Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; efrîn şe dike porê kurdistanê
peyamên çepikkirî

105838. helbesta ku bo berxwedana efrînê hatiye nivîsîn. ji hêla ekîba asoya helbesta kurdî ve hatiye amadekirin. şairên helbestê: yehya omerî, ehmed huseynî, kawa nemir, rênas jiyan, omer dilsoz, omer faruq baran, ciwan nebî, yeqîn h., mihemed ronahî, muhsîn ozdemîr, zero
Serastkirin û Amadekirin: Asoya Helbesta Kurdî (xendekî, roberz, mergehez)
Deng: Qeyso
Mix: Reqso
Vîdyo: gernas nenas




Yehya Omerî, Ehmed Huseynî, Kawa Nemir, Rênas Jiyan, Omer Dilsoz, Omer Faruq Baran, Ciwan Nebî, Yeqîn H., Mihemed Ronahî, Muhsîn Ozdemîr, Zero
- EFRÎN ŞE DIKE PORÊ KURDISTANÊ

Hela hayê, halan e vê dûzê

Dozê olan e,
Li zerîesmeran, li berxê l’ber kozê

Qewl e ‘Efrîn, dilêrî rênc e
Hewl e şûr kişiyaye ji kalan e
Dest daye azadiyê, li Çiyayên Kurmênc


Kadraj
-bi bergeheka fireh-

Dinya
Gwîzên xwe li ser dilê me dişikêne
Kakilan jî dide xelkê

Nebixêr im dîsa soxexem im
Yan ji dîya xwe nebûma
Yan tek kevirek bûma niha li Efrînê
Dewranqulibî, çekhilnegirtî, dierdêketî

Ewr kesk in
Rondikên dayika min kesk in
Baran kesk e
Xwîna şehîdan kesk e
Zeytûn dibarin
Efrîn dibare!!

Nizanim bê kîjan pir şkestiye
Kîjan daregul qulibiye
Kîjan dê li pey weledê xwe ketiye
Kîjan gulle di lûleyê de aliqiye
Kîjan deng di gewriyê de maye
Ku ne dengek hev dibîhîse
Ne kesek dikare bigihê cihwarê xwe
Biharê!
Tu çi tofanek î
Ka te yê gul baran diban...
Ne ku gulle...
....


Kadraj
-bi bergeheka vedayî-

Jiyan
Çarenivîseka “bloke”kirî
Ya me hejîrek devê rê ye
Heçî hat çav lê ye
Heçî hat dest tê ye
Para me
Para pûşê ber bê ye
Para me;
Kara rojê, tara bêjingê ye
Para me
Efara li şûna bênderê ye
Hestîyê ber diranên tajiyê ye
Çi zanim,
Çawa dibên: A me çavsorkirina piştî mirinê ye

Pala xwe didim cûnîya xemên bîroke,
Berê min li dexis û barbarên mêjîn, ku
Agirê wan ê tarî bi xwelîya xwe ya dêrîn ditefînim!
Dihêvişînim nevisîyên bêtûtik,
Dirûsikînim hêvîyên bêmehtik ,
De qene ne’efine Efrîna min!
Deng didin ve gelî û geboz, ma we seh nekirîye:
Dizên ve kulîlkên zarotîya dîya min!

Ev der axeke birûn e
Ji porê me mişt dehfikên mû ne
Erda wê ji bo meşa hûtan sabûn e
Welatê min di devê min de qelûn e
Ji min re ji pelên zeytûnan tacekê bihûne


Kadraj
-bi bergeheka teng-

Fira me heta kadînê jî nîn e
Rê “bloke”
Rêbiwar “asê”
Dil
Di cincirkê de lepek guvaştî
Em
Bi kîjan hejîrê “sûnd” bixwin
Dibe parîkê devê qijikan
Em
Bi kîjan zeytûnan “sûnd” bixwin
Kuliyên xezebê berdidinê
Hawar e dadê, hawar: Kê dîtiye kulî zeytûnan dixwin?

Hûn! Berê xwe bidine vê kozika berxên Biheştê!
Hûn ên ku dingeyên pîroz ên wê darezeytûna bi hezaran salî ne
Li Efrînê, ku sîya wê dide ser berrîyên veketî li Bakur!
Hûn ên ku ew sîya hembêzker şermezarker e, şermezarker e,
Şermezarker e, bo We!
Hûn ên serberjêr ên ku tayên tenîsk ên erda can dixepêrin
Li ser sîngê welatê tavê,
Hûn ên bendeyên dozexa rojan ên ku hînî şewata şîrqînîya
Şiva germeşo bûne,
Hûn ên ku şov dikin zevîyên westîyayî yên welatê bêpencere,
Cercereya çelçele qutqutî dike tilî û pêçîyên we,
Hûn ên “semeyên heram”, “sercûcik”, “kotan ketî navê”,
“bi kula Helebê ketî”, “kaxiz e reş hatî”, “bê serî û berate”...
Hûn ên îzrabkêşên wan ên ku belayê dikirrin û nafiroşin,
Wan ên ku konê we yê bav û kalên we yên mêvanhez danîye,
Hûn ên ku ji hev du re mîna nanê kût in, ji ejdehayê sêserî û
Serserî re mîna kiloçê ne,
Hûn ên ku pirûsîya hebûna xwe ya qelp dernaxin, nadine
Stûyê xwe wekî hûn başkurîkar in li dora tenûra temirî!
Hûn! Berê xwe bidine vê kozika Biheşta Kurdistanê!


Kadraj
-bi bergeheka berevajî-

Niha li me bihar e
Û “We-t tînî! We-z zeytînî!”
Tîhniya zeytûnan bi kîjan biharê dişkê?
Bi kîjan baranê?

Em di xirbeyên vî welatî de razan
Me li van kolanan şer kir
Pişta me li van çiyayan
Me sonda hatinê li van şikeftan da
Em têk naçin

Ciwaniya me ya gewr û tiştên din ên ji pişta vê axê, yanî
Yanî hevalno
Wêrekiya me ya har, destgirtiyên me yên gulîsor,
ew ên tim li devê riyan
Ew ê wilo berî tim li asoyan
Erê ew in û ew
Zorê didin me
Em têk naçin

Ez ê rahêjim xwe
Û di dilê min de keskahiya Efrînê,
Ber bi Meydankê de biçim.
Li wir ku neyinika esîmanan,
Li wir ku esîman porê xwe şeh dike
Dema pêlên Meydankê radibin
Û dilê min lêdide,
Weke ku bigihêjim zinarên çiyayan,
Li Bilbilê:

"Zincîrên me qewî ne kanî ew zincîrşikînên we
Hezar sal in me hûn girêdane ka vekin besta me

Diqîre Efrîn dibêje ez welatê zeytûnan im
Erê em aştîxwaz in lê we nedîtiye resta me

Bi sedê hezaran kur û keçên min hene cangorî
Binêr Xebat Dêrik im ez Xabûr im ez Awesta me

Ez ji Selahaddîn û vir de azad im Efrîn im ez
Tu dibêjî qey ez bêhêz û tirsonek û westa me

Te yê şikiriya xwe bianiya bi Viyetnamê
Heke te bizaniya bi wê hêrs û kerb û hesta me"

Yehya Omerî, Ehmed Huseynî, Kawa Nemir, Rênas Jiyan, Omer Dilsoz, Omer Faruq Baran, Ciwan Nebî, Yeqîn H., Mihemed Ronahî, Muhsîn Ozdemîr, Zero

ASOYA HELBESTA KURDΰ
18'ê Adarê 2018ê

TÊKILÎ
Emaîl: asoyahelbestakurdi@gmail.com
Facebook/YouTube: Asoya Helbesta Kurdî
Twitter: @asoyahelbesta



07.06.2013 18:27 | brusk56

105856. PolîtîkAzad (@PolitikAzad): 11 şairên Kurmanciyê ji bo Efrînê bi hev re helbesta "Efrîn şe dike porê Kurdistanê" nivîsand. Ev karê kolektîf ji hêla ekîba sepana @asoyahelbesta ve hat amadekirin.
Here lînkê

rojnameya welat: Here lînkê

sputnîk kurdistan: Helbestkaran ji bo Efrînê nivîsî: Efrîn şe dike porê Kurdistanê Here lînkê



07.06.2013 18:27 | brusk56