Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
şehram nazirî - tirşik
şehram nazirî
(5) (0) (7)
di mijarê de bigere

1. hin ciyan navê wî shahram nazeri ye.



hunermendekî kurd ê kurdistana Îranê ye, di sala 1949'an de li parêzgeha kirmanşahê hatiye dinê. Hostayê setarê ye lê tembûrê jî lêdixe. Ji bilî lêxistina muzîka klasîk a fars û kurdî Şehram mesnewiya mewlanayî zehf baş dizane.



07.09.2013 23:43 | kelemejû

2. li gorî min heçiyê ji mÛzîkê fêm dike heta ku guhdarî albûma vî camêrî û vî xweşmêrî ku ji ber konsertê hatiye girtin ku bi orkestraya fÎlarmonîk ya ermenî ya lorÎs çaknavariyan derhênerî û serperiştiya wê dike re dibêje û distire û dilorÎne neke bila nebêje ez tamijîyê mûzîkê me û bila ruhê xwe teslÎmê ezraÎl neke..

belê ji vir kerem kin..



08.09.2013 02:43 | endazer

3. ew çavên belek,simbêlên reş,dengê xweş! Xwudayooo çi bereketî ye ! Rojê carkê guhdarî kirin ferz e.



30.12.2013 16:54 | kubikem

4. Berfandar’a 2011’a de li bajarê Konya’de sazdêran daye û me ne bihîstiye.Heyf bû ye!



24.02.2014 17:21 | aylêdilo

5. ji bo ku li kirmanşahê ku bi xwe jî li vir xwudê daye, konsêrtek daye û di konsêrtê de bêtir stranên kurdî gotiye û di nav van stranên kurdî de jî cih daye stranên kurdewar û kurdistanî yên wekê min kurd im farsî niyezanim (ez kurd im bi farisÎ nizanim) û kurdistan ger to nebî tacî şahîm bo çiye (Kurdistan eger tu nebî ez çi li tacê şahiyê bikim) tuşÎ bertekên PASDARÊN FAŞÎST ÊN ÎRANÊ HATiye.. wî jî bersiveke xweş daye van derdorên faşîst ên li hemberî tu nirxeka kurd Û kurdistanê nikarin xwe ragirin..

nûçeya bertekê; http://rudaw.net/kurmanci/culture/29052014

nûçeya bersiva şehram nazerî; http://rudaw.net/kurmanci/culture/31052014



31.05.2014 17:11 | endazer

6. ew herdu stranên bûne sebeb ku farsên faşîst li şehram nazirê bêne xezebê;

kurdistan ger to nebî tacî şahîm bo çiye;



min kurd im farsî niyezanim;



06.06.2014 19:37 | endazer

7. çend xelatên ku heta niha wergirtine;



- Xelata Baştirîn Muzîka Îrfanî ya Cîhanê di sala 1997an de

- Xelata Swarçakî ya Edeb û Hunerê ku hikûmeta Fransayê di sala 2007ê de pêşkêşî kir

- Xelata Baştirîn Hunermendê Asyayê ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon dayê.



10.06.2014 23:59 | endazer

8. li gorî nûçeyeka basnews.comê biryar daye wê qezenca xwe ya salekî bide wan zarokên ku du sal berê li bajarê şînawa rojhilatê kurdistanê şewitîbûn.. li gorî heman nûçeyê par jî nîvê qezenca xwe ya wê salê ji bo dermankirina zarokên şewitî bexş kiriye.. http://basnews.com/tr/News/Details/Nazeri-bir-yillik-gelirini--soba-faciasi-magduru-kiz-ogrencilere-bagisladi/33872



13.09.2014 22:17 | endazer

9. bi navê yadegar doost albûmeka wî û bi heman navî straneka wî heye.. min guhdarî temamê albûmê nekiriye ji ber wê nikarim tiştekî bêjim, lê stran felaket e, bi çûnûhatinên dengê xwe re şehram ji çembilê mirov re digire, dibe digihîne heta tebeqa heftê û ji wir, ji wê blindahiyê berdide erdê..

https://soundcloud.com/ce-m-ahmadi/shahramnazeri



21.09.2014 03:57 | endazer

10. Straneka wî ya bi navê sebrî heye.





27.01.2015 12:22 | xendekî

11. Li San Diegoyê 25 sibat 2006ê wekî Majorê San Diago tê pejirandin. Û ew roj ji aliyê walî ve roja şehram nazirî tê diyar kirin û her sal tê pîroz kirin. Kongreya amerîka biryar dide ku Şehram dê li zanistgehên, Stanford, California, Berkeley, Harward, UCLA û herwekî din hûnera xwe bide nasandin û konsertan bide. Wezareta Çandê ya Frense wî Şovalyeyê Çandê destnîşan dike û madalyeyê dide wî. Yekitiya Asya û neteweyên yekbûyî (UN) wî wekî Xezîneya Çandê ya Zindî dipejirînin. house of musîc celebration bi xelatekê diyar dike ku Şehram Arşîva Mûsîkê yê Zindî ye. Şehram Nazirî, mûsîka Rûmî, hûnera Rojhilat, ahenga Îranê li gel folklora kurdan dipirêje û şêwaza xwe ya taybet hildiberîne. Rojnameya Newyork Times wî wekî “Bilbilê Îranê” pêşkêş dike. Christian Science Monitor jî wekî “Pavarottiyê Îranê” dide nasandin. bbcyê jî li ser hûnera wî ya nimûne bernameyeka taybet pêşkêşî cîhanê kiriye.



Dibêje; ''ez li şûna neya enstrûman dengê xwe yê zindî bikar tînim.''



19.03.2015 16:11 ~2015.04.11 16:24 | remlavêj

12. ew simbêl reş ê ku gava distîre dilê mirov dişewitîne.







24.10.2015 18:18 ~2015.10.25 03:18 | xwedaparêz

13. (bnr: der ashegi pichideh am)



03.12.2015 04:42 | xwedaparêz

14. kengî baran bê, ev strana wî tê dibare dikeve bîra min.

çi xweş e li ber dengê şehram û peşkên baranê şilûpil bûn.





05.09.2016 22:27 | endazer

15. Ev mi dide ber cilêta, rihê mi perçe perçe dike... (bnr: Şeyda şodem)



13.04.2018 23:13 ~23:16 | mîr

16. pavarottî, şehram nazirîyê îtalyana ye!



04.03.2020 14:37 | xwelî li ser

17.



Ev strana di gotina "bila xwedê ruh û canê min li ser paxilê wê bigirta!" de dikeve şûna paxila *



07.08.2020 20:46 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» şehram nazirî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî