Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
twitter - tirşik
twitter
(14) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. li gor akpê di bihara ereban de amûrek e ku desthilatan nedikar asteng bikin lê şoreşoka chpê de îcateke şeytên e.



04.06.2013 03:42 | simurg56

2. sed û çıl tîp



04.06.2013 11:36 | tizbîkêş

3. malperek e ku derfetê dide bikarhêner hev bişopînîn, fikr û ramanên xwe parve bikin, peyam û tweetan biavêjin kesên navdar re.



her tweet herî zêde dikare 140 tîp bihewîne .



medyayê civakî



02.07.2013 13:50 | brusk56

4. rol distîne lê, bawer nakim ku di çalakiyên girseyî de bi qasê tê gotin rol bistîne.



02.07.2013 16:26 | simurg56

5. (bnr: feqiyê teyran)



16.07.2013 01:18 | sîsîfos

6. malpera ku çendî xudan hesab bim jî dikim nakim xwîna min lê nasincire nikarim tê de aktîv bim..



16.07.2013 01:21 | endazer

7. ya ku bi saya wê tirşik her ku diçe xwe digihîne zêdetir nivîskarên kurd.

tu platformek din bi qasê twitterê kêr reklama tirşikê nayê.

ji ber ku mirov dikare ji her kesî re tweet bişîne

ji ber ku kesên twitter bi kar tînin, piranş ji nivîsandinê hez dikin

û ji ber ku bilez û fonksiyonel e, ji bo xwe gihandina kurdên kurdî-nivîs platformek bêhempa ye.

ez bawer im herî kên %70ê nivîskarên heyî, bi saya twitterê hatin.

her çiqas du caran ji ber van armancên min yên emperyalîst hesaba min, sekinandibe jî, her hebî twitter.



19.08.2013 21:10 | simurg56

8. cara sêyemîn e ku hesabê min sekinand. welleh vê carê îşê min zehmet e. ka min ji wan re peyameke xapandinê şand dîsa, îşeleh dîsa vekin.



30.08.2013 22:27 | simurg56

9. cara sêyemîn hesabê min vejand. spas jê re dikim.



31.08.2013 10:44 | simurg56

10. navê xwe ji wîtewîta çûkan standiye.



31.08.2013 12:06 | azadixwaz

11. ji ber ku ez hesaba xwe ji bo reklama tirşikê bi kar tînim, bi hezaran tweetên wekhev berhev bûbû. lê baş e ku min riyeke jêbirina wan dît: tevde jêbirina tweetan



31.08.2013 15:46 | simurg56

12. ji facebookê başê.wekî facebookê agahî nadê dewletan.



31.08.2013 20:57 | mitra

13. malpera sosyal medyayê ku mixabin hesaba min cara çaremîn dan rawestandin û vê carê rik dikin û venakin.



04.09.2013 17:23 | simurg56

14. malpera sosyal medyayê ku demekî digotin wê li kurdî û kurmancî bê wergerandin.. lê hê jî tu nîşanan jê nagirim derheqê wergerandina wê ya berev kurdî ve lê yarê, gulnarê.. çima ma çivîkên kurd yên jinbavê ne anku yên eyşika ereb in heee.. çima kurd jî nekarin bi zimanê xwe nekin wîtewît û çîveçîv..



05.09.2013 14:59 | endazer

15. malpera ku tê de herkes xwe wek gûkê dibîne û dihesibîne. mesela siyaset be herkes pisporê rojhilata navîn e, herkes rexnegir e, herkes dîroknas e û herkes ramangêr e . spî heta êvarê, bi zimanê dijminê xwe, wê bi hevre nîqaşê bikin. û herdem jî kurd bi kurdan re nîqaşan dike. bi tirkan re nîqaş nakin. yanê armanç çi ye min nekarî fêm bikim. temam car caran mirov dikare fikrên xwe binivîse, fikrên xelkê bixwîne lê, spî heta êvarê bêsekin, tenê vî karî kirin çi ye ? çi dikeve destê van mirovan ?

tenê dijî hin kes û koman zêdetir tund dibin. kêr gûyek din jî nayê. şûna hûn wisa bikin werin di tirşikê de binivîsin qene bila zimanê we kar bike.



04.11.2013 00:04 | brusk56

16. xizmeta ku îro hîn bûm ku destûr nade şopandina ji 2.000an zêdetir kesan. her hesabek dikare herî zêde 2.000 kesan bişopîne.

qeydeyek aqilane ye lê mixabin xebata me ya li ser twitterê ya tirşikê, asteng dike.



16.11.2013 09:36 | simurg56

17. wargeha mêrxasên keybordê tiwîtir e.



16.11.2013 10:33 | karmatî

19. malpera ku emrah yê stranbêjê tirk, 5 milyon dolar hîsseyên wê kiriye.

êdî dema hûn bikevin twitterê, bizanin ku çavên emrah, emrahê biçûk li ser we ye.



23.11.2013 22:52 | simurg56

20. qada sosyal a bûye bela serê min. ji gelek aliyan ve zirarê dide min. hema ji her tiştî derbas bim, jinên wê der dest davêjin mina, bi teklîfên komseksê felan tênê, ez belangazê xwedê, ka ez ê heta kingê xwestekên wan bînİm cîh?



07.12.2013 11:47 | bazirgan

21. platforma ku hêdî hêdî cihê facebookê digire.

îro min tê derxist ku li kêleka hinek hesaban "îkona pejirandinê/îşaretkirinê" derdikeve û min fêhm kir ku wateya vê îkonê ew e ku, ew profîl bi rastî jî aîdê wî kesî ye. ji bo hesabên navdaran ev xizmet destpê kiriye. yanî mirov bi vê îkonê dizane ka hesabên ku bi navê navdaran hatiye vekirin, rast in an na. vaye derdeke me yê din jî çareser bû...



08.12.2013 20:08 | simurg56

22. platforma ku ji aliyê kêrhatinên xwe ve nahêje û nagihije nîvê facebookê.. lê ji ber ku bikarhênerên twitterê li gorî yên facebookê biçekî din xwendetir û dinyadîtîtir in yanî elît û burjûwa ne wisa dixweye ku di demeke kin dê cihê facebookê bigire..



08.12.2013 20:12 | endazer

23. QADA KÛ KURDÊN ME HER ROJ DEH KURDISTANA AVA DIKIN Û DEH KURDISTANA XIRAB DIKIN E.. dOH NE PÊR KURDÊN ME LI SER TWÎTTERÊ KURDISTAnEK AVAKIRIN Û HEMÛ WEZARETÊN WÊ JÎ DI NAVA HEV DÛ DE PARVEKIRIBÛN. dILÊ MIN BI WAN ŞEWITÎ.. KURO HINDIK MABÛ KÛ EZ JÎ WEZAREteKÎ JI WAN BIXWAZIM LÊ XWEDÊ KIR KÛ HEMÎ WEZARET HATIBÛN DABEŞKIRIN/BELAVKIRIN..



26.12.2013 23:11 | nan û av

24. (bnr: kurd û medya civakî)



26.12.2013 23:48 | dijber

25. ya ku li zimanê kurdî, zaravayê kurmancî tê wergerandin..

hevalên ku îngîlîzî û kurmanciya wan baş ji lînka jêr dikarin dest bi wergerandinê twitterê bikin..

https://translate.twitter.com/twitter/pending?sort=Oldest



29.12.2013 05:24 | endazer

26. platforma ku hinek mirov wê weke cihê kar dibînin. dema sibeh ji xey rabin, piştî taştê tên ser komputerê û bi twita ewil "rojbaş" dest bi kar dikin.



11.01.2014 10:21 | simurg56

27. malpera ku dema min xwest wêneya alaya kurdistanê nîşan bidim, hişyariya "dîqat: naveroka hesas" da min. hesas?



01.02.2014 19:44 | simurg56

28. Malpera ku di medyaya civakî de herî girîng e û bandora wê li ser hemû dinyayê heye...

divê mirov zîrek û jîr be ku gotina xwe zêde dirêk neke, bi sed û çil tîpan ve hemû gotinên xwe bibêje...



Ji bo rojevî guherandinê, ji bo nûçeyên herî dawîn, ji bo fikr û ramanên serdest zêdetir serdest bike, ji bo fikrên herî cuda û nebûyî bide qebûlkirin, ji bo.....

bi kurtasî ji bo her tiştî tê bikaranÎn.



Herî dawîn jî, kesên li ser twîtterê zêde tên şopandin wisa zen dikin ku ew qral an keybanûyên vê dinyayê ne. Xwelî li serî bûyan nizanin ku dema nexweş ketin, bê pere man an hewcedariya wan tiştekî hebe kes silavê jî nade wan...



01.02.2014 20:11 | nuçevan

29. 1-her yekî diltijî hesabekî ji xwe re vedike,kurmé xwe vedireşe û hesabé xwe digre û dajo mala xwe

2-dema ku meriv bi kurdî wîtwît dike hema şopînerin kurd direvin

3-hinek hene navé xwe vedişérin û gelek ''şér'' in *



01.02.2014 23:38 | doktorodi

30. dema yek bêje twitter,ibrahim halil baran tê bÎra min,xwedê hîştî nava 5 saniyeyan da 10 tweeta dişîne,ez newêrim bikevime twitterê *))



02.02.2014 19:58 | remêyê neco

31. malpera ku tijÎ virÛs Û hesabÊn fake e. min zaten lÊ hez nedikir îro peyamÊn virÛs şandiye şopinerÊn min; ez tew lÊ hÊrs bÛm.



07.02.2014 15:49 | cinorek

32. malpera kÛ ez 5 deqe berÊ ji endamtîya wî derketim e ye. ez bawerim kurdÊn me wÊ heta sibÊ di vÎ malperÊ de kurdistanÊ ava bikin.



07.02.2014 18:57 | por gijik

33. dijminê tirsik.netÊ ye. ew tune bûya aniha li vÊ derÊ tijÎ tirşikvan bu...



09.03.2014 12:56 | hun çawane heval:)))))))

34. bi serê wa û bi serê qaşo tiştekî vala ye. hemû tişt ji bo tatmîn kirina egoyê ye..



09.03.2014 13:54 | mamostanısebin

35. platforma ku min piştî tirşikê dev jê berdaye, ye.*



09.03.2014 13:57 | mergehez

36. tişta ku ji aliyê padişaxê tirkan erdogan, hatiye qedexe kirin e.

aniha ne bi dns guhertinê be, nikare were vekirin.



21.03.2014 00:32 | brusk56

37. çû çû nema tê:-)



21.03.2014 00:48 | ferhenga şikestî

38. ji google play storê bernameya Hotspotê daxînin.. hûn dikarin bikevin



21.03.2014 01:27 | ferhenga şikestî

39. ya ez zanim ti eleqeya girtina twitter û dewletê nîne, doh li ser rupelekî digotin li tirkiye di ios û android de pirsgirêkên twitterê hene û wê hin guhertin pêk werin.



21.03.2014 01:42 | kevçiyê dil

41. ji bo ku zimanperesta twiteerÊ bÊn(werin) tirsik.net Ê. teyîbo înşallah 'url tabanlı' jî kedexe bike.



21.03.2014 14:46 | hun çawane heval:)))))))

42. malperke ku, ji ber ku mêjîyê min kevneşoperet e, min hê di tê de hesab venekirîye ye. teze hîn bûm ku qedexe kirine.

wê demê; (bnr: sıçmak da yasak mı gurban)



21.03.2014 19:21 | nazim tolhildan

43. malpera ku piştî ku li tirkiyeyê hat qedexekirin, mirov dikare bi guhertina dnsyan dîsa jî bikevê.



22.03.2014 11:38 | simurg56

44. dns



216.87.84.211

23.90.4.6



23.03.2014 00:42 | giyanstêr

46. dev ji dnsyan berdin di kombersa xwe de bikevin di klasora bernameyên sîstema kargêranê (op, operating system, işletim sitemi) bi piranî navê vê klasorê yerel disk c an local disk c ye, pê re pêl windows/system32/drivers/etc bikin, di etc de dosyeyeke bi navê hosts heye wê dosyeyê bigirin û bavêjin sermaseyê kombersê pê re di kombersa xwe de bernameya notepad/not defteriyê wek admîn vekin û di rûpela vebûyî ya notepadê de ewê dosyeya hostsê vekin û



van dns yan li wê rûpelê zêde bikin û paşê qeyd bikin;



199.59.149.230 twitter.com

199.59.148.10 twitter.com

199.59.148.82 twitter.com

199.59.149.230 www.twitter.com

199.59.148.10 www.twitter.com

199.59.148.82 www.twitter.com

199.59.150.44 t.co

199.59.148.12 t.co

199.59.150.44 www.t.co

199.59.148.12 www.t.co



û hew



ji vê vîdeoyê hûn karin lê binêrin;



23.03.2014 23:04 | endazer

47. malpera ku ez piştî du sê twîdan jê adiz dibim, e. mere bêriya tirşikê dike. *



24.03.2014 10:42 | mergehez

48. (bnr: çû çû nema tê)



platforma ku êdî bi riyên standart nikare were gihiştin. êdî ji bo ku mirov bikare malperê veke riyên tevlîhevtir lazim in. nexwe ez ê nema bikarim li ser twitterê mirovan vexwînim tirşikê.

neyse, navnîşana facebookê çi bû?? *



24.03.2014 20:28 | simurg56

49. malpera ku ger hûn dnsy ên xwe bi van buigûherînin bêpirsigirêk vedibe ye .

141.211.144.17

141.211.144.15



30.03.2014 13:25 | brusk56

50. malpera ku piştî hilbijartinan îro qedexeya li ser wê, hatiye rakirin.



03.04.2014 19:39 | simurg56

51. bi şewba çivîkan ketiye.. wekê mirîşka gêj lê hatiye, di demname û agahdarkirinê de pirsgirêkên mezin hene ev du roj in.. ji xwe facebook ji qîmetê ket, îcar twitter jî here nizanim em kurd em ê çi xweliyê bi serê xwe de kin.. *



21.05.2014 00:43 | endazer

52. tişta ku piştî ez 2 rojan bikarbînim jê sar dibim.

herkes xwe wek gûkê dibîne yaw. yanê temam tiştek xweş e, mirov dikare hemû kesên navdar bişopîne û di her meseleyê de fikrên xwe û şîroveyên xwe bi kesên din re parve bike. lê heta ku şopînerên we hindik wisa ye.

piştî bikarhênerên twitterê dîtin ku hejmara şopînerên wan bûye 1500-2000 felan, êdî xwe wek aktorekî gelek giring dibînin di siyaseta kurdistanê û hemû dinyayê de .. paşê tên û dibêjin nizanim "kî ji kê re çi got, wî kesî bersiva xwe baş neda, şêweya nizanim kê gelek zora min çû û min dijûn lê kir, ez ji şopînerên xwe lêborînê dixwazim. çi bibe bila bibe, divê min wisa negota. ji xwe kurdistanê de ..."



21.05.2014 00:50 | brusk56

53. mecrayeke ecêb e, hema bêje serê herdu rojan carekî canik an camêreke biçekî li ser twitterê popûler tê tweeteka min retweet dike, piştî vê retweetê teqrîben 7-8 kesên nû destpê dikin hesabê min ê li ser twitterê dişopînin, paşê kengî dema ez ji siyaseta kurd aciz dibim û tiştinan diwîtînim an veditiwîtînim, hew dinêrim bi dest xwe re 10-12 kesî dev ji şopandina hesabê min berdaye..

normalde hesabê min ji bo herkesî vekirîbû, yanî heçiyê dixwest dikarî bêyî destûr tweetên min bixwîne û hesabê min bişopîne lê piştî vê teşabetê min hesabê xwe şexsî kir, ji yên dî re girt..



23.05.2014 12:18 | endazer

55. qraleke medyaya civakî. lê ez bikar naynim. gelo di vê xelaya havînêde ew kampanyayên berê wê feydeyekê bida tirşikê.



31.08.2014 00:10 | azadixwaz

56. malpera ku kodên bingeha xuyaniya sîstema xwe bi weke çavkaniya azad bi projeya bootstrapê parve dike û diayên gelek mirovan distîne.

xwedê jê razî be.



05.11.2014 21:14 | simurg56

57. malpera ku min digot qey Kurmancî tevlî bûyê ye



20.11.2014 18:55 | berxweda

58. malpera ku gellek kêmaqil lê hene.

weke mînak ka li vê wêneyê binêrin: https://pbs.twimg.com/media/B2gZoylCMAAvgDc.png



11.01.2015 09:14 | oxir

60. Medyaya cîvakî ke mi gore cayêkê kanalê xeberê kombîyaye yo.

Gama ke Ez dekewena twîtter û tena xeberan ra ewnêna, ge-ge zî çend twît favorî kena.



11.01.2015 11:29 | endazyar

61. malpera niha qedexe bûye û hdpiyan dest daye ser. Hashtaga #çözümvpndeğilhdp di nav çend deqeyan de bû tt.* ew bi xêra xalê me silhedîn bû aha binêrin

Here lînkê

Tişteke pir baş e bi vî hawê tiwîtir ji ehmeqan paqij bû



06.04.2015 16:27 | ceso

62. bûye bela serê min û van rojan ez bi xwe re girê dame. tev ji ber vê malperê êdî ez di tirşikê de kêm dinivîsim. ne ku naxwînim hima bêje rojê du car sê car çav li tirşikê digerînim lê bi xwe re nabînim hevokek binivîsim.



14.06.2015 23:56 | ceso

63. medyaya cimatî ya ke têde her tewir merdim esto. hema vaje sîyasetî ra heta ol, troll, xeberî ûsn.



gama ez kewena ci, hema vaje peyamê ke têdeyîya ci eynî yê her tim vejeno meydan û nêmeyê demnameyî gêno. kes zî nênuseno '' ... via nêzaçi''. fêlan û bêvan.



15.06.2015 21:51 | endazyar

64. malpara pir ne bi kêre ti kêfa min jêr nayê û hîsabê min tune li ser vê malparê. sedema ku wisa nav û deng daye millet li hev dînhêrin û hamberin nizanin bi kar binin jî hima dibin endam û twetta davêjin û retwett dikin.. tiştê xweş herkes fikra xwe dinivîsîne û rojevê di şopîne.



15.06.2015 22:15 | shorbevan

65. (bnr: omîd kurdistanî)



14.10.2015 21:28 | dijber

66. malpera ku êdî naxwazim têkevim. hema bêje hemû tweet di derbarê zilma dewleta tirk e. dilê me reş bÛ yaw.

lê ji bo hişyar kirina medyayê û propagandayê qadek gelek giring e.



06.01.2016 11:11 | brusk56

67. Yên ku bixwazin bibin wergêr û Twitterê wergerînin zimanê #kurdî dikarin malpera (link: http://translate.twttr.com) de wergerin.



11.04.2017 20:40 | cûndûllah el-kurdî

68. Malpera ku van rojan dîsa bûme endam û li ser parvekirinan dikim, e.

Demeke dirêj bû ez ketibûm di rojiya ne-bikaranîna medyayên civakî de lê mixabin min nekarî bidomînim. :(



22.07.2019 16:33 | xelîl

69. piştî min dev ji tirşikê berda, min bela xwe li vê platformê kir. hema li aliyekî kurdî alîyekî esperantoyî verdişim. adsfghjf



13.11.2019 18:13 | biruya hayao miyazaki

70. Malperr ku tê de nivîsandina kurdî her ku diçe zêdetir dibe. Ev yek bala min kişand.
Berê dema te tiştek bi kurdî dinivîsand, te xwe weke ku tu bi xwe re biaxivî hîs dikir lê aniha hesabên xwedî bi hezaran şopîneran bi kurdî dinivîsin.



18.02.2020 10:17 | brusk56

71. delalê ber dilê min Abdullah keskîn gotiye: Here lînkê

Berê digotin, ji giriyê zêde bi deng û bilind bawer nekin. Bo wê belkî ji hawar û qîrînên li vir bi şik im. Êş ne tiştek e ku mirov bixwe ewqas eşkere bidê der. Hêstirên me jî sexte ne. Em ne li ser kesê çûyî digirîn, em ji bo xwe digirîn. Menfaetek nebê jî em xwe pê rehet dikin.

erê welle twitter eynî wek çiravek e. kurdwriter, ji do de çawîş û leşkerên tirkan diricimandin ji ber ku ew destdirêjî keçikên me yên çûçik kirine. îro jî trol mrolên tirkan ser wekîlekî hdpê ya bi navê Tuma Çelik ku bi xwe suryanî ye, tag vekirine dibêjın partiya kurdan hdp, tecawîzkaran dike wekîl. Tuma Çelik jî ji ber gotinên ser wî îstifa kir û hemû argumentan red kir.



19.07.2020 00:22 ~21:29 | ezcan

72. a niha çûye xwarê, twît nay avîtin



16.10.2020 01:51 | doesntmatter

73. Tu pirsgirêk nine.



16.10.2020 23:28 | dilreş

74. servîsa mikroblogê. Heke go sibe were girtin qe yeqîn nakim kurd bi kurmancî binivîsin. Divê ji bo nivîsandina kurmancî qad û platformên weka twitter, tirşik hwd. werin avakirin.



02.12.2020 16:49 | hueyn

75. (bnr: twitter spaces)



06.01.2021 23:37 | hueyn

76. wextkuj e. ti sepan qasî wê mirov girêdayî xwe bike nîne. wek teqnê ye hingî nêv de dimênî pitir diherimî. helbet heger gazindek we ji mezaxtina wext nebe cihek xweş e, sebrîn e, keç û xortên delal zehf in. lê kesên dixwênin divê xwe jê dûr bikin an jî bi abor karbênin. ez nikarim bi abor karbênim. lewma eve cara çendê ye min hesaba xwe girt, lê mixabin ezê dîsa lê zivirim. bes rojekê ezê bitemamî terk bikim.



22.05.2021 21:05 | hespêsor

77. malpera ku heta niha bi belaşbûna xwe serî li xwe mezin dikir lê xuyaye edî debara wan têrî nake. Pergala abonetiyê ya bi navê twitter blue derxistine ku mehekê bi $2.99 e. Bikarhênerên abonebûyî wê karibin tema, xuyang û îkona sepanê li gorî xwe taybet bikin û çend fonksîyonên din yên ku di sepana standard de nîn in ji wan re bê pêşkêşkirin. Vê gavê tenê ji bo îosên li emerîkayê amade ye.

Here lînkê

ji xeynî twitter blue taybetmendiyên weke ticketed spaces û super follow jî ji bo zêdekirina hecela tiwitter tên pêşxistin.



28.05.2021 15:29 | hueyn

78. Malpera ku min do hesabê xwe girtîye. Dema min zêde ser vê malperê pûç dibû û vala diçû. Ji ber wan sedeman min hesabê xwe girt. Xêra kurdînûsên e popularîteya zimanê Kurdî li ser vê malperê çêbûye. Gelek ciwanên kurd bi xêra Twitter û wan kurdînûsan dest bi nivîsandina Kurdî kirine. Ev tiştekî gelek baş e.



14.06.2021 23:14 | kajav

79. malpera ku bi kurdên genî re tije ye.

Here lînkê



26.07.2021 10:03 ~10:04 | hueyn

80. bûye warê kurmancên xwekenawerhesibînan. bi alfabeya kurdî turkmancî dinivîsin û kesên kurdewar jî bi wan dikenin. heta ew bixwe jî xwe kurdewar dihesibînin. hengî min evane didîtin min hesabê xwe jê biribû vêga min got ez dîsa vekim lê yekser min twiteka wisa dît dîsa. nepxêr.



04.11.2021 15:56 | keyomerd

81. Ceo'yê wê guherî ye û êdî parag agrawal bûye ceo'yê nû.
Here lînkê



30.11.2021 06:17 | merwano

82. elon musk: ker kurê kerê vê jî zêde bike.
ker kurê kerê: ma ev çi ye?
elon musk: pere pere
ker kurê kerê: ew ne guncaw e ha
elon musk: çi dikeve te?

Twitter cihekî wisa ye :(



22.04.2023 18:20 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» twitter spaces

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî