Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
bes xwe giran ke - tirşik
bes xwe giran ke
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bes xwe giran xwe re, lêv bada awirên çavaa...
Straneke eyaz yusiv e.




Ji wan kes ên qelew î zêde xwarinê dixwin re jî dikare bê gotin. *



15.04.2018 19:17 | xwelî li ser

2. Strana eyaz yûsifî a ez herî pir jê hez dikim. bi rastî gotinên stranê pir xweş in û pir ji dil xwendiye. ji stranê, hezkirina di dilê wî de xuya dibe. Di entrya ewilî de gotiye "lêv bada" û henekek li ser hatiye kirin. Li Gorî ku min lê gohdarî kir dibêje "bes xwe giran ke, ne bade awirên çavan" e. Min gotinên stranê li tu deran nedît.
Di vir de ji hezkiriya xwe gazinan dike. Di wateya dixwaze bêje "dilê te jî li aliyê min heye". Û ji giranbûna wê û ji awirên wê gazinan dike.

Eyaz Yusif jî ji zaxoyê ye, mihemed arif cizîrî jî li wî bajarî bi salan ma ye û dîsa erdewan zaxoyî jî ji wir e, bi min di rihê hin bajaran de huner heye, Zaxo jî yek ji wan bajaran e. Gava ez li gotinên vê stranê dinêrim bi rihetî ez dikarim bêjim ne kêmî helbestan e. Û Bi ser gelek helbestan re ye.
ka Guhên xwe bidin van gotinan:
"tu xwe dixemlînî bi lêwendî û şala mêrdînê
cot keziyan berdî reş mar in li ser milê zînê
wan rûyê sorgul delalê heyva evînê
ber min re d'bûrî şêrînê û tu kul dikî birînê"*

Eyaz Yûsif tenê 25 sal emir kiriye lê ew ê dilê wî û dengê wî wer li vê dinyayê be.





30.11.2020 00:38 | mefer

3. Strana ku gotinên wî birastî jî piçek şolîbûn.. piçek jî min şolîkir/zelalkir, heyfa stranên wiha ku heta niha bê gotin mane û ez gotinên wî dinivîsînim * herwiha dest û guhê min û keda min saxbe di pey eyaz yusifde.., tiştê min ji gotina fehmkir ev bû ku çewtiyek hebe hun dikarin rastbikin

Bes xwe giranke nebade(nebide) awirê çava
Ne tu timî/tenê ciwanî, xudana nava
Zerîyên gund meşîn xemilîn de rava/e
Herçî giranbe herdemê ketiye dava/

Tu xwe di xemilînî bi lewendi û şala mêrdînê
Cotên keziya berdidî reşmarên ser milê zînê
Wan rûyên sorgul delalê heyva evînê
Ber minde diborî şêrînê kuldikî birînê

Bes xwe giranke nebade awirên çava
Ne tu timî ciwanî xudana nava
Zerîyên gund meşîn xemilin derava
Herçî giranbe herdemê ketiye dava

Min nema taqet li gel te bêhnê firehkim
Ez mam kerr û gêj nizanim çi kirasî li bergkim
Te limin hindakir rêka rast mame bendewar
min divê te bînim/bibînim lawo birîna derkim


Bes xwe giranke nebade awirên çava
Ne tu timî ciwanî xudana nava
Zerîyên gund meşîn xemilin de rava/ea
Herçî giranbe herdemê ketiye dava

Aydiiiiiiiiiiiiill, aydiiillllllll...... ayaydil aydil ax emrê minoo


Hey la lawê min sing da min bi xwedê nizanim
Hem pir delalim ber dilê te ez ciwanim
(li Te) bûme eşqê dilsotî ez li te giranim
limin negre lawo bi evînê ez çi nizanim

Bes xwe giranke nebade awirên çava
Ne tu timî ciwanî xudana nava
Zerîyên gund meşîn xemilin de rava/ea
Herçî giranbe herdemê ketiye dava


ev jî gotinên ku giranbûnê şaş fehmkirine *

Bes xwe giranke nebade qeyntera çava
Ne tu ne giranî li ber tirêjên tava/tankêrên ava
ji tere dibêjim xwe dur bide ji nova û teflon tawa
Herçî giranbe herdemê ketiye lava/lawa

...



30.11.2020 22:39 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bes e law !
» xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin
» giranîya dijûnên kurdî

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî