Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kujer kî ye? - tirşik
kujer kî ye?
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ev anketek e.
Pêşî vîdeoyê temaşe bikin peyre kerem bikin.






Pirs:
1- Di rêzefîlmê fringe s03e03'de,
kujer milo ye, an jî şifêrê otobusê ye?

2- kî sûcdar e?




Heman vîdeo:







07.04.2018 02:20 | gumgumok

2. mijara beşeke fringe.
min qet lê temaşe nekiriye lê min li vîdyoya jor temaşe kir. sûcdar bêguman ajokerê otobûsê ye.
ji ber ku li pêşiya xwe nenêriye. zilamê pênûs danî wir, ê ku rabû wê pênûsê bistîne û siwarê bîsîkletê fîlan tenê gengeşiyek derxisintine holê.
ger ajokerê otobûsê vê yekê bike hêcet, dikare ji xwe re her tiştî bike hêcet ku li trafîkê nemeyzîne û qezeyan bike.



07.04.2018 07:58 | simurg56

3. helbet ajokarê otobûsê ye. heke qest an jî niyeteka milo hebe jî di çarçoveya insanejî de em lê binêrin girêdana sedemî a di navbera wî û mirina jinikê de qut dibe, dewam nake. ajokarê otobûsê dibîne ku ronî li ser zerê ye, lê weşa xwe hîç kêm nake. ji ber wê qisûr li ser milê ajokar e



07.04.2018 12:34 | xendekî

4. teqez ajokar e.

jinik jî ne xema wê ye li dora xwe biner e.



07.04.2018 12:43 | berxweda

5. Mirovê ku pênûsa xwe dideynê li ser namedankê pardarekî vê tawanê ye. Gava ku dîtibû binê namedankê nesaxlem e heta ku wî mêrikî pênûsê re mijul dibû diviya bû ji şaredariyê re rabigihînî ku binê namedankê nesaxlem e, tehlûkeyê dipeşikînê derdorê.

Pardarekî dî şaredariya vê bajarê ye. Erka wana ew e ku haya wana di şeqaman de ji tiştên bixeter re hebûba. Erkedarên şaredariyê namêdankê temîr kiribûbana ber bi rê ve nediket.

Pardarekî din mirovê ku pênûsê ji erdê radike ye. Diviya bû hê jî baldar bûba. Armanca wî baş bûba jî xirab bûba jî hinekî din baldar bûba xwe neavetibû miyanê peyarê yê, ji nişka ve çoka xwe nedanibû erdê.

Pardarekî dî kesê ku duçerxe diajo ye. Diviya bû li ser peyarêyan hêj bikontrol biajota.

Pardarê herî mezin ajovanê otobêsê ye. Di lembaya sor de li peyayekî dixe û peya dimire. Dibe ku ji tevlîheviya derveyê tirsiya û ew tevlihevî hişê wî pelişand. Lê nema karê di lembaya sor de derbas bibê.

Pardarekî herî paqij jî jinê ku dimire ye. Diviyabû jibîr nekiriyabû kesên ku li derveyê diçin û tên, karên xwe dikin mirov in, insan in. Ne robot in, di rojekî de bi zanebûnî an jî ne zanebûnî gelek tiştên xirab diqewimin. Bala xwe hinek zêde berdabûba ser rê yê dibe ku lezayiya otebêsê ferq kiribûba.

Heke ezê bixime rêzê,

1-) ajovanê otobêsê
2-) şaredariya bajarê (hemû erkedarên şaredariyê)
3-) mirovê ku pênûsê dideynê ser namedankê
4-)mirovê ku pênûsê ji erdê dirakê
5-) ajovanê duçerxeyê
6-) mirî

Helbet li gorî rewşê û li gorî armanca wana tawana wana yan zêde bibe yan jî kêm bibe. Li gorî vîdyoyê tawanên wana wilo xuya dike.

Di bûyerekî çêbûyî de yekî nikarê hemû sûcê nikarê bavêjê li ser yekî. Ji bo biryarekî adil çawderiyeke bi berfirehî pêwîst e. Erka her kesî ye ku gava kesek xirabiyek dît an jî tiştek bitehlûke dît ji bo mirovan hişyariyê bidê û rabigihînê erkedaran. Erka mirovatiyê ye.



07.04.2018 22:43 | bilbilê dilkul

6. Kujer hem ajoker e û hem jî milo (xwidyê pênûsê) ye. Lê pêşî milo (xwidyê pênûsê) ye.

Xwidyê pênûsê, kujerê biqestî ye,
Ajoker, kujerê bêhemdî ye.

Ajoker divê cavên xwe ji rê qut nekiribabe. Lê çavên guhart û pêl jinikê kir. Lê hema bêhemdî kir û nizanîbû go roniya sor pêketiye. Naxwe ajoker kujerê bêhemdî ye û sûcê wî kuştina bêhemdî (taksirle adam öldürme) ye.

Xwidyê qelemê kesin zanîbû go çawa bikujê. Bi niyeta kuştinê, biqestî ew qelem danî wir. Wî zilamî zanîbû go ti ferqa fîşek û qelemê nîne. Yanî weke go fîşek li maktulê reşandî sûcdar e.

Ew kesên di navbera ajoker û xwidyê pênûsê masûm in. Heya wan ji ti tiştî nîne. Ti têkiliya wan bi kujer, ya kuştî û ajoker re nîne. Ew teqez nesûcdar in. Bêguneh in.

J'bo vê yekê sûcdarê mezin xwidyê pênûsê ye. Ew kujerê biqestî ye.
Sûcdarê peyre, ajoker e. Ew sûcdarê bêhemdî ye.



15.04.2018 16:40 ~16:42 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kujer kî ye?
» kîklop

Kategoriyên mijarê:: anket anket anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî