Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 17 peyam
    efrîn şe dike porê kurdistanê - tirşik
    efrîn şe dike porê kurdistanê
    (2) (0) ecêb (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. helbesta ku bo berxwedana efrînê hatiye nivîsîn. ji hêla ekîba asoya helbesta kurdî ve hatiye amadekirin. şairên helbestê: yehya omerî, ehmed huseynî, kawa nemir, rênas jiyan, omer dilsoz, omer faruq baran, ciwan nebî, yeqîn h., mihemed ronahî, muhsîn ozdemîr, zero
    Serastkirin û Amadekirin: Asoya Helbesta Kurdî (xendekî, roberz, mergehez)
    Deng: Qeyso
    Mix: Reqso
    Vîdyo: gernas nenas











    Yehya Omerî, Ehmed Huseynî, Kawa Nemir, Rênas Jiyan, Omer Dilsoz, Omer Faruq Baran, Ciwan Nebî, Yeqîn H., Mihemed Ronahî, Muhsîn Ozdemîr, Zero
    - EFRÎN ŞE DIKE PORÊ KURDISTANÊ

    Hela hayê, halan e vê dûzê

    Dozê olan e,
    Li zerîesmeran, li berxê l’ber kozê

    Qewl e ‘Efrîn, dilêrî rênc e
    Hewl e şûr kişiyaye ji kalan e
    Dest daye azadiyê, li Çiyayên Kurmênc


    Kadraj
    -bi bergeheka fireh-

    Dinya
    Gwîzên xwe li ser dilê me dişikêne
    Kakilan jî dide xelkê

    Nebixêr im dîsa soxexem im
    Yan ji dîya xwe nebûma
    Yan tek kevirek bûma niha li Efrînê
    Dewranqulibî, çekhilnegirtî, dierdêketî

    Ewr kesk in
    Rondikên dayika min kesk in
    Baran kesk e
    Xwîna şehîdan kesk e
    Zeytûn dibarin
    Efrîn dibare!!

    Nizanim bê kîjan pir şkestiye
    Kîjan daregul qulibiye
    Kîjan dê li pey weledê xwe ketiye
    Kîjan gulle di lûleyê de aliqiye
    Kîjan deng di gewriyê de maye
    Ku ne dengek hev dibîhîse
    Ne kesek dikare bigihê cihwarê xwe
    Biharê!
    Tu çi tofanek î
    Ka te yê gul baran diban...
    Ne ku gulle...
    ....


    Kadraj
    -bi bergeheka vedayî-

    Jiyan
    Çarenivîseka “bloke”kirî
    Ya me hejîrek devê rê ye
    Heçî hat çav lê ye
    Heçî hat dest tê ye
    Para me
    Para pûşê ber bê ye
    Para me;
    Kara rojê, tara bêjingê ye
    Para me
    Efara li şûna bênderê ye
    Hestîyê ber diranên tajiyê ye
    Çi zanim,
    Çawa dibên: A me çavsorkirina piştî mirinê ye

    Pala xwe didim cûnîya xemên bîroke,
    Berê min li dexis û barbarên mêjîn, ku
    Agirê wan ê tarî bi xwelîya xwe ya dêrîn ditefînim!
    Dihêvişînim nevisîyên bêtûtik,
    Dirûsikînim hêvîyên bêmehtik ,
    De qene ne’efine Efrîna min!
    Deng didin ve gelî û geboz, ma we seh nekirîye:
    Dizên ve kulîlkên zarotîya dîya min!

    Ev der axeke birûn e
    Ji porê me mişt dehfikên mû ne
    Erda wê ji bo meşa hûtan sabûn e
    Welatê min di devê min de qelûn e
    Ji min re ji pelên zeytûnan tacekê bihûne


    Kadraj
    -bi bergeheka teng-

    Fira me heta kadînê jî nîn e
    Rê “bloke”
    Rêbiwar “asê”
    Dil
    Di cincirkê de lepek guvaştî
    Em
    Bi kîjan hejîrê “sûnd” bixwin
    Dibe parîkê devê qijikan
    Em
    Bi kîjan zeytûnan “sûnd” bixwin
    Kuliyên xezebê berdidinê
    Hawar e dadê, hawar: Kê dîtiye kulî zeytûnan dixwin?

    Hûn! Berê xwe bidine vê kozika berxên Biheştê!
    Hûn ên ku dingeyên pîroz ên wê darezeytûna bi hezaran salî ne
    Li Efrînê, ku sîya wê dide ser berrîyên veketî li Bakur!
    Hûn ên ku ew sîya hembêzker şermezarker e, şermezarker e,
    Şermezarker e, bo We!
    Hûn ên serberjêr ên ku tayên tenîsk ên erda can dixepêrin
    Li ser sîngê welatê tavê,
    Hûn ên bendeyên dozexa rojan ên ku hînî şewata şîrqînîya
    Şiva germeşo bûne,
    Hûn ên ku şov dikin zevîyên westîyayî yên welatê bêpencere,
    Cercereya çelçele qutqutî dike tilî û pêçîyên we,
    Hûn ên “semeyên heram”, “sercûcik”, “kotan ketî navê”,
    “bi kula Helebê ketî”, “kaxiz e reş hatî”, “bê serî û berate”...
    Hûn ên îzrabkêşên wan ên ku belayê dikirrin û nafiroşin,
    Wan ên ku konê we yê bav û kalên we yên mêvanhez danîye,
    Hûn ên ku ji hev du re mîna nanê kût in, ji ejdehayê sêserî û
    Serserî re mîna kiloçê ne,
    Hûn ên ku pirûsîya hebûna xwe ya qelp dernaxin, nadine
    Stûyê xwe wekî hûn başkurîkar in li dora tenûra temirî!
    Hûn! Berê xwe bidine vê kozika Biheşta Kurdistanê!


    Kadraj
    -bi bergeheka berevajî-

    Niha li me bihar e
    Û “We-t tînî! We-z zeytînî!”
    Tîhniya zeytûnan bi kîjan biharê dişkê?
    Bi kîjan baranê?

    Em di xirbeyên vî welatî de razan
    Me li van kolanan şer kir
    Pişta me li van çiyayan
    Me sonda hatinê li van şikeftan da
    Em têk naçin

    Ciwaniya me ya gewr û tiştên din ên ji pişta vê axê, yanî
    Yanî hevalno
    Wêrekiya me ya har, destgirtiyên me yên gulîsor,
    ew ên tim li devê riyan
    Ew ê wilo berî tim li asoyan
    Erê ew in û ew
    Zorê didin me
    Em têk naçin

    Ez ê rahêjim xwe
    Û di dilê min de keskahiya Efrînê,
    Ber bi Meydankê de biçim.
    Li wir ku neyinika esîmanan,
    Li wir ku esîman porê xwe şeh dike
    Dema pêlên Meydankê radibin
    Û dilê min lêdide,
    Weke ku bigihêjim zinarên çiyayan,
    Li Bilbilê:

    "Zincîrên me qewî ne kanî ew zincîrşikînên we
    Hezar sal in me hûn girêdane ka vekin besta me

    Diqîre Efrîn dibêje ez welatê zeytûnan im
    Erê em aştîxwaz in lê we nedîtiye resta me

    Bi sedê hezaran kur û keçên min hene cangorî
    Binêr Xebat Dêrik im ez Xabûr im ez Awesta me

    Ez ji Selahaddîn û vir de azad im Efrîn im ez
    Tu dibêjî qey ez bêhêz û tirsonek û westa me

    Te yê şikiriya xwe bianiya bi Viyetnamê
    Heke te bizaniya bi wê hêrs û kerb û hesta me"

    Yehya Omerî, Ehmed Huseynî, Kawa Nemir, Rênas Jiyan, Omer Dilsoz, Omer Faruq Baran, Ciwan Nebî, Yeqîn H., Mihemed Ronahî, Muhsîn Ozdemîr, Zero

    ASOYA HELBESTA KURDΰ
    18'ê Adarê 2018ê

    TÊKILÎ
    Emaîl: asoyahelbestakurdi@gmail.com
    Facebook/YouTube: Asoya Helbesta Kurdî
    Twitter: @asoyahelbesta



    2018.03.18-22:27 [guhertin:2018.03.19 00:00]| xendekî

    2. PolîtîkAzad (@PolitikAzad): 11 şairên Kurmanciyê ji bo Efrînê bi hev re helbesta "Efrîn şe dike porê Kurdistanê" nivîsand. Ev karê kolektîf ji hêla ekîba sepana @asoyahelbesta ve hat amadekirin.
    Here lînkê

    rojnameya welat:



    sputnîk kurdistan: Helbestkaran ji bo Efrînê nivîsî: Efrîn şe dike porê Kurdistanê Here lînkê



    2018.03.20-16:20 | xendekî

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    di tirşikê de pirbûna bijîşkan [4]
    mijara ku ez bawer im tê xwestin ku bê gotin (bnr: di tirşikê de pirbû...
    çanî [2]
    ...
    cinorek [1]
    Car caran me rexne li hevalên pkkyî dikiran û me digot gellek muteessi...
    nivîskarên ku peyamên xwe jê dibin [1]
    nivîskarên xeydok in. kirina wan ne tu îş e. bi hêrsekê ve ji nîşka ve...
    marjînalbûna xwendin û nivîsandina bi kurdî [1]
    mixabin tişteke rast e. bi taybetî bakurê kurdistanê di nav civakê de ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » efrîn şe dike porê kurdistanê
    » serma
    » diken.com.tr
    » porê diyar çima naweşe
    » kurdistane

    Kategoriyên mijarê:: wejehlbst wejehlbst wejehlbst
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî