Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
jifêzagorda - tirşik
jifêzagorda
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. hahahah bi rastî şibandineke baş e lê zêde ne rast e. Ji ber ku ez çend salan berê vê bi navêkî din ve li wan deran dilikijîm (nû nîn im), lê min tu tişt nenivisî bû. Eja min nav, şifrê felan jibîra kiribû, niha bi navekî nû û bi heyecaneke zêde vegerîyam!



01.03.2018 03:10 | jifêzagorda

2. bi vê peyama xwe ez gelekî kenandim. lê %100 mafdar e, paragrafa dawîn jî tê de.
navên zarokên tirkmancan/105517



02.03.2018 00:18 | simurg56


4. tirşikvanê kubi vê entrya xwe va ji fikrên min re bûye tercûman.

bnr: yildiz çakar/107069



15.07.2018 15:29 | bûtîmar

5. tirşikvanê ku ez maxlasa wî diecibînim lê nizanim ka gelo tê çi wateyê..
jifêza-gorda : ji fezayê da gor da : ji fezayê da gorra xwe kola ? : )



19.08.2018 12:54 | bûtîmar

6. wekî tê zanîn wateya gor/gord ê mezar, cihê ku mirîyên mirovan lê veşartî ye. Li gundê me jî navê cihekî gord e. ez dema zarok bûm, min golikên malê carna dibirin li wir ku biçêrin. Lewma her tim li fêza/jorê gordê rûdiniştim. Lewma carna ji min dipirsin; tu ji ku yî? Dixwazim bibêjim; ji fêza gordan.
Belê, wisa hozanê serhedî *



19.08.2018 15:33 | jifêzagorda

7. bi qasî nivîskarên professional xwedî zimanekî bikesayet e. dest dirêj e, serbest dibêje (bnr: kî ne em). zimantûj e. Bi vê awayî nivîskareka Rengîn ya tirşikê ye. zimantûjî ne tiştekî xerab e. Bes mirov hevdu neşikînin, ku bişkînin jî wenda nekin. jixwe kêfa'm ji mirovên bi kesayet û ehlaqên berbelav (common) ra û mirovên tirsenok ra pir nayê.

Gavekî xeyidî bû. min digot qey ew dê di tirşikê da êdî nenivîse. piçikekî xemgînîyek bi min girtîbû. "jixwe tirşikvanên me îro bi çend kes in?" mi' ji xwe pirs kiribû.

Di Derbarê derhênerên kurd û fîlmên wan da dinivîse. Xêra xwe, bila van fîlman di beşa sînemayê ya tirşikê da lêzêde bike. Û em jî kêf bikin.



19.07.2019 21:47 | mirovekirind

8. Nivîskara nivê vê şevê peyva "zêdeparî" bi min daye meraqkirin û kiriye hêsîrê bin destê ferhengan. Herçiqas min li ferhengan vekola jî min tiştek nedît. Hama hama serê her peyama xwe de carekî vê gotina "zêdeparî" bikar aniye.

Wekî din ger behsa nivîskariya wê( di zayenda xwe de gotiye "ne yek jî" lê ezê zayenda peyvan li gor mê binivîsim) bikim: herçiqas me di heman heyamê de nenivîsibe jî gelek caran peyamên wê yên kevn derdikevin pêşiya min. Bi qasî ku dixuye zimanekî tûj bikar tîne. Weke berdevkên femînîstan dixebite û li hember peyamên sexist, bavsalar û zayendperest derdikeve.

Ji bo tirşikê rengek cûda bû, bi hêviya ku dîsa li tirşikê vegere. Yan belkî bi maxlaseke din dinivîse.



17.12.2021 03:26 | tîrêj zana 21


dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jifêzagorda

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî