Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
twitter - tirşik
twitter
(14) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. li gor akpê di bihara ereban de amûrek e ku desthilatan nedikar asteng bikin lê şoreşoka chpê de îcateke şeytên e.



04.06.2013 03:42 | simurg56

2. sed û çıl tîp



04.06.2013 11:36 | tizbîkêş

3. malperek e ku derfetê dide bikarhêner hev bişopînîn, fikr û ramanên xwe parve bikin, peyam û tweetan biavêjin kesên navdar re.



her tweet herî zêde dikare 140 tîp bihewîne .



medyayê civakî



02.07.2013 13:50 | brusk56

4. rol distîne lê, bawer nakim ku di çalakiyên girseyî de bi qasê tê gotin rol bistîne.



02.07.2013 16:26 | simurg56

5. (bnr: feqiyê teyran)



16.07.2013 01:18 | sîsîfos

6. malpera ku çendî xudan hesab bim jî dikim nakim xwîna min lê nasincire nikarim tê de aktîv bim..



16.07.2013 01:21 | endazer

7. ya ku bi saya wê tirşik her ku diçe xwe digihîne zêdetir nivîskarên kurd.

tu platformek din bi qasê twitterê kêr reklama tirşikê nayê.

ji ber ku mirov dikare ji her kesî re tweet bişîne

ji ber ku kesên twitter bi kar tînin, piranş ji nivîsandinê hez dikin

û ji ber ku bilez û fonksiyonel e, ji bo xwe gihandina kurdên kurdî-nivîs platformek bêhempa ye.

ez bawer im herî kên %70ê nivîskarên heyî, bi saya twitterê hatin.

her çiqas du caran ji ber van armancên min yên emperyalîst hesaba min, sekinandibe jî, her hebî twitter.



19.08.2013 21:10 | simurg56

8. cara sêyemîn e ku hesabê min sekinand. welleh vê carê îşê min zehmet e. ka min ji wan re peyameke xapandinê şand dîsa, îşeleh dîsa vekin.



30.08.2013 22:27 | simurg56

9. cara sêyemîn hesabê min vejand. spas jê re dikim.



31.08.2013 10:44 | simurg56

10. navê xwe ji wîtewîta çûkan standiye.



31.08.2013 12:06 | azadixwaz

11. ji ber ku ez hesaba xwe ji bo reklama tirşikê bi kar tînim, bi hezaran tweetên wekhev berhev bûbû. lê baş e ku min riyeke jêbirina wan dît: tevde jêbirina tweetan



31.08.2013 15:46 | simurg56

12. ji facebookê başê.wekî facebookê agahî nadê dewletan.



31.08.2013 20:57 | mitra

13. malpera sosyal medyayê ku mixabin hesaba min cara çaremîn dan rawestandin û vê carê rik dikin û venakin.



04.09.2013 17:23 | simurg56

14. malpera sosyal medyayê ku demekî digotin wê li kurdî û kurmancî bê wergerandin.. lê hê jî tu nîşanan jê nagirim derheqê wergerandina wê ya berev kurdî ve lê yarê, gulnarê.. çima ma çivîkên kurd yên jinbavê ne anku yên eyşika ereb in heee.. çima kurd jî nekarin bi zimanê xwe nekin wîtewît û çîveçîv..



05.09.2013 14:59 | endazer

15. malpera ku tê de herkes xwe wek gûkê dibîne û dihesibîne. mesela siyaset be herkes pisporê rojhilata navîn e, herkes rexnegir e, herkes dîroknas e û herkes ramangêr e . spî heta êvarê, bi zimanê dijminê xwe, wê bi hevre nîqaşê bikin. û herdem jî kurd bi kurdan re nîqaşan dike. bi tirkan re nîqaş nakin. yanê armanç çi ye min nekarî fêm bikim. temam car caran mirov dikare fikrên xwe binivîse, fikrên xelkê bixwîne lê, spî heta êvarê bêsekin, tenê vî karî kirin çi ye ? çi dikeve destê van mirovan ?

tenê dijî hin kes û koman zêdetir tund dibin. kêr gûyek din jî nayê. şûna hûn wisa bikin werin di tirşikê de binivîsin qene bila zimanê we kar bike.



04.11.2013 00:04 | brusk56

16. xizmeta ku îro hîn bûm ku destûr nade şopandina ji 2.000an zêdetir kesan. her hesabek dikare herî zêde 2.000 kesan bişopîne.

qeydeyek aqilane ye lê mixabin xebata me ya li ser twitterê ya tirşikê, asteng dike.



16.11.2013 09:36 | simurg56

17. wargeha mêrxasên keybordê tiwîtir e.



16.11.2013 10:33 | karmatî

18. malpera ku emrah yê stranbêjê tirk, 5 milyon dolar hîsseyên wê kiriye.

êdî dema hûn bikevin twitterê, bizanin ku çavên emrah, emrahê biçûk li ser we ye.



23.11.2013 22:52 | simurg56

19. qada sosyal a bûye bela serê min. ji gelek aliyan ve zirarê dide min. hema ji her tiştî derbas bim, jinên wê der dest davêjin mina, bi teklîfên komseksê felan tênê, ez belangazê xwedê, ka ez ê heta kingê xwestekên wan bînİm cîh?



07.12.2013 11:47 | bazirgan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» twitter lite

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî