Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
di tirşikê de guhertina navên tirşikvanan - tirşik
di tirşikê de guhertina navên tirşikvanan

Navê mijarê ya ewil ev bû:di tirşîkê de guhertina navên tirşîkvanan
(14) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Di tirşîkê de bawerim pirsgirêkek wiha yê bikarhêneran heye qenebe ya min heye min ewil nuçeya tirşîkê di kovara zaremayê de dîtîbu wêrê jî rastî navên wek sîmurg56, brusk56 hatibum û min jî go divêt ez jî tiştek30 binîvîsîm da ku dengê Colemêrgê jî bilind bikim rabim min xwe qeyd kir û ez bume endam ewil nav de pirsgirêk tinebu lê paşî hêdî hêdî hebuna 30 ê bo min tarêf hat êdî bo min wek berê xweşîk nayê.
Hasilî eger moderatorên tirşîkê rêyek hêsan peyda bikin ezê teqez wî 30 ê ji pişt azad ê biavêjim an jî dê navek tazetir peyda bikim.



15.04.2018 21:59 | azad30

2. ji bo kesên ku ji 200 peyaman kêmtir nivîsandine, êdê pêkan e.



07.04.2020 16:42 | simurg56

3. Tiştê ku ez difikirim. Lê bi rastî nizanim çewa çêdibe.



07.04.2020 18:23 | xabûrî

4. aha ev baş bû herim navek seksî wergirim*



07.04.2020 18:53 | de facto hozan

5. ez pêşiyê wek tirşikvanekî paşê jî wek edîtorekî tirşikê difikirim ku qe nebe her kesekî mafekî wî hebe ji bo guhertina navê xwe.
ji ber ku dema em bûne endam me nizanibû ku nav ê çawa were bikaranîn.
wek li jor jî hatiye gotin, mesela hinek dixazin reqeman li ber navê xwe hildin. Divê ev maf hebe.

ez bang dikim ji hemûşk tirşikvanan ra werin em hev ra evî rast kin.
tiştekî zor nîn e.
kî dixaze kîjan navî hilde bila hilde.

di paşerojê da navê hinek tirşikvanan hate degişkirin.
gereka her kesekî heqekî wî hebe ji bo nav guhertinê.

Eger zehmet be, yanî vbnr bnr filan divê were rastkirinê filan bêvan be, ez he me pê ra bikevîm û wana lib lib rast kim.



07.10.2020 13:51 ~13:53 | bûtîmar

6. (bnr: a hero is a man who does what he can)



07.10.2020 22:32 ~22:33 | xelîl

7. divê mimkûn be.
çima kes deng nade ?



14.10.2020 19:02 | bûtîmar


9. divê tirşik were nûjenkirin



15.10.2020 09:15 | merwano


11. mimkin e ji xwe û di tirşikê de gelek nivîskarên navên xwe guherîne hene.
lê tirşik ji ber ku ji formata ferhengekî derketiye û ketiye nav dirûvê forûmekî û di gelek peyaman de nivîskar derî formatê rasterast bersiva hev didin û navê hev hildidin. dema navê nivîskar tê guhertin ew peyamên tê de navê nivîskar derbas dibe li ber dîwaran kifş û bêxweyî dimînin.



17.10.2020 21:19 | endazer

12. Em dikarin navê xwe biguherînin?
Ger em biguherînin, ji kûderê nav tê guhertin?

Tişta dizanim nav nayên guhertin



15.12.2020 20:09 | merwano

13. (bnr: bila navê hozan serhad were guhertin)


Edit navê wî hatiye guherandin.
Êdî

(bnr: bila navê merwano were guhertin)



15.12.2020 20:13 ~20:17 | yûsiv

14. (bnr: bila navê hozan serhad nebe bûtimar)*



15.12.2020 21:21 | xelîl

15. bi taybetî eger mijara gotinê nivîskarek kevin be, tiştek biproblem e. çimkî di hişê herkesî de êdî ew nav bi profîlek ve zeliqîye. her roj navê kesekê biguhere, mirov nekare bişopîne, wê cîhnumaya tirşikê şaş bibe.
weke din, di nava salan de gelek bnr, vbnr tên dayîn ji bo wî navî. dema nav were guhertin, ew bkz fîlan hemû betal dibin.
loma wek rêveberîya tirşikê, ji bo nivîskarên ku êdî di tirşikê de cî girtine, me nedixwest nav were guhertin.
hozan serhad, ev belkî 2 sal in ku li pey me digerîya lê me qebûl nedikir. di eslê xwe de sedemek wî ya maqûl jî heye: navê wî di eslê xwe de navê hunermendekî rastîn e. loma vê serlêdana wî ya dawîn de, êdî lijneya rêveberîya tirşikê destûrek taybet da ji bo cenabê wî.



15.12.2020 21:50 | simurg56

16. Dema min mijar dît min ev nivîs amade kir lê wa hozan serhed camêr navê xwe bi berxwedana salan guherandiye ev dewrime(şoreşe) di tirşikêde;

Dinyayek wisa hê ne afiriye an em carek din werin dinyayê hew mumkun be ger dermanê gurî hebûya berê wê gurî bi serê xwe bida simurg 56 bixwe jî nikare ji vê seetê şûnde navê xwe biguherîne, deqa biguherîne tirşik û navê xwe dibe shorbe. Çima hunê herin navê xwe deynin kîrhesp? * mesela kîrhesp zanin nizanin ez nizanim lê dîsa ji were bibêjim . Mêrikek heye jêre dibêjin kîrhesp kes bi navê wî fermî bang nakê ew jî dibêje eyv û şerma xwedê.. dibêje ezê mewlûdek bidim navê xwe biguherînim mewlûd dide milet tev tên nanê xwe dixwin û radibindema ku herin yê radibe dibêje kîrhesp te bi çi niyetê dabe xwedê qebûl bike.... *

Hozan serhed navê te yî nû li ser xêrê be * di bin mijara (bnr: hozan serhad)de xwedê bizanibe çend heb peyamên min hinda bûne, niha min yek nedît..



15.12.2020 22:03 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» guhertina navê bikarhêner
» navên tewşomewşo a nivşa nû li zaroke xwe dikin

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî