Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


4 mijar û 6 peyam
olîmpiyatên 2020an - tirşik
olîmpiyatên 2020an
(0) (0) ecêb (0) (2)
di mijarê de bigere

1. hêj jê re 7 sal mane lê ev çend hefte bûn tirkiye bi van olîmpiyatan re radiza û radibû.. ji bo bajarê ku wê olîmipiyat lê were çêkirin bê destnîşankirin û hilbijartin duhî li arjantînê di nav sê bajarên wekê madrîd, stembol û tokyoyê de pêşbazî hebû lê dawiya dawÎn rey û dengên zêdetir bajarê tokyoyê yê ku paytextê japonyayê anku bi qewlê ereb û kurdên di bin tesîra erebên doxînsist de mane yabanê ye sitand û mafê malxwêyî û mazûvaniya olîmpiyatên 2020an bidest xist.. wek min di serî de jî got ev hefteyeke xelkê dev ji mûdaxaleya sûriyê berdabû û hemû mêl û bala xwe dabûn ser van hilbijartinan.. raya giştî ya tirkan di nav xwe de bibûn du pişk û leq.. aliyê muxalîf yên ku cara pêşîn di protestoyên ji bo seyrangeha geziyê de xwe dabû pêşû dilê nazik yê teyyîb êşandibû nedixwest olîmpiyat li stembolê bên çêkirin ji ber eger stembol hatibûya hilbijartin wê ev yek wek serkeftinekî di xaneya teyyîbê sergolik de bihata nivîsandin û hemû zilm û neheqiyên hikûmeta akpê wê di raya giştî ya navneteweyî de meşrû bibûya.. û teyyîb û şûrekaya xwe jî qûna xwe çirrandin ji bo stembol bê hilbijartin ji bo olÎmpiyatan ji ber eger stembol hatibûya hilbijartin wê îmaj û prestîja xwe ya ku ji ber protestoyên seyrangeha geziyê ya di nav raya giştî ya navneteweyî de têkçûyî biedilanda û ji nû ve makyaj bikira û ji ber polîtikayên şaş yên bi ser dewletên cîran û derve ve piştgiriya herku diçe kêm dibe ya di nav raya giştî ya tirk de wê ji nû ve zêde bibûya.. lê çênebû.. nebû nesîb.. bû behra yabanên yabanî..*



2013.09.08-13:57 | endazer

2. kitika kor jî dizaniya ku wê nebe para tirkiyê û stenbolê.

ma camêr dîn in ku olîmpiyatê bidin welatekî ku hindik maye bikeve nava şerekê û hevkariya el-kaîdeyê dike. dinya alem ev demek e, tirkiyê weke hevkarê el-kaîdeyê dibîne. olimpiyata çi?

ji aliyê din ve jixwe kapasîteya stenbolê tune ku olimpiyatê hilgire.

her çiqas nifûsa tokyoyê bi 32 milyonan, 3 qet ji stenbolê zêdetir be jî, bi saya rê û amûrên xwe yên veguheztinê weke stenbolê ne tevlîhev e û jê re nifûsa ku wê bi olimpiyatê re were, nabe barek mezin.



metroya stenbolê: http://www.istanbul-ulasim.com.tr/media/8545/b_y_k_harita_metro-01.jpg

metroya tokyoyê: http://www.bento.com/pix/subway/subway5.gif



2013.09.09-09:22 | simurg56

dengdanên dawîn (Yên Din..)
flamenko [2]
muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
navê hespên navdar [3]
Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
duyemdest [1]
peyva ku min berî çend deqeyan ji ber xwe avêt. mirov dikare ji bo tiş...
belki ev jî bala te bikişînin
» olîmpîyatên zivistanî ya soçî

Kategoriyên mijarê:: spor
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî