Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
twitter - tirşik
twitter
(14) (1) (1)
di mijarê de bigere

20. platforma ku hêdî hêdî cihê facebookê digire.

îro min tê derxist ku li kêleka hinek hesaban "îkona pejirandinê/îşaretkirinê" derdikeve û min fêhm kir ku wateya vê îkonê ew e ku, ew profîl bi rastî jî aîdê wî kesî ye. ji bo hesabên navdaran ev xizmet destpê kiriye. yanî mirov bi vê îkonê dizane ka hesabên ku bi navê navdaran hatiye vekirin, rast in an na. vaye derdeke me yê din jî çareser bû...



08.12.2013 20:08 | simurg56

21. platforma ku ji aliyê kêrhatinên xwe ve nahêje û nagihije nîvê facebookê.. lê ji ber ku bikarhênerên twitterê li gorî yên facebookê biçekî din xwendetir û dinyadîtîtir in yanî elît û burjûwa ne wisa dixweye ku di demeke kin dê cihê facebookê bigire..



08.12.2013 20:12 | endazer

22. QADA KÛ KURDÊN ME HER ROJ DEH KURDISTANA AVA DIKIN Û DEH KURDISTANA XIRAB DIKIN E.. dOH NE PÊR KURDÊN ME LI SER TWÎTTERÊ KURDISTAnEK AVAKIRIN Û HEMÛ WEZARETÊN WÊ JÎ DI NAVA HEV DÛ DE PARVEKIRIBÛN. dILÊ MIN BI WAN ŞEWITÎ.. KURO HINDIK MABÛ KÛ EZ JÎ WEZAREteKÎ JI WAN BIXWAZIM LÊ XWEDÊ KIR KÛ HEMÎ WEZARET HATIBÛN DABEŞKIRIN/BELAVKIRIN..



26.12.2013 23:11 | nan û av

23. (bnr: kurd û medya civakî)



26.12.2013 23:48 | dijber

24. ya ku li zimanê kurdî, zaravayê kurmancî tê wergerandin..

hevalên ku îngîlîzî û kurmanciya wan baş ji lînka jêr dikarin dest bi wergerandinê twitterê bikin..

https://translate.twitter.com/twitter/pending?sort=Oldest



29.12.2013 05:24 | endazer

25. platforma ku hinek mirov wê weke cihê kar dibînin. dema sibeh ji xey rabin, piştî taştê tên ser komputerê û bi twita ewil "rojbaş" dest bi kar dikin.



11.01.2014 10:21 | simurg56

26. malpera ku dema min xwest wêneya alaya kurdistanê nîşan bidim, hişyariya "dîqat: naveroka hesas" da min. hesas?



01.02.2014 19:44 | simurg56

27. Malpera ku di medyaya civakî de herî girîng e û bandora wê li ser hemû dinyayê heye...

divê mirov zîrek û jîr be ku gotina xwe zêde dirêk neke, bi sed û çil tîpan ve hemû gotinên xwe bibêje...



Ji bo rojevî guherandinê, ji bo nûçeyên herî dawîn, ji bo fikr û ramanên serdest zêdetir serdest bike, ji bo fikrên herî cuda û nebûyî bide qebûlkirin, ji bo.....

bi kurtasî ji bo her tiştî tê bikaranÎn.



Herî dawîn jî, kesên li ser twîtterê zêde tên şopandin wisa zen dikin ku ew qral an keybanûyên vê dinyayê ne. Xwelî li serî bûyan nizanin ku dema nexweş ketin, bê pere man an hewcedariya wan tiştekî hebe kes silavê jî nade wan...



01.02.2014 20:11 | nuçevan

28. 1-her yekî diltijî hesabekî ji xwe re vedike,kurmé xwe vedireşe û hesabé xwe digre û dajo mala xwe

2-dema ku meriv bi kurdî wîtwît dike hema şopînerin kurd direvin

3-hinek hene navé xwe vedişérin û gelek ''şér'' in *



01.02.2014 23:38 | doktorodi

29. dema yek bêje twitter,ibrahim halil baran tê bÎra min,xwedê hîştî nava 5 saniyeyan da 10 tweeta dişîne,ez newêrim bikevime twitterê *))



02.02.2014 19:58 | remêyê neco

30. malpera ku tijÎ virÛs Û hesabÊn fake e. min zaten lÊ hez nedikir îro peyamÊn virÛs şandiye şopinerÊn min; ez tew lÊ hÊrs bÛm.



07.02.2014 15:49 | cinorek

31. malpera kÛ ez 5 deqe berÊ ji endamtîya wî derketim e ye. ez bawerim kurdÊn me wÊ heta sibÊ di vÎ malperÊ de kurdistanÊ ava bikin.



07.02.2014 18:57 | por gijik

32. dijminê tirsik.netÊ ye. ew tune bûya aniha li vÊ derÊ tijÎ tirşikvan bu...



09.03.2014 12:56 | hun çawane heval:)))))))

33. bi serê wa û bi serê qaşo tiştekî vala ye. hemû tişt ji bo tatmîn kirina egoyê ye..



09.03.2014 13:54 | mamostanısebin

34. platforma ku min piştî tirşikê dev jê berdaye, ye.*



09.03.2014 13:57 | mergehez

35. tişta ku ji aliyê padişaxê tirkan erdogan, hatiye qedexe kirin e.

aniha ne bi dns guhertinê be, nikare were vekirin.



21.03.2014 00:32 | brusk56

36. çû çû nema tê:-)



21.03.2014 00:48 | ferhenga şikestî

37. ji google play storê bernameya Hotspotê daxînin.. hûn dikarin bikevin



21.03.2014 01:27 | ferhenga şikestî

38. ya ez zanim ti eleqeya girtina twitter û dewletê nîne, doh li ser rupelekî digotin li tirkiye di ios û android de pirsgirêkên twitterê hene û wê hin guhertin pêk werin.



21.03.2014 01:42 | kevçiyê dil

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» twitterên kurdinûs

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî