Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 34 peyam
twitter - tirşik
twitter
(14) (1) (1)
di mijarê de bigere

56. malpera niha qedexe bûye û hdpiyan dest daye ser. Hashtaga #çözümvpndeğilhdp di nav çend deqeyan de bû tt.* ew bi xêra xalê me silhedîn bû aha binêrin

Here lînkê

Tişteke pir baş e bi vî hawê tiwîtir ji ehmeqan paqij bû



06.04.2015 16:27 | ceso

57. bûye bela serê min û van rojan ez bi xwe re girê dame. tev ji ber vê malperê êdî ez di tirşikê de kêm dinivîsim. ne ku naxwînim hima bêje rojê du car sê car çav li tirşikê digerînim lê bi xwe re nabînim hevokek binivîsim.



14.06.2015 23:56 | ceso

58. medyaya cimatî ya ke têde her tewir merdim esto. hema vaje sîyasetî ra heta ol, troll, xeberî ûsn.



gama ez kewena ci, hema vaje peyamê ke têdeyîya ci eynî yê her tim vejeno meydan û nêmeyê demnameyî gêno. kes zî nênuseno '' ... via nêzaçi''. fêlan û bêvan.



15.06.2015 21:51 | endazyar

59. malpara pir ne bi kêre ti kêfa min jêr nayê û hîsabê min tune li ser vê malparê. sedema ku wisa nav û deng daye millet li hev dînhêrin û hamberin nizanin bi kar binin jî hima dibin endam û twetta davêjin û retwett dikin.. tiştê xweş herkes fikra xwe dinivîsîne û rojevê di şopîne.



15.06.2015 22:15 | shorbevan

60. (bnr: omîd kurdistanî)



14.10.2015 21:28 | dijber

61. malpera ku êdî naxwazim têkevim. hema bêje hemû tweet di derbarê zilma dewleta tirk e. dilê me reş bÛ yaw.

lê ji bo hişyar kirina medyayê û propagandayê qadek gelek giring e.



06.01.2016 11:11 | brusk56

62. Yên ku bixwazin bibin wergêr û Twitterê wergerînin zimanê #kurdî dikarin malpera (link: http://translate.twttr.com) de wergerin.



11.04.2017 20:40 | cûndûllah el-kurdî

63. Malpera ku van rojan dîsa bûme endam û li ser parvekirinan dikim, e.

Demeke dirêj bû ez ketibûm di rojiya ne-bikaranîna medyayên civakî de lê mixabin min nekarî bidomînim. :(



22.07.2019 16:33 | xelîl

64. piştî min dev ji tirşikê berda, min bela xwe li vê platformê kir. hema li aliyekî kurdî alîyekî esperantoyî verdişim. adsfghjf



13.11.2019 18:13 | biruya hayao miyazaki

65. Malperr ku tê de nivîsandina kurdî her ku diçe zêdetir dibe. Ev yek bala min kişand.
Berê dema te tiştek bi kurdî dinivîsand, te xwe weke ku tu bi xwe re biaxivî hîs dikir lê aniha hesabên xwedî bi hezaran şopîneran bi kurdî dinivîsin.



18.02.2020 10:17 | brusk56

66. delalê ber dilê min Abdullah keskîn gotiye: Here lînkê

Berê digotin, ji giriyê zêde bi deng û bilind bawer nekin. Bo wê belkî ji hawar û qîrînên li vir bi şik im. Êş ne tiştek e ku mirov bixwe ewqas eşkere bidê der. Hêstirên me jî sexte ne. Em ne li ser kesê çûyî digirîn, em ji bo xwe digirîn. Menfaetek nebê jî em xwe pê rehet dikin.

erê welle twitter eynî wek çiravek e. kurdwriter, ji do de çawîş û leşkerên tirkan diricimandin ji ber ku ew destdirêjî keçikên me yên çûçik kirine. îro jî trol mrolên tirkan ser wekîlekî hdpê ya bi navê Tuma Çelik ku bi xwe suryanî ye, tag vekirine dibêjın partiya kurdan hdp, tecawîzkaran dike wekîl. Tuma Çelik jî ji ber gotinên ser wî îstifa kir û hemû argumentan red kir.



19.07.2020 00:22 ~21:29 | ezcan

67. a niha çûye xwarê, twît nay avîtin



16.10.2020 01:51 | doesntmatter

68. Tu pirsgirêk nine.



16.10.2020 23:28 | dilreş

69. servîsa mikroblogê. Heke go sibe were girtin qe yeqîn nakim kurd bi kurmancî binivîsin. Divê ji bo nivîsandina kurmancî qad û platformên weka twitter, tirşik hwd. werin avakirin.



02.12.2020 16:49 | hueyn

70. (bnr: twitter spaces)



06.01.2021 23:37 | hueyn

71. wextkuj e. ti sepan qasî wê mirov girêdayî xwe bike nîne. wek teqnê ye hingî nêv de dimênî pitir diherimî. helbet heger gazindek we ji mezaxtina wext nebe cihek xweş e, sebrîn e, keç û xortên delal zehf in. lê kesên dixwênin divê xwe jê dûr bikin an jî bi abor karbênin. ez nikarim bi abor karbênim. lewma eve cara çendê ye min hesaba xwe girt, lê mixabin ezê dîsa lê zivirim. bes rojekê ezê bitemamî terk bikim.



22.05.2021 21:05 | hespêsor

72. malpera ku heta niha bi belaşbûna xwe serî li xwe mezin dikir lê xuyaye edî debara wan têrî nake. Pergala abonetiyê ya bi navê twitter blue derxistine ku mehekê bi $2.99 e. Bikarhênerên abonebûyî wê karibin tema, xuyang û îkona sepanê li gorî xwe taybet bikin û çend fonksîyonên din yên ku di sepana standard de nîn in ji wan re bê pêşkêşkirin. Vê gavê tenê ji bo îosên li emerîkayê amade ye.

Here lînkê

ji xeynî twitter blue taybetmendiyên weke ticketed spaces û super follow jî ji bo zêdekirina hecela tiwitter tên pêşxistin.



28.05.2021 15:29 | hueyn

73. Malpera ku min do hesabê xwe girtîye. Dema min zêde ser vê malperê pûç dibû û vala diçû. Ji ber wan sedeman min hesabê xwe girt. Xêra kurdînûsên e popularîteya zimanê Kurdî li ser vê malperê çêbûye. Gelek ciwanên kurd bi xêra Twitter û wan kurdînûsan dest bi nivîsandina Kurdî kirine. Ev tiştekî gelek baş e.



14.06.2021 23:14 | kajav

74. malpera ku bi kurdên genî re tije ye.

Here lînkê



26.07.2021 10:03 ~10:04 | hueyn

75. bûye warê kurmancên xwekenawerhesibînan. bi alfabeya kurdî turkmancî dinivîsin û kesên kurdewar jî bi wan dikenin. heta ew bixwe jî xwe kurdewar dihesibînin. hengî min evane didîtin min hesabê xwe jê biribû vêga min got ez dîsa vekim lê yekser min twiteka wisa dît dîsa. nepxêr.



04.11.2021 15:56 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
belki ev jî bala te bikişînin
» twittera kurdi

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî