Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ahlat ağacı
peyamên çepikkirî

120484. Fîlmeke têr û tije bû. Kesên ku vê fîlmê pêşniyaz nakin ez dibêjim qey tiştekî jê fêm nekirine
Hama bêje her dîyalogeke fîlmê di tehma felsefeya jiyanê de bû, tespîtên pirr tekûz hebûn. Dema min temaşe dikir min digot qey nuri bilge ceylan yek jê baştirîn nivîskarê dinyayê ye û wa ez jî kitêba wî dixwînim.
Ez naxwazim Spoiler bidim loma nakevim hûrgilîyên fîlmê lê ez tenê vê bêjim. Di dawiya fîlmê de sinan ji leşkerîyê vedigere. Lê dinêre ku tu kes kitêba wî nekirîye û nexwendiye hetta dê û xwişka wî jî nexwendiye. Dûra diçe gund li nik bavê xwe. Bavê wî yê ku tu car sinan jê ne razî bû. Lê dinêre bi tenê bavê wî kitêba wî xwendiye, hem jî xitim kiriye. Sinan fêm dike ku bê ka çima bavê wî ji civatê cuda bû. Sinan di dawiyê de têdigije rewsa bavê xwe û dihere bîrê dikole. Neyse naxwazim pirr behs bikim hûn temaşe bikin
Gelek li rewşa min jî dihat belki li rewşa her kesî dê were. Ezber û edetên Civata ku em têde ne, ne tercîhê me bû, eger em ji sînorên rêbazên vê civatê derkevin em dibin "biyanî" û civat bi çavekî dînan li me dinêrin. Sinan jî bavê wî jî ji civata xwe ya genî eciz in lê sinan cara ewil rewşa bavê xwe fêm nake, bêtir Asî ye û ew ji xemsariya bavê xwe jî eciz e lê kelîya dawî em fêm dikin ku sinan jî ne kêmî bavê xwe ye



08.06.2013 14:50 | simurg56