Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 6 peyam
    îro qewî girya me tê - tirşik
    îro qewî girya me tê
    (0) (0) ecêb (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. helbesteke feqiyê teyran e.

    bi şiroveya rûken yilmaz:










    hîkayeta helbestê û şiroveyeke din :










    û temama helbestê :

    ÎRO GİRYA ME TÊ

    Îro werin lêzim werin
    Cîran û xelkê Hêşetê
    Hûn rayekê li min bikin
    Îro qewî girya me tê

    Îro qewî j'me tê girîn
    Sosin li mêrgan xeyirîn
    Sed heyfa lêvê şekirîn
    Êdî venaxun şerbetê

    Lêvê di le'lîn û şeker
    Kêm bûn ji wan durr û xeber
    Sed ah û kovan û keser
    Heyf eyn û lam çûn hicretê

    Heyf eyn û lam bûn cuda
    Şîn û girî dîsa te da
    Em razî ne b'emrê Xuda
    Herçî ji dergehê te tê

    Herçî dikit ew mîr dikit
    Xêr û şeran teqdîr dikit
    Daxan li qelban pir dikit
    Sotim bi narê firqetê

    Sotim bi nar û agirî
    Vê fanîyê em j'ev kirî
    Hetta xweş in em dê girî
    Dost çû ye çerxa adetê

    Eman adet bê eman e
    Wan melek mehbub rewan e
    Can di nêv axê nihan e
    Ê felek bê mirwetê

    Ey felekê bê wefa yê
    Te çira mîhnet ne dayê
    Yar di nêv axê gihayê
    Ey felekê bê mirwetê

    Ey felekê bê î'tîbar
    Min bi te nîn in çu car
    Nê te gelek mehbûb veşar
    Paşî ewan xal 3u xetê

    Nazik û mehbûb ciwanik
    Qamet û bejna ziravik
    ''Kullu şey'în'' dê bin halik
    Ji xeyrî Şahê Qudretê

    Her bi can xeyrî wî nabin
    Ew hemî ax û turab in
    ..................
    Çuye mala zulmetê
    Zulmeta tarî û kûr e
    Meqbera nav li qubûr e
    Ji haniyan yarî dur e

    Qebr e benda firqetê
    Meqbera mehbûb di nêve
    Min muqîm çav man bi rê ve
    Çira yek nanî ji wê ve

    Dînî kirim vê hikmetê
    Min heyf li citê sorgulan
    Zulfê muqîm ket ser milan
    Danîne nav ax û hilan

    Êdî bi kê dim ulfetê
    Min heyfa reyhanê di reş
    Kan sorgul û werdê di geş
    Kêm bûn di wan bêhnên di xweş

    Nîşan û xalê cebhetê
    Nîşan û xalê fulfulîn
    Min heyf li zulfa kagulîn
    Hatin ku em jê dest hilîn

    Hêj nagirin em 'îbretê
    Paşî wan xal û nîşanan
    Qet nayê bêhna ruhanan
    Ji mihnetê êş û janan

    Tên ji narê firqetê
    Firqeta wê her bi derb e
    Daîm êşan û kerb e
    Ê ku dî zanî çi derb e

    Min ji xewfan xew netê
    Min şevan xew lê tunîne
    Bager û êşan û nihîne
    Daîm têtin girîne

    Mam li ser kes ew netê
    Tîrekê dijwar fîraq e
    Her kesê dî ev fîraq e
    Mihnet 3u dax û hîraq e

    Di qeyd û bend û mihnetê
    Gumbeta tarî sitar e
    Meqbera dost lê veşare
    Te l'min heram kir bihare

    Çîçek û bêhn j'dûrî te tê
    Qet nema bêhn kem çi werda
    Çîçek û bînxoş li erda
    Paşî me mehbûb ku bi derda

    Çîmena kê j'dora netê
    Çîçeka kanî û av lê
    Sosina daîm xunav lê
    ..................
    Dê temam kim sohbetê
    ''Mîm û Hê'' şairkî pak e
    Herkesê bi ruh bû ji make
    Hemiyan dê ew fena ke
    Ewî Şahê Qudretê.

    FEQÎYE TEYRAN



    2018.05.01-10:54 [guhertin:2018.05.01 11:00]| hozan serhad

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    erdewan zaxoyî [2]
    Ev strana li jor ku erdewan zaxoyî bi dengê ...
    dostum dostum [1]
    erdewan zaxoyî/111784 Navê helbesteke pîr siltan evdal e. Ji aliyê aşiq elî siltan...
    tikandina malperên kurdî [1]
    Bûye wek nexweşiyek ji min re, kengî malperek kurdî dibînim heman demê...
    tikandina malperên kurdî [1]
    (bnr: bitikîne, bitikîne, bitikîne!)...
    romana dengbêjîyê [1]
    Cureyeka romanê ye. Cureyeka romanê ya kurdan e (te go çi?). b...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » îro jî ez fêrê tiştek nû bûm
    » qewirandina gözde kansuyê
    » te kezeba min reş kir

    Kategoriyên mijarê:: wejehlbst wejehlbst wejehlbst kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî