ji aliyê polîfonîkiya xwe ve jî (hem bo sazan hem bo dengan) ji mosîqaya kurdî ya heta niha me nas kirî cuda ye.. hasilî îsal ti albumeke din a baş derneyê jî ne xema min, têrî min heye ev. (helbet hindek xeletiyên xwendinê hene, lê ew jî bila neyê ber çavê me.)



    2018.04.02-20:18 | gordereş

    5. mizgîn - bilbilo, kom muzîk












    "Albûma nû “Lorîn” a hunermend Mizgîn derket. Mizgîn behsa albûma xwe û bandora muzîkê kir. Mizgîn ku terhên cuda tîne gel hev got: “Min xwest di albûma xwe de herçar perçeyên Kurdistanê bînim gel hev.”

    Albûma “Lorîn” a hunermend Mizgîn bi etîketa KOM û Mîr Muzîkê derket. Di albûmê de stranên bi navê “ “Azadî Şêrîn, Ez Kurd im, Bilbilo, De Dilo, Dayê, Şahîno, Dilo Ez Bimrim, Welcome Delal ve Bihar” cih digirin. Hunermend di albûmê de terhên muzîkê yên wekî pop, klasîk û gelêrî anîne cem hev û cih daye berhemên Hafizê Şîrazî, Mihemed Şêxo û Abdulwahit Zaxoyî." nûçeya ajansa Mezopotamyayê: Here lînkê



    2018.04.10-10:09 | xendekî

    6. jan axîn - zerîba
    teaser:










    ciwan haco - felek
    teaser:










    ev herdu hunermendên qedirgiran em li hêvîya wa bûn ev demek dirêj, çavê me ki riya albûmên wa bûn û mizgînî dan wê di demek nêzîk de albûmên wan derkevin. pîroz e



    2018.04.16-23:25 | xendekî

    7. Mübin Dünen - Gerok (Gezgin) [2018 ©Ses Media]

    hin stranên tirkî jî nav albûmê de hene, bêhtir stranên popûler yên kurdî cihê xwe di albûmê de dîne.
    hûn dikarin ji lînkên jêr bistînin:
    Spotify: http://sptfy.com/167C
    Deezer: https://goo.gl/ezZHa2
    iTunes: https://goo.gl/X1vNUM
    Amazon: https://goo.gl/udbzKd



    2018.06.04-23:25 | xendekî

    8. serhat ertuna - as [2018 kom muzîk]

    albûma nû ya serhat ertuna duh li ser qenala YouTube'ê ya kom muzîkê hate weşandin. di albûmê de ev stran hene:

    1-Xewnî Jûrekem
    2-Leila
    3-Ewr
    4-Min Himbêzke
    5-Efsûn
    6-Lîlan
    7-Bêkes Mawin
    8-Behr
    9-Heya
    10-Perde
    11-Bikene

    hûn dikarin ji vir albûmê bistînin: Here lînkê

    hûn dikarin li ser spotify'ê guhdar bikin: Here lînkê



    2018.07.07-12:46 | xendekî


    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    yildiz çakar
    wêje dehfdana sînorên ziman e, yanî avakirina hevokan e ku hem rêziman...
    yildiz çakar
    wêje dehfdana sînorên ziman e, yanî avakirina hevokan e ku hem rêziman...
    doşilme
    (bnr: kêran)...
    yildiz çakar
    wêje dehfdana sînorên ziman e, yanî avakirina hevokan e ku hem rêziman...
    amişk
    zeviya ketê ya ku cara duyemîn tê durûtinê ra dibêjin amişk. ji bo çê...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » albûmên kurdî yên 2018'ê
    » kurdiya amk ê çi ye?
    » yenge

    Kategoriyên mijarê:: muzik muzik muzik kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî