Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
yekîtiya komarên sovyet ên sosyalîst - tirşik
yekîtiya komarên sovyet ên sosyalîst
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. wekî xeyal dest pê kiriye û ber bi kabûsê ve çûye. li abhazyayê gurcî û berevajiya wê, li ermenistanê azerî, li azerbaycanê ermenî hatiye qelihandin, û li cihên din jî tovên dijminî ketiye her derî: koçkirina zorî, etnosîd, bişaftin, neteweperstî, dagirkirin, şerên navxweyî û hwd. tabloyekî trajîk.



08.03.2018 21:32 ~21:34 | biruya hayao miyazaki

2. Hema bibêje yekîtîya sovyetê, an jî yekîtîya sovyetan. herweha bi kurtasî (bnr: ykss)



19.12.2019 00:31 ~2020.01.21 16:56 | mirovekirind

3. Dewleta ku ji alîyê bolşewîkan û bi serokatiya vladîmîr lenîn ve piştî şoreşa cotmehê di sala 1922an de hatiye avakirin û heta sala 1991an hebûna xwe domandiye. Di nav xwe de nêzîkî 17 komaran hewandine.

(bnr: ussr)

(bnr: the union of soviet socialist republics)



19.12.2019 12:33 | xelîl

4. utopyaya çepgirên romantîk e. lê çem û çem çû. çima? ji ber ku ker bûn. diktatorî bi her çi awayî jî be dîktatorî ye, dawîya wê her tunebûn be. vêca dev ji çepgirî ya romantîk berdin û berê xwe bidin rastîyê. (min şaş fêm nekin ez jî çepgir im -netewperestek çepgir- lê romantîzma çepgir li ser sovyetan dikin tiştek din e)



13.04.2020 22:48 ~23:57 | soryazyus

5. yekemîn dewleta karkeran avakirî ye. ykss qonaxa herî bilind a mirovahîya hemdem û şanaz e. bi berterefkirina kêm û qusurên xwe, nûjenkirina rê w rêbaz û teorîya xwe dîsa komunîzm siberoja mirovahî ye. bolşevîkan bi avakirina vê dewleta proleter peyitandin û ji cîhanê re ragihandin ku cîhanek dî pêkane. têkçûna sovyetê ne dawîya dinê ye.

mirovek burjuva be, xwidan sermiyan be heta radeyek fehm dikim ku êrîşî komunîzmê bike, lê mixabin dezenformasyonên îdeologên burjuvazî nav karker û kedkaran de jî belavbûne. ewÊn ji ber dîktatorî sovyetan rexne dikin komîkin lewma nabînin ku hemû dewletên kapîtalîst bi dîktatorîya burjuvazî tê rêvebirin.

a têkçûyî esasen kapîtalîzme. sernekeftina wê li holê ye. ji ber ku hêzek alternatîf nîne kapîtalîzm eve hezar care ji çîka dil filitî. ji xeynî bê edaletî, kedxwarî, êş û ezab tiştek dî nîne kapîtalîzm bide gelê xebatkar. ji bilî komunîzma porsor û rûgeş tu îdeolojî nekariye himber kapîtalîzma rûreş bibe alternatîf.



13.04.2020 23:55 ~2020.04.14 00:29 | hespêsor

6. xêra wan li kurdan çêbûye di warên çand û zimanê de. ne tenê radyoya êrîvanê, wekî din karên basil nikitinî û karên aleksander jabayî ku koleksiyoneke hêja a kurdolojiyê tomar kiribû jî hene. ew tev ji ber îdeolojî û felsefeya ykss'yê çêbûne, ne bi qaçaxî an bi tesadifî.

di sala 1922ê de, li êrîvanê, alfabeyeke kurdî a ji tîpên ermenî hatibû avakirin. dû re kurdî bi tîpên latînî û dawiyê jî bi tîpên kirîlî hatiye nivîsîn (1945). (bnr: alfabeya kurdî ya kirîlî)

ji hilweşîna ykss û vir ve di nav weşanan de bi gelemperî tîpên latînî bi kar anîne. di salên 1920an de dibistan li herkesan ferz kirin û loma di salên 1930an de piraniya êzîdî ku xwendina wan a bi nivîsên dînî tunebû (nexwenda bûn), ji xwe re bûn xwenda. ber bi dawiya salên 1920an, di nav yekitiya sovyetê de bi tevahî ji çil heb zêdetir dibistanên kurdî hebûn ku pirên wan li ermenîstanê bicih bûn. bo perwerdekirina mamosteyên kurdî dibistaneke taybet hat avakirin di sala 1931ê de li êrîvanê da ku xwendewariya kurdî a sovyetê belav bibe."

(bnr: the cambridge history of the kurds)



29.01.2023 04:35 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yekîtiya mêrên kurdistanê
» sovyeta erzinganê
» ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin

Kategoriyên mijarê:: dirok dirok dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî