Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


43 mijar û 80 peyam
dersa bijarte a kurdî - tirşik
dersa bijarte a kurdî
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dersa ku hem ji ber fen û fûtên dewletê û hem ji ber xemsarî û sersarî û sistî û bêxîretî û tirs û newêrekiya kurdan bi qasê ku tê hêvîkirin nayê bijartin.. ji bo bê hilbijartin divê çi bê kirin polîtikayek çawa bê meşandin ez jî nizanim.. çendî pêngavek kêm û biçûk be jî ji bo hevnasîna zarokên kurd ya bi kurdiya nivîskî re gav û pêngavek gelekî girîng e.. divê her zarokê kurd yê diçe mektebê vê dersê hilbijêre eger neyê dayîn jî divê bê xwestin ji ber ev ders çi qas bê xwestin û telebkirin îradeya ji bo doz û daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî ya li mektebên kurdisanê jî wê ew çend qewî û qayîm be..



09.09.2013 01:08 | endazer

2. serra 2012 de seba pola (sinifa) 5. ya mektebê mîyanênî heqê dersa weçinita dîya. kitabê dersa kurdkî ya 5. bi kurmancî û zazakî amade bi. Hetanî serra 8. do her serre qedeme bi qedeme no ders bidîyo. şertê dersî no yo ke her pole ra tewr tay 10 kes nê dersî biweçîno.



09.09.2013 05:25 | kurdane

3. li gorî nûçeyekî îsal 160 hezar xwendekaran ev ders hilbijartiye.. li gorî statîstÎkan hejamrek baş e.. lê li gorî realîteya kurdan û kurdistanê hejamrek gelekî kêm e.. herî kêm divê milyonek xwendekar vê dersê bixwazin û bistînin heta ku destê kurdan di doz û daxwazên wan ên derheqê zimanê perwerdehiyê de biçekî xweştir û rihettir bibe li ser maseyê bazarê li hemberî dewleta tirk..



09.09.2013 20:08 | endazer

4. ne ji zarokên kurdan re, ji zarokên tirkan re ferz e. bê şik û bê guman zarokên kurdan re perwerdehiya bi ziman lazim êdi, di̇ hemû ders û astan de



09.09.2013 20:14 | seydayê_peyvan

5. dewlet vê dersê bi xêra xwe û dê û bavê xwe nade me. dersê maçî kin û deynin ser serê xwe.



09.09.2013 20:21 | înano lo

6. yek ji damezrînerê akpê û parlementerê berê yê nizanim kÎjan bajarî dengir mir mehmet firat li ser hesabê xwe yê facebookê gotiye par 20 hezar xwendekaran û îsal jî 160 hezar xwendekaran teleba dersa bijarte ya kurdî kiriye û gotiye ev hejmar gelekî kêm e û lê zêde gotiye heçiyê kurd be ji kîjan partî û îdeolojiyê be ferq nake divê ji bo zarokên xwe doza dersa bijarte a kurdî bike..



10.09.2013 00:24 | endazer

7. ji bo kesên ku ne kurdin dersek pêwîste



10.09.2013 02:14 | firat

8. Ji bo zarokên kurdan ji ev ders gelek pêwist e. sedema wê jî hema her tiştek tiştek e,. Zarok xêra vê dersê hînî du sê peyvên kurdî jî bibin bes e.



10.09.2013 20:19 | cudî

9. saya vê dersê zarok wê êdî bikaribin bi hêsanî darî bernameyên televîzyonên kurdî bikin jê fêm bikin û nûçeyên êvarî yên kanalên kurdî bi ber guhê bavê xwe bixin.. tê bîra min -çi hevokek xweş û levhatî ye ev- berê di malê de bavê min li ser med tv û roj tvyê seyra nÛçeyên bi tirkî jî û nûçeyên bi kurdÎ jî dikir lê ji yekî jî fêm nedikir.. piştî ku nûçe diqediyan berê xwe bi min ve dikir û digot kurrê min ka ji min re bêje çi got behsa çi dikir an çi bûye, çi qewimiye.. ji ber ku zimanê di pêşkêşkirina nûçeyan de dihate bikar anîn û zimanê me di nav malê de bikar dianî yekqet ji hev nedigirt - ne ku ez rexneyan li vê yekê digirim ev tesbîtek e- û tu kesî jî mekteb û medresa vî zimanî nexwendibû.. axirê heta min nÛçeyên êvarî bi serê bavê xwe dixist malik li min diçû mîratê û nîvê ruhê min diçû.. lê êdî nifşên çendî hefteyê du seetan be jî wê bi zimanê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bibin û ya ji wê jî wêdetir bi hînbûnên xwe yên wê bêtir bikaribin xwe îfade bikin û wê bêtir bikaribin ji çapemeniya kurdî fêm bikin û agahdar bibin.. ji ber hindê wek min berê jî gotiye divê her kurdek eger tu eleqeya wî/wê bi kurdîtiyê re nemabe jî bi ser navê zarokên xwe doz û daxwaza vê dersê ji mekteban bike..



10.09.2013 21:45 | endazer

10. tiştên ku dewleta tirk ji bo kurda bifikirê jê çiqas xer beyê ....



11.09.2013 20:45 | newenda

11. dersa ku qasî tê bîra min partiyê (pkk an jî hdp baş nayê bîra min) vê dersê protesto kiribû ye. ji ber protestokirina wan malbata min nehiştin birayê min vê dersê hilbijêrin..



07.02.2015 23:54 | berxweda

12. dersa ku tu carî 160 hezar kesî hilnebijartiye. sala çûyî 53 hezar kesî dersa zarava û zimanên zindî hilbijartine û îsal jî 85 hezar in. lê nehatiye eşkere kirin bê hejmara kurdî çiqwas e.



http://candname.hawarnet.net/2015/02/cend-kes-dersa-zimane-kurdi-hilbijart.html



08.02.2015 00:53 | berxweda

13. Dersa teqez divê bê hilbijartin ji ber ku ev destpêk e. Da ku em bikarin a pêştir bikin divê em hemu şensan bi kar bînin û divê ev bê teşwîq kirin jî.



08.02.2015 12:51 | azadixwaz

14. ya ku ne çareseriyek e elbet lê mirov bikare çi qas zarokan ji asîmîlasyonê xelas bike ew qas baş e. her roj û her saet em tên asîmîle kirin lê di heftiyê de 2 saet be jî em bikarin vê yekê berevajî bikin baş e.



08.02.2015 23:28 | brusk56

15. Ji dersa zimanê kurdî ya bijartî, zarokên kurdan stranên kurdan distrên:

lo berde, lo berde

lawo destê min berde

evînî ji kul û derd e

lawiko destê min berde







08.02.2015 23:39 | xendekî

16. Dersên li dibistanên dewletê ji xwendekarên pola 5,6,7 û 8 an re tê dayîn. Lê ji bo ku ev ders bête dayîn divê malbata xwendekar serî li rêveberiya dibistanê bide û dersên kurmancî/kirmanckî ji zarokên xwe re bixwaze. Ger hejmara kesên van dersan dixwazin bigihêje 10an, dibistan lazim e ji xwendekaran re polek saz bike û mamosteyek kurdî ji wan re peyde bike. Ji bo serdema duyemîn ya sala 2021-2022an, dema serlêdana van dersan 3 çile heya 21ê çileyê ye.

Ev maf di dema pêvajoya çareseriyê de di bin banê "zimanên zindî" de ji xwendekarên "ortaokul" wate polên 5,6,7 û 8an re hate dayîn. Helbet ev ji bo me kurdan ne bes e û armanca hewqas şer û pevçûnên kurdên welatparêz jî ne ev e. Divê hemû perwerdeya zarên kurda bi kurdî be. Ev meseleyek din e, bila ew bimîne. Mesela me dersên bijarte ne. Herçend ev maf ne bes û têrker be jî lazime malbatên kurd, çi yên welatparêz, çi yên berdêl dane, çi yên apolîtîk vî mafî heya bi dawî bikar bînin. Bikin ku ne dibistan ne jî mamoste têra xwendekaran bike. Çiku dema kurdan doza zimanê xwe kirin, bila zimanê dewletê li ser me nedirêj be û nebêjin " me dersên bijarte dan kurda nexwest, tew îca doza mufredatek tev bi kurdî dixwazin" min berê jî gotibû, mafek li gor mafdarbûnê nayê dayîn. Li gor hejmara daxwazkerê wî mafê tê dayîn an stendin.


Belê ji bo vê dersê ji aliyê partî û saziyên kurdan çi hate kiriin:

Bi rastî di vê mijarê de medya rûdawê û hezkurd eleqeyek zêde nîşan dan. Pêşî ez weke şopînerek rûdawê spasiya xwe pêşkêşî hemû karker û rojnamegerên rûdawê dikim. Ji roja ku serdana van dersan dest pê kiriye û heya niha rudaw weke medya li ser vê meseleyê sekinî. Her roj nûçeyan li ser vê meseleyê amade kir, mîkrofona xwe dirêjî hemû partiyan kir ku fikrê wan yên li ser zimên bîne ser dîmenderan ji loma bi hudapar, chp, deva û bi partiyên başûr re roportajan amade kir. Çalakiyên li ser vê meseleyê ji nêz ve şopand û anî rojevê. Bi mamosteyên beşa zimanê kurdî qedandine re jî roportajan kirin. Ka em binehêrin "yurtseverên" me yên ku wê bêjin rudaw "xayîn" e, li ser vê meseleyê çi kirine? Partiya hdp heta 2-3 roj berê jî min tu xebatek wan li ser vê meseleyê nedît. Çiku ew ketibûn li pey wî ciwanê hatibû kêrkirin û kuştin. Dîsa jî çi bi rêya şîroveyan be û çi bi rêya peyamên taybet be û çi jî bi rêya hesabê pervîn xanim be, min bang li hdp kir ku weke partiyek bi milyonan dengê kurdan standiye, gel vexwîne bijartina zimanê kurdî. Piştî peyam û hewldana bi rojekê min dî hesabê hdp yê resmî tweetek weşand û bang li gel kir. Herweha parlementerek wan jî, niha navê wî nehat bîra min bal kişand ser vê meseleyê û banga gel kir.


Hezkurd:

Weke ku di navê wê de û di armanca avakirina wê de jî diyar e, hereketa zimanê kurdî di vê meseleyê de rolek girîng lîste. Çi li ser medya sosyal çi jî li qadê kete nava hewldana. Li ser twîterê gelek caran tagan vekirin û xwestin dengê xwe bigihînin kurdan da ku dersên kurdî hilbijêrin. Li qadê, duh li taxên rezan û seyrantepeya amedê û li bajarê şirnexê broşûrên agahddarkirine belavkirin. Îro jî li bismila amedê, li êlihê û li qosera mêrdîn broşûran belavkirin û hayê gel bi vê meseleyê çêkirin. Herweha diyar kirine wê heya 21ê mehê wê çalakiyên wan bidomin.


Baro:

Di vê meseleyê de baroyên kurperwer û welatparêz yên li bajarên bakur piştgiriya hikûkî kirin. Komisyona zimanê kurdî ya amed, şirnex, wan, êlih, riha, mêrdîn û wanê diyar kirin ku wê şopdarên vê meseleyê bin û ger pêşîlêgirtin an astengiyên deryasayî rûbidin wê yekser doz li wan kesên ku astengiyê derdixin tomar bikin. Herçend ev mafek hikkûkî be jî di pratîkê de hin rêveberiyên dibistana astengiyan derdixin û baro jî li pey van bûyeran e.

Saziyên kurdî:

Sendîkaya egitim-sen û hereketa azadî li amedê bi daliqandina pankartan, piştgirî dan vê proseyê.


Weşanxane:

Weşanxane û nivîskarên kurdan jî li ser vê meseleyê ketin hewldana û ji bo kesên van dersa hilbijêrin bexişandina materyalên kurdî soz dan. Weşanxana avestayê hezar,
Peywendkitap û loryakitap du hezar Pirtûk û materyalên kurdî bexişandin. Li ser vê hezkurd jî hezar heb pirtûk, alfabe, pênûs û lênûsk bexişand.




Hewldan û tevgera civaka kurdan gelekî kêfa min anî. Di proseyê de herçî ê ku piştgiriyê da li ba min û bawerim li ba kurdên welatparêz rêzek mezin girtin. Min bi qasî ku şopand û derket pêşiya min hemû alikariyan li vir nivîsand da neyê jibîrkirin. Ger yên ku bi ber çavê min neketibin hebe, bi xêra xwe hûn binivîsin.



16.01.2022 18:40 | tîrêj zana 21

17. kurdiya medyaya civakî li meydanê ye. lewma divê hemû xwendekarên kurd serî lê de û hema nebû rastnivîsê hîn bibin.



31.01.2022 18:12 | biruya hayao miyazaki

18. Gavek gelekî girîng û hewce ji bo Kurdên Bakurî ye. Hêvî ji Xwedê rêya perwerdehîya serbixwe bi zimanê Kurdî veke.



31.01.2022 23:40 | pîroz

19. 20 hezar 265 xwendekar dersên kurdî bijartine. li gor vê atmosfera xerab pir baş e. Ev îstatîstika ku ez ji bersiva Wezareta Perwerdehiya turkî fêhm dikim, ev îstatîstik, hejmara xwendekarên ku di sala çûyî de berê xwe dane dersê ye. Yên ku îsal hilbijartine dê sala bê dersan bistînin. Vê hejmarê li cîhek binivîsin, dema ku hêjmara nû were ragihandin em ê berhevdanek xweştir bikin. #kurdîhilbijêre

Here lînkê



20.02.2022 21:40 ~22:24 | ezcan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» dersa îngilîzî bo nivîskarên tirşikê
» kurdîka

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî